Giya bi destê dayîkên Mexmûrê dibe dermanên xwezayî
Dayikên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî giya kom dikin, hişk dikin û ji bo dermanên xwezayî bi kar tînin. Xatûn Demîr jî yek ji wan jinan e ku bi destê xwe giyayan vediguherîne dermanên xwezayî.
BERJÎN KARA
Mexmûr – Dayikên Wargeha Penaberan a Şehît Rûstem Cûdî Mexmûrê bi komkirina giyayan û karê dermanên xwezayî re mijûl dibin. Dayikên ku bi van karan re mijûl dibin dizanin ka kîjan giya ji bo çi nexweşiyê baş e û li gorî vê zanabûnê rê nîşanî mirovan didin.
Li wargeha Mexmûrê giyayên wek cehter, gezgezik, rihan, qeselmehmûd, tolik, şêlmok, beybûn, kereng, soryaz, karik, kêvarok, sîrik û gelek giyayên dinê hene. Dayika bi navê Xatûn Demîr a ku ji roja hatine wargehê ve heya niha bi komkirina giya û çêkirina dermanên xwezayî re re mijûl dibe li ser şînbûna giyayên li wargehê û feydeyên giyayan ji ajansa me re axivî.
Dermanên xwezayî çêtir in
Xatûn Demîr diyar kir ku di demên berê de her kesê zarokên xwe bi dermanên xwezayî derman dikir û wiha got: “Di berê dixtor tunebûn hemû dermanên çolê, giya û xwezayî ji zarokên xwe re dianîn û digotin ev ê zikêşê û yê serêşê ye dermanên Kurdî didanê. Zarokên wan bi dermanan baş dibûn û ji ber wê nediçûn gel dixtor. Lê niha dema zarokên wan nexweş dikevin, dibin gel doktor û gelek derman didin wan. Dermanên Kurdî ji her tiştî baştir in, feydeya wan heye. Dermanên dixtor ên ku dixwin hinek dibêjin baş bûne lê roja din careke din nexweş dikevin, ev derman heya cihekê sax dikin du, sê cihan xira dikin. Dermanên Kurdî tu zirarên wan tune ne.”
Nifş bi nifş van zanyariyan vediguhezînin
Xatûn Demîr destnîşan kir ku ew ji dayikên xwe çêkirina dermanên xwezayî fêr bûne û got: “Dayik û bavên me çêdikirin, kesên ku diçû gel wan baş dibûn feydeya xwe dan bedenê wan û giyanê wan jî baş bûne. Dayikên me her digotin vê tiştî bînin çêkin û bixwin hûn ê baş bibin, neçin gel dixtoran. Me jî ji wan girt vî karî, me di vexwar û dida zarokê xwe, dida mirovên bi temen. Em ne bi xwe vî karî fêr bûne me jî ber destê hinekan girtiye. Me ji hinekan girtiye, hinek wê ji me bigrin û wê hinek jî ji wan bigrin.”
Her giyayek dermanê nexweşiyek e
Xatûn Demîr a ku ji roja koçberî wargeha Mexmûr bûye heya roja îro karê çêkirina dermanên xwezayî dike hinek dermanên xwezayî û feydeyên wan anî ziman û got: “Ev pelên belghewizê ye divê li ber rojê neyê hişkkirin, li ber siyê bê hişkkirin ji ber ku tu li ber rojê hişk bikî ew bandora wê ya li ser îltîhabê namîne, ji bo îltîhabê baş e. Qeselmehmûd jî ji ber ku tama wê pir tehl e kêmek dixî nav avê piştre di vexwî û ew jî ji bo îltîhab, gûrçîsk û ji bo hemû nexweşiyan dermanek baş e. Giya pîjan jî ji bo şekirê baş e. Batuv jî heye li pirêzeyan çêdibe, xwînê zelal dike û demarên dil vedike, paqij dike û danustandinê dike. Cahterî heye ew jî ji bo singê mirov di veke, ji bo kuxînê, hesasiyê baş e lê divê zêde neyê vexwarin dem dem were vexwarin. Beybûn jî ji bo laşê mirov îltîhab, kuxîn, ser êş û ji dil re baş e.”