'Gelo ez ê rojekê xweş bijîm?'

Ayşe Bedran ji bajarê Serêkaniyê ye, ew yek ji wan jinan e ku bi şerê domdar re êş û azarên koçberiyê dîtiye. Hê biçûk bûye dema ji bo alîkariya malbata xwe dev ji xwendinê berdide û dest bi cotkariyê dike.

NECAH MEÎŞ
Hesekê – Ayşe Bedran ji bo peydakirina debara jiyana xwe dest bi alîkariya malbatê kir û nexwend, ji bo wê jiyan ji lêgerîna zanînê girîngtir bû. Dev ji zaroktiya xwe berda û bi malbata xwe re di nava zeviyên çandiniyê û di bin tava havînê ya germ de cotkarî kir.
Tişta ku li windabûna zaroktî û jiyana wê zêde kir, zewaca wê ya di temenê 12'e salî de bû. Ayşe ji ber adet û kevneşopiyên civakê dibe berdêlî ji birayê xwe re. Berdêlî jî adeteke ku di dema berê de pir dihat kirin. Bi vî yeê ji dêvla pere jin ji xwe re dikin berdêlî jixwe ya ku herî zêde zoriyan ji vê kevneşopiyê dikşîne jin e. Ew bi kurê apê xwe re dizewice yê ku temenê wî zêdeyî 25 salan bû, berê jî hevjîneke wî hebû. Ji ber ku hevjînê wê kar nedikr, dîsa jî mecbûr bû li gel xelkê di nava zeviyan de bixebite. Di salên ku li gel hevjînê xwe derbas kirine de 9 law û 5 keç anîne dinyayê.
Ayşe ji ber sedemên malbatî nexwest navê wê were nivisîn.
'Ez ji zarokên xwe re dê û bav bûm'
Ayşeya ku niha temenê wê 55 salî ye, wiha behsa serpêhatiya jiyana xwe kir: "Me gelek feqîrî dîtiye, rewşa me ya malbatî gelekî nebaş bû em mecbûr bûn karê çandiniyê bikin. Bi ser de jî min di biçûkanî de zewicandin, hîn min tu xêr ji zaroktiya xwe nedîtibû. Hevjînê min jî kar nedikir dîsa ji bo xwedîkirina zarokên xwe diçûm cot. Me hemû jiyana xwe li ser mesleha û zeviyên xelkê derbas kir. Min bi keda xwe zarokên xwe mezin kirin. Piştî 7-8 sal derbas bûn di sala 1994'an de em çûn şamê li wir zarokê min kar kirin û rewşa me baş bû lê di sala 2011'an de dema şer li Şamê çêbû, em vegeriyan Serêkaniyê. Piştî em vegeriyan hevjînê min jineke din anî û ev zêdeyî 15'e sal in çavên me pê neketiye hê zaroka min di zikê min de 3 mehî bû terka me kiriye. Min bi tenê zarokên xwe xwedî kir, ez ji wan re dê û bav bûm."
'Dibistan ji me re bûye stargeh'
Ayşe dibêje ku piştî jiyana wan aram bû û rewşa wan a aborî baş bû, ji ber êrîşên dewleta tirk dîsa bi çolan ketine û wiha domand: "Dema dewleta tirk êrîşî me kir, em hema bi cilên li xwe reviyan. Bi balafirên xwe gef li me xwar, hema di kêliyekê de hemû kes ji mal û bajarê xwe derketin. Niha ez û zarokên xwe di dibistanên Hesekê de bi cih dibin. Wele em nikarin xaniyan jî îcar bikin. Hema dibistan ji me re bûye stargeh, çêtir e ez û zarokên xwe li kolanan bimînin. Her ez dibêjim 'Gelo heye ez rojeke xweş bijîm.' Min tu carî xweşî di jiyana xwe de nedîtiye." 
Dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê di 9'ê cotmeha 2019'an de êrîşên hovane bi ser bajarê Serêkaniyê û Girê Spî de biribûn. Hemû gel ji bajarê xwe koçber bûn, çeteyan hemû mal û milkên şêniyan tar û mar kirin. Koçber niha li Kantona Hesekê nîvî ji wan di dibistanan û nîvî ji wan jî di kampan de dimînin.