“Hemleya ‘Bes e ji qirkirina jinan re’ gaveke girîng e ji bo têkbirina tundiya li dijî jinan”

Endama Komîteya Civakî ya Kongreya Star a Kantona Hesekê Nîda Salih da zanîn ku hemleya “Bes e ji qirkirina jinan re” ya ku 74 rêxistinên jinan û bi dehan kesayetên navdar ên cîhanê tevli bûne, gaveke dîrokî û girîng e ji bo yekitiya jinan, guhertina hişmendiya civakê û têkbirina tundiyê ye.

 
RONÎDA HACÎ
Hesekê- Rêxistin û kesayetên jinan di 10'ê Gulana 2021’ê de dest bi hemleyek bi navê “Bes e ji qirkirina jinan re" kirin. Di vê hemleyê de 74 rêxistinên jinan di asta cîhanê de cih digrin. Armanca hemleyê, bilindkirina têkoşîna li dijî sûcên qetilkirina jinan e. Têkildarî mijarê Endama Komîteya Civakî ya Kongreya Star a Kantona Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nîda Salih bal kişand ser xurtkirina yekitî û hevgirtina jinên cîhanê li dijî tundî û qirkirina jinan û bi berfirehî ev mijar ji me re nirxand.
Nîda pergala baviksalarî ya ku bû sedema qirkirina tevahî jinan nirxand û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Pergela baviksalarî bû sedem ku jin di civakê de werin paşguhkirin. Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jin bi berxwedanî û têkoşîneke mezin li hemberî vê pergalê derketin û banga azadiya tevahî jinên cîhanê kirin. Îro hemleya “Bes e ji qirkirina jinan re” hêzeke mezin dide avakirin û gaveke serkeftî ye ji bo têkbirina tundiya li dijî jinan. Em wekî jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê vê hemleyê wekî serkeftinekê dibînin.” 
“Bi yekitiya jinan serkeftin misoger dibe”
Nîda destnîşan kir ku pergala mêrê serdest civakê ji cewherê wê yê rast dûr xistiye lê belê bi rêya rêxistin û yekitiya jinan dîsa ew ê wê vegerînin cewherê wê yê rast û wiha domand: “Dema yekitî di navbera jinan de hebe, serkeftin misoger dibe. Bi riya vê hemleyê dê jin yekitî û hevgirtina xwe li dijî hemû cureyên tundiyê xurt bikin û rê li ber kiryarên li dijî jinan bigrin. Ev cihê pîrozbahiyê ye ku îro jin dengê doza azadiyê li tevahî cîhanê belav dikin. Ev hemle gaveke guhertinê ye li dijî hişmendiya civaka serwer.  Êdî jin nema koletiyê qebûl dikin û berê çarenûsa xwe ber bi azadiyê ve dibin.”
Li herêmên dagirkirî cureyên tundiya li ser jinan
Nîda da zanîn ku heya roja îro jin li herêmên dagikerî tên qetilkirin, tecawizkirin û bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Têkildarî vê yekê Nîda wiha domand: “Her kes dizane şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya jinan hatiye destpêkirin, ji bo parastina nirxên vê şoreşê jin di her qadê de xwedî roleke pir girîng bûn. Dema dijmin êrîş dike destpêkê jinan dike hedef, ji ber ku ew hêz, zanebûn û rêxistina jinan weke xeteriyekê li ser pergalên desthilatdariya xwe dibînin. Niha li herêmên dagirkirî yên weke Efrîn, Serêknaniyê û Girê Spî jin rastî hemû cureyên tundiyê tên, pêwîst e ev herêm bên rizgarkirin ji dagirkeriya dewleta tirk da ku jinên wan herêman çavên xwe li azadiyê vekin. Em ê bi rêya vê hemleya xwe bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî bikin da rê li ber vê dagirkeriyê bigrin. Her wiha em ê têkoşîna xwe li dijî tundiya ser jinan xurt bikin.”