Giranbûna Nexweşiya penceşêrê li Îdlibê

Jinên li Îdlîbê yên ku nexweşiya penceşêrê pêre peyda bûne ji derveyî êşa nexweşiyên xwe astengiya dermankirinê jî dikişînin.

Jinên li Îdlîbê yên ku nexweşiya penceşêrê pêre peyda bûne ji derveyî êşa nexweşiyên xwe  astengiya dermankirinê jî dikişînin.
SUHÊR ELIDLIBÎ
Îdlib -Ji ber li Îdlibê tenê nexweşxaneyek ji bo dermankirinê heye, kêmbûna alavên bijîjkiyiyê nexweşên penceşêrê rastî gelek zehmetiyan tên û hem ji ber hejariya milet li bajar, ev jî dibe sedem ku êşê li hember nexweşiyan û derfetên heyî zêdetir bibe. Penceşêr li Başûr û Rojhilatê Başûrê Sûriyê gelek belav bûye. Di sala 2018’an de li gor serjimara dergeha Bab Elhewa 1889 kes ji bo dermankirina penceşêrê derbasî Turkiyê bûne. 284 jin ji wan penceşêra pêsîrê bi wan re peyda bûne û yên din jî di cihên cuda de peyda dibin.
‘Ji ber xizantiyê ez nikarim xwe derman bikim’
Henan Yûsif ya 33 salî ku ji Xan Şêxûnê ya li navçeya Sermeda ya girêdayî Îdlibê ye  nizanîbû ku êşa serê wê diyardeya penceşêrê bû. Laşê wê rojane kêman li xwe dide û tu hêviya wê ya saxbûnê nemaye dibêje: “Ji ber xizantiyê, hevjînê min nikare min derman bike. Ji bilî mesrefa nexweşxaneyan, bê diraviya li Edlibê tenê hin dermanê sekinandina êşan û dermanê kîmawî didin min ew jî ji tenê ji bo demekê êşa min disekinîne.”
 ‘Hertim hêviya min ya saxbûnê heye’
Henan Yûsif yek ji sedan jinên ku ji ber kêm bûna bijîjkên pispor û kêmpeydakirina dermanan nikare derman peyîdabike got: “Ez dermanê kîmawî yê bêdirav distînim. Ez dizanim ku ev dermanane têra min nake ku ez pê sax bibim. Lê ev yek hestê berxwedaniya li hember êşê min dide min û ez hîs dikim bêçare nemame û min xwe radestî nexweşiyê nekiriye. Ji ber bê derfetiyan û girtinê minn nekariya biçîm Tirkiyê xwe derman bikim, ez dermanên xwecihî bi kartinim hertim hêviya min ya saxbûnê heye.”
‘Tiştek ji destê min nayê ji derveyî bi karanîna dermanên kimyayî’
Rûba Elqedeh ya 30 salî wiha behsa tekoşîna xwe ya bi nexweşiyê re dike: “Di pêsîra min de girêyek çêbû. Ez li nexweşxaneya  Îdlibê ya bi navê Bab Elhewa hatim dermankirim, li wêderê  dermanê kîmawî min girt. Di nava du salan de min zêdeyî 15 derziyan bi kar anî heta rewşa min ya tenduristiyê  baş bû ez vegeriyam mala xwe ya li gundê Herbenoş yê girêdayî Îdlibê.”
Rûba ya ku di nexweşiya xwede gelek zoriyan dikêşe û bê hêvî bûye dibêje: “ Piştî demekê min dît ku laşê min hemû bûye girê û ew hemû girê yên nexweşiya şêrpencê bûn û ev nexweşi li hemû laşê min belav  bûye û bi dilekî şewitî û şkestî dibêje tiştek ji destê min nayê ji derveyî bi karanîna dermanê kîmawî ez di zanim ji min re nabe derman jî  û niha jiyana min kurt bûye û ez bi çarenusa xwe razîme.”
Yekemîn navenda dermankirina penceşêra pêsîran di Mijdara 2018’an de Bi hevkariya komeleya tenduristiya Sûrî Emêrîkî li Îdlîbê vebû. Ew navend jî tenê ji bo penceşêra pêsîrê ye û rewşên penceşêrê yê din tenê dikarin bizanin ka ev nexweşî bi wan re heye yan na û berêwan bidin nexweşxaneyê Turkiyê.
Bijîjkê bi navê Mulhim Xelîlê 33 salî ku pisporê nexweşiyên xwîn û kêrsekan ye diyar kir ku: “Ev navenda tekane ye li bajêr. Ji bo nexweşiya penceşêrê di mehê de em temaşeyî 40  rewşên penceşêrê dikin. Ji wan ji % 20 penceşêra pêsîrane û yên din jî di malzarokê de yan jî  di xwînê de heye. Ji ber dermangirtina ji navendê rêjeyek ji nexweşan baş dibin.”
Mulhim da zanîn ku: “Zû dîtina vê nexweşiyê sedem ewe ku rêxistin gel hişyar dikin ku zu li xwe bipirsin.Giranbûna vê nexweşiyê, zorî û buhabûna dermankirina wê û kêmbûna kesên baş dibe, wisa dike ku nexweş bêzar bimînin û xwe radestî çarenûsa xwe bikin.”
Herî dawiyê jî bijîşkê neştegerê nexweşiyên dil ya navê Ela'i Elmûsa ya 32 salî got: “Rêjeya penceşêrê gelek zêde bûye taybet di cîgera spî, xwînê, kolon û pêsîrê de. Ji ber şerê heyî û bikaranîna hemû cureyên çekan wisa dike ku jîngeh qirêj bibe û bi zirar bibe.Hem jî ji ber belavbûna xwarina nepaqij û demqdiyayî.”
Ajansa lêkolînan ya penceşêrên navdewletî girêdayî rêxistina tenduristî ya cîhanê di rapora xwe ya meha Îlona sala 2018'an de diyarkiribûn ku Sûriyê ji zêdebûna nexweşiya penceşêrê ve di nava dewletên Rojhilatê Asya de di nava rêza pêncemîn deye.