“Girê Spî warê me ye roj dê were em ê vegerin malên xwe”

Dewleta tirk du sal berê di 9’ê Cotmehê de dest bi êrîşan kir û di encamê de Girê Spî û Serêkaniyê hatin dagirkirina. Ji roja yekê ve heta niha kiryarên herî hov li bajarên dagirkirî tên jiyîn. Koçberên ji Girê Spî ku li kampa Til El-Semin dijîn gotin: "Çawa ku Girê Spî ji Cebhet El-Nusra û çeteyên DAIŞ`ê rizgar bû, wê ji dewleta tirk jî rizgar bibe û em ê vegerin ser axa xwe."

BERÇEM CÛDÎ
Eyn Îsa- Dewleta tirk û çeteyên wî di 9`ê Cotmeha 2019`an de êrîşa bejahî û asîmanî bi ser Serêkaniyê û Girê Spî de anî. Tirkiyeyê bi armanca dagirkirina herdu bajaran, êrîşî tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku di êrîşan de balafirên şer, tang, panzêr, hemû cureyên çekên giran û çekên kîmyewî bi kar anîn. Her wiha dewleta tirk çeteyên Cehbet El-Nusra, Artêşa Azad, DAIŞ û Opozîsyona Sûriyeyê jî bi kar anîn. Piştî berxwedana gelê herêmê û şervanên QSD`ê, Girê Spî û Serêkaniyê di encama êrîşên dijwar û bêdengiya hêzên garantor û civakên navnetewî de hatin dagirkirin.  
Rêveberiya Xweser bîlançoya koçberiyê ya Kantona Girê Spî eşkere kiribû ku nêzî 100 hezar kes ji navenda Girê Spî û gundewarên wê koçber bûbûn. 6 hezar û 41 koçber li kampa Til El-Semin a li Bakurê Reqayê hatin bicihkirin û yên din jî li bajarên din Kobanê, Reqa, Tebqa û Minbicê bi cih bûn. Şêniyên ku di bin dagirkeriyê de dijîn kiryarên herî hov ji talan, wêran, revandin, qetilkirin, tecawiz û hwd. dijîn. Her wiha dewleta tirk demografiya herêmê diguherîne, malbatên ji bajar û welatên cuda di Girê Spî bi cih dike. Li rex van kiryaran, dewleta tirk bênavber êrîşî gundewarên Girê Spî û navçeya Eyn Îsa dike û her dem komkujiyan pêk tîne. 
Bi wesîleya 2`yemîn salvegera dagirkirin kantona Girê Spî, ajansa me serdana kampa Til El-Semin kir, nêrîn, hêvî û helwestên koçberan girt. 
"Ev sê car e em koçber dibin lê dagirkerî dijwartir e"
Bêrîvan Salih ku ji pêkhateya Kurd e, niha tevî 4 zarokên xwe di kampê de dijî. Bêrîvanê diyar kir ku 3 car in ew koçber dibin û got: "Ev sê car in ku em ji Girê Spî koçber dibin lê ev cara dawî ji yên berê dijwartir bû. Cara yekemîn Cebhet El-Nusra êrîş kir, me nexwest ku em malên xwe berdin lê ji ber ku di mizgeftê de banga derketinê kirin, em neçarî koçberiyê bûn. Ji ber ku ew cara yekê bû em koçberiyê dijîn, em perîşan bûn. Ji ber vê em bi tirs vegeriyan malên xwe, çend roj çûn vê carê çeteyên DAIŞ`ê êrîş kirin. Kiryarên DAIŞ`ê gelek hov bûn, ji ber vê em koçberî Bakurê Kurdistanê bûn. Çawa ku Girê Spî ji aliyê şervanên YPJ`ê û YPG`ê ve rizgar bû, xezûrê min vegeriya Girê Spî. Dema ew li mala xwe û zarokên xwe dinêre ku hemû hilweşiyane, ew ji qehr û xemgîniyê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dide. Piştre em vegeriyan û me ji nû ve malên xwe ava kirin. Girê Spî di sînorên Bakurê Kurdistanê de ye, ji ber vê dewleta tirk rojane gef dixwarin. Êrîşa mezin a dagirkeriyê di 9`ê Cotmehê de dest pê kir, wiha jî em cara sêyemîn koçber bûn û em niha di kampa Til El-Semin de dijîn." 
"Wê çarenûsa dewleta tirk weke çeteyên wê be"
Bêrîvanê baweriya xwe ya vegera Girê Spî wiha bi lêv kir: "Têkiliya Cehbet El-Nusra bi dewleta  tirk re hebû û DAIŞ’î jî çeteyên dewleta tirk bûn. Me bi berxwedaniya şervanên xwe tevahî bajarên xwe rizgar kirin û pergaleke xwe ya bi ewle û aram ava kir. Ji ber vê baweriya me heye ku çawa çete tunebûn, wê tunebûn a dewleta tirk be jî. Em ê bajarên xwe vegerînin û ji nû ve malên xwe ava bikin."
"Derfetên jiyanê û ewlehî nema"
Helîme Mihemed Bozan bi eslê xwe ji pêkhateya Turkmen e, nêzî mehekê di bin dagirkeriya dewleta tirk de jiyaye. Helîmeyê kiryarên ku dîtin wiha anîn ziman: "Piştî dagirkeriya Girê Spî ez nêzî mehekê li wir mam. Min di mehekê de hemû kiryarên dewleta tirk û çeteyên wî dîtin. Di destpêkê de bi dehan malbatên çeteyan ji bajarên di bin dagirkeriya dewleta tirk de li Girê Spî bi cih bûn. Jinên çeteyan xwedî însiyatîf in, ji ber vê em ditirsiyan ku rastî wan werin. Nan, av, eleketrîk û gaz tunebû. Me kîsên naylon û çop kom dikir, agir pêdixist û xwarin çêdikir. Dewleta tirk di destpêkê de got ku ew hatine herêmeke bi ewle çêkin ji ber ku gelek koçberên ji Sûriyeyê li Tirkiyeyê ne û em dixwazin wan vegerînin axa wan. Lê piştî çend rojan rûyê wan ê rast diyar bû. Ji ber ku lawê min di tabûrên leşkerî de kar kiriye, ez neçar mam wî ji Girê Spî derxim. Ji ber vê min hevjîn û lawên xwe şandin Eyn Îsa, ez û keçên xwe di Girê Spî de man. Êdî bawerî di Girê Spî de nema, çeteyan hemû kesên ku di Rêveberiya Xweser de dixebitîn girtin. Ji lewre bêyî ku ez ji kesî re bêjim û beriya ku çete min bigrin ez 3 rojan li çolistanan perîşan bûm, heta ku gihîştim malbata xwe."
“Em ê vegerin axa xwe"
Helîmeyê got ku baweriya wê ya rizgarbûna Girê Spî heye û got: "Ewlehî di Girê Spî de nema, çeteyan kî digrt êdî malbatê hêviyên xwe jê qut dikir. Digotin ku Kurd terorîstin lê çeteyan Kurd, Ereb û Turkmen jî revandin. Ev du sal in ku Girê Spî hatiye dagirkirin lê me heta vê kêliyê jî hêviyên xwe qut nekirin. Ew ax a me ye, ji ber vê wê her a me be. Dema ku em dibînin QSD û Rêveberiya xweser bi rêbazan hewl didin bajarên me ji dagirkeriyê rizag bikin, dilê me rehet dibe û em dizanin ku xwediyên me hene."