“Gundên Êzidiyan ên Serêkaniyê hatine valakirin”

Endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Êzidî Hediya Şemo rewşa Êzidiyên Serêkaniyê û binpêkirinên li ser mafên wan pêk hatine nirxand û da xuyakirin ku divê ew çeteyên sûc li dijî goristanan kirine û zirar dane gundên Êzidiyan di dadgeheke navdewletî de werin cezakirin.

 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Gelê Êzidî ji kevintirîn gelên Rojhilata Navîn in, bi ol û baweriya xwe tên nasîn û her dem ji bo parastina wê xwe kirine mertal. Ji lewre Êzidiyên xwedî şaristaniyeke kevnar her dem bi êrîş, komkujî û qirkirinan re rû bi rû dihatin, ji Şengalê bigre heya Serêkaniyê û Efrînê. Serêkaniyê bi rengbûyîna ol, netew û mezhebên xwe tê nasîn. Li Serêkaniyê li kêleka Kurd, Ereb, Şîşan û Suryanî Êzidî jî hebûn û di avakirina Rêveberiya Xweser, sazî û deghezên jinan de rol lîstin û dikaribûn temsîla projeya Neteweya Demokratîk bikin. Li Serêkaniyê 15 gundên Êzidiyan hene her wiha rê û resmên xwe beriya dagirkeriyê pêk dianîn. Piştî ku navçe û gundewarên wê ketin bin dagirkeriyê, çeteyên ku bi navê "Artêşa Nîştîmanî ya Sûriyeyê" ku piraniya wan çeteyên DAIŞ'ê û Cebhet El-Nusra ne, li dijî gundên Êzidiyan gelek sûc pêk anîn her wiha Êzidî neçarî koçberiyê bûn û goristana ku miriyên xwe tê de vedişartin jî hat xirakirin. Têkildarî vê mijarê û binpêkirinên der heqê gundên Êzidiyan de pêk tên Endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava Hediya Şemo axivî. 
“Dîroka Til Xelefê teqeziya reseniya civaka Êzidî ye”
Hediya Şemo got ku civaka Êzidî ola herî resen a Kurdayetiyê ye û wiha domand: "Her çiqas şaristanî bi pêş ket, ol û baweriyên din derketin, bi vî rengî her olek derket parçeyek ji vê civakê qut dikir û li gorî berjewendiyên xwe didan bikaranîn lê tevî wê jî heya roja îro civaka Êzidî li ser koka xwe mane. Êzidî li Bakurê Sûriyeyê ji Efrînê heya Serêkaniyê û herêma Cizîrê, bi cih bûbûn. Di dîroka Til Xelefê de û di şûnwarên ku ji aliyê zanyaran ve hatin lêkolînkirin jî dîsa hat teqezkirin ku dîrok û nîştecihbûna herî resen a wan jî li wir bûn. Lê di encama êrîş, komkujî û qirkirinên ku civaka Êzidî pê re rûbirû ma, hişt ku civaka Êzidî qels bibe. Her wiha beriya dagirkirina Serêkaniyê Êzidî li navçeyê li taxa Zerdeşt û li 15 gundên wê dijiyan, li hinek gundan jî Kurdên misilman û Êzidî bi hev re dijiyan û ev yek bandor li ser bicihanîna rê û resmên ola Êzidî nedikir. Berovajî wê bi hev re cejnên hev pîroz dikirin."
“Gundên Êzidiyan xira kirine û têde mizgeft çêkirine”
Hediya Şemo diyar kirk û bi dagirkirina Serêkaniyê re binpêkirinên pir mezin li ser gund û gorên Êzidiyan pêk hatine, li şûna malên Êzidiyan mizgeft hatine avakirin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Bi destpêkirina êrîş, komkujî û polîtîkaya qirkirinê, di 9'ê Cotmeha 2019'an de li Serêkaniyê, hemû neteweyên li wir zirar dîtin û koçberî çêbû. Êzidî jî yek ji wan bûn ku neçar man koç bibin. Gund, mal û milk û gorên me hatin vekirin û Şaxê Mala Êzidiyan jî li Serêkaniyê ji aliyê çeteyên ser bi dewleta tirk ve hat hilweşandin. Di wê malê de Êzidiyên me li hev kom dibûn û xwe bi rêxistin dikirin. Ew 15 gundên Êzidiyan li Serêkaniyê û li Efrînê jî gelek zirar dîtin, hatin xirakirin û hilweşandin. Li şûna wan malan mizgeft hatin çêkirin."
“Dîroka fermanê li Serêkaniyê xwe nû kir” 
Hediya Şemo da zanîn ku dîroka fermanê dîsa xwe li Serêkaniyê nû kiriye û wiha pêde çû: "Goristana êzidiyên Serêkaniyê, gund û mal hatin wêrankirin û xirakirin. Armanca dewleta tirk ew bû ku hemû şêniyên resen ên Serêkaniyê di nav de jî Êzidî ji gund koç bibin. Di vê demê de gundên Êzidî ji şêniyên xwe vala ne. Ne tenê li Serêkaniyê li Efrînê û Şengalê berî çend salan jî heman tişt çêbû. Dîroka qirkirinê û fermanê dîsa li Serêkaniyê xwe nû kir. Êrîşa 9'ê Cotmehê li Serêkaniyê tê wateya ku fermaneke nû li ser Êzidiyên wê derê de pêk hatiye."
“Êzidî ola yekxwedayî ye”
Hediya Şemo da zanîn ku dîrok bûye şahidê gelek fermanan lê ev gel li ber xwe daye û xwe parastiye û axaftina xwe wiha domand: "Fermana yekem ku li dijî gelê Êzidî pêk hat li ser navê îslamiyetê bû ku heya niha jî berdewam dike. Dîrok şahidê ewqase fermanên li dijî Êzidiyan bû lê mixabin dîrokê erka nivîsandina berxwedana vî gelî pêk neanî û nenivîsî ku ev gel çiqas ji êrîşan bi bandor bûye, çend hezar bûne qurbanî. Ola Êzidî ola yekxwedayî ye û baweriya xwe bi Xwedê tîne. Lê dewleta tirk a dagirker wan wekî gawir dibîne û fermanan li dijî wan pêk tîne. Fermana herî mezin jî ya 2014'an li Şengalê bû ku bi hezaran jinên Êzidî bûn qurbaniya wê. Sedema wê jî ew bû ku sîstema xwe ya xweparastinê û rêxistinî û hêzên xwe yên leşkerî ava nekiribûn ku rojek wekî 3'ê Tebaxa 2014'an xwe biparêzin. Heman tişt li Efrînê rû da."
“Çeteyên ku sûc kirine divê di dadgehên navdewletî de werin cezakirin”
Hediya Şemo bi vê daxwazê dawî li axaftina xwe anî: "Ger ku rêxistinên mafên mirovan qirkirin û fermanên li dijî gelê Êzidî neheq bidîtina diviyabû ku heya niha bêdeng nemana. Ew çeteyên ku destdirêjî li deverên pîroz û gundên Êzidiyan ji Serêkaniyê heya Efrînê pêk anîne divê ku werin cezakirin û ev yek bi riya dadgeheke navdewletî çêbibe. Çawa ku komkujiya li dijî Ermeniyan piştî sed salan hat naskirin, binpêkirinên li dijî herêmên me jî ji aliyê mafên mirovan û gelek sazî û dezgehên din ve hatiye naskirin lê ne di asta ku tê xwestin de ye. Ji lewre divê ew kes û çeteyên ku sûc kirine di dadgehên navdewletî de werin cezakirin."