Halîme Aydogan: Ez hestiyên hevjînê xwe ji dewletê dixwazim

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de, aqûbeta Nîhat Aydogan ê 27 sal berê li Mêrdînê hat windakirin pirsîn. Hevjîna Nîhat Aydogan Halîme Aydogan, diyar kir ku ew hestiyên hevjînê xwe ji dewletê dixwaze û wiha got; “Bila hestiyên wî bidin min ku ez veşêrim û her rojên înê biçim ser gora wî.”

Stenbol - Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin bipirsin û ji bo daxwaza kujer bên cezakirin çalakiya xwe ya hefteya 873'an onlînê li dar xistin. Di çalakiya li ser onlînê de aqûbeta Nîhat Aydogan ê ku di 30'ê Mijdara 1994'an de ji mala xwe ya li navçeya Midyadê ya Mêrdînê hat binçavkirin êdî agahî jê nehat girtin hat pirsîn.
Hevjîna Nîhat Aydogan Halîme Aydogan, diyar kir ku hevserê wê 27 sal berê hatiye windakirin û got, “Cendervan û ekîban rojekê serê sibê ew ji malê girtin û birin. Ev 27 sal in, ne gora wî û ne jî tiştekî wî heye. Ji 4 zarokên min yê mezin wê demê 12 salî bû. Keça min a biçûk yek salî bû. Pirsa bavê xwe dikirin. Ez jî neçar dimam derewan bikim. Min heta 7 saliya wê derewan kir. Wê hingê fêm kir. Paşê min wê demê rastiyan got. Keça min niha 27 salî ye.”
“Bika Qada Galatasarayê vekin” 
Halîme Aydogana ku hestiyê hevjînê xwe ji dewletê dixwaze û wiha got: “Bila hestiyên wî bidin min ku ez veşêrim û her rojên înê biçim ser gora wî. Niha dest û lingên min girêdayî ne nikarim tiştekê bikim. Ez bang li dewletê dikim hestiyên min bidin min.” Dema ez di çûm Galatasarayê, mîna ku hevjinê min li wir be ez kêfxweş diçûm. Ew der jî girtin. Ez gelek dixwazim wê derê. Bila wê derê ji me re vekin.”
“27 sal in me tu car dest ji têkoşîna xwe ya edaletê berneda” 
Keça Nîhat Aydogan, Nejbîr Aydogan jî wiha got: “27 sal in me tu carî dest ji têkoşîna xwe ya edaletê berneda, em dest jê bernadin jî. Dema bavê min hat windakirin ez yek salî bûm. Bavê mi nayê bîra min. Ez tenê ji wêneyên wî û vegotinên dayika xwe dizanim. Bavîtî çi ye nizanim. Ev maf ji destên min girtin. Em mecbûr in vê têkoşînê bidomînin. Bi dehan mirovên weke min hene. Ez ne tenê me. Em vê têkoşînê bi hev re dimeşînin. Em dixwazin vê têkoşînê li Qada Galatasarayê bimeşînin. Em tu carî destan ji wê qadê bernadin.”
“Hezar û yek bûyerên şîdeta siyasî qewimîn”
Ji miroven Şemiyê Canan Korkmaz daxuyanî xwend. Canan Korkmaz, anî ziman ku li van xakên ku 873 hefte ye hezar û yek bûyerên şîdeta siyasî bi taybetî windakirinên di girtîgehê de tên jiyîn, li dijî înkar, jibîrkirin û bêcezakirinê dengê xwe bilind kirine û got; "Em li hemberî polîtîkayên sîstematîk ên ku bi veşartina aqûbeta windayan me mehkûmî goristanan dikin û bi parastina kiryaran dixwazin rastiyan dibin ji bîr berpirsyar in ku heqîqe nedin bîr kirin digrin ser xwe.”
“Bi ser mala wî de girtin û derb kirin”
Canan Korkmaz daxwaza malbata Aydogan a ku “Bila ev siyaseta bêgoriyê bi dawî bibe, bila rastî bê ronîkirin û edalet pêk were” bi bîr xist. Canan Korkmaz, anî ziman ku Nîhat Aydogan 39 salî ye û li gundê Midyad Dogançayê dijî û wiha got: “Li ser Dogançayiyên ku nedixwestin bibin cerdevan zextên giran dihatin kirin. Nihat Aydoganê ku beriya niha hatibû binçavkirin û piştî îşkenceya giran hatibû berdan jî di bin gefa hêzên ewlehiyê de bû. Di 30'ê Mijdara 1994'an de di saetên sibê de ji aliyê gelek tîmên taybet, leşker û cerdevanan ser mala malbata Aydogan de hat girtin. Nihat Aydogan ê ku bi tundî rastî lêdanê hat, di nava xwînê de birin Qereqola Cendirmeyan a Midyadê, piştre jî birin Fermandariya Navendî ya Cendirmeyan a Mêrdînê.
"Di qeydê de mirî hat tomarkirin" 
Canan Korkmaz, anî ziman ku rayedaran gotin Nîhan Aydogan piştî 20 rojan di binçavkirinê de hat berdan û wiha got: “Aydogan careke din nehat malê. Li ser vê yekê hevjîna wî bi daxwaznameya ku ji aliyê dozger ve hatiye nivîsandin serî li dozgeriyê da. Dozger jê re got; 'Hevjînê te çûye çiyê, careke din neyê vî derî'. Êdî agahî jî Nîhat Aydogan nehat. Piştî salên dirêj derket holê ku ji bo Nîhat Aydogan di qeyda nifûsê de qeyda mirinê hatiye tomarkirin. Pirsa pirsa malbata wî ya “Ger miriye gora wî li ku ye?” bê bersiv ma. Keyayê teblîxa mirinê pêşkêşî Midûriyeta Nifûsê kir, destnîşan kir ku di encama zextên fermandarê cendirmeyan de neçar maye vê agahiya derew amade dike.”
"Hemû Serlêdan bêencam man”
Canan Korkmaz, da zanîn ku hemû serlêdanên malbata Aydogan ên heta niha kirine bêencam mane û wiha got: “Têkildarî windahiyên Midyadê ku Nîhat Aydogan jî di nav de ye bi riya Komeleya Mafên Mirovan serlêdanên ji nû ve hatin kirin. Piştî serlêdanên hatin kirin Dozgeriya Midyadê fezleke amade kir. Serdozgeriyê bi îdiaya ku tu agahî nîn e ev kes hatine windakirin, bi daxwaza girtinê, dosya şand Dozgeriya Komarê ya Mêrdînê. Doz hîn jî vekirî ye lê di refên bi toz ên dadgehê tê rawestandin.”
“Em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin”
Canan Korkmaz, da zanîn ku wan daxwaz kir ku aqûbeta Aydogan bê aşkerakirin û der barê failên sûc de lêpirsîn û darizandineke bi bandor bê kirin û wiha axivî: “Çiqas sal di ser re derbas bibin jî em ê ji bo Nîhat Aydogan û hemû windayên xwe dev ji edaletê, ji Qada Galatasarayê ku ev 174 hefte ne li me qedexe ye bernedin.”