Gelê Xezayê bi mirinê re rû bi rû ye

Ji ber bomberana Israîlê ya ku ji hefteyek zêdetir e didome, gelê Xezayê bi wêranî, mirin, tirs û xofê re rû bi rû ye. Tevî peymanên navneteweyî jî Israîl, mirovan, mal û warê wan û hemû zindiyan hedef digre

 REFÎF ÎSLIM
Xeza – Ji heşt rojan zêdetir e ku helîkopterên leşkerî yên Israîlê deverên cuda yên li Xezayê hedef digrin. Ew bi riya çapemeniya xwe vê yekê bi serkeftina "Bnaka Armancan" bi nav dike ku ew jî cihên welatiyan û bi taybetî jin û zarokan hedef digre.
Sewsen Hene ya 42 salî dibêje; “Şev li gel niştecihên Xezayê wekî kabûs e. Tevî ku ew û malbata xwe ne di nav kesên ku balafirên dagirkeriya Israîlê wan hedef digrin de bû, şeveke pir dijwar derbas kirin. Bombebaran li dijî tevahî malên bi ewle çêdibû. Min bawer nedikir ku ez ê ji nava vê bombebarana hovane ya tevahî lawir û mirovan hedef digre de sax bimînim.”
“Her şev kabûsan dibînim”
Sawsan li vir axaftina xwe didomîne û dibêje ku ew ji singê xwe êşek giran dikşîne û bombebarankirina Xezayê bi bombeyên fosforê yên navneteweyî yên qedexekirî dibe sedem ku bêhna wê teng bibe û dibêje; "Min nexwest biçim nexweşxaneyê ji tirsa ku dê dagirkeriya Israîlê seyareya me hedef bigre.”
Li aliyê din Daniya EL-Cixbîr a 27 salî dibêje; “Di demek nêz de dê zarokek min çêbibe, ez gelekî ji bo zarokê xwe yê ku dê çêbibe ditirsim. Her şev kabûsan dibînim û di xew de qêrîn bi min dikeve. Her ku ez dîmenên komkujiyan li Xezayê dibînim bi taybetî jin û zarok, rewşek tirsê ya ne ji rêzê xwe li min dipêçe. Ez di wê tirsê de me ku ger di rê de biçim nexweşxaneyê û wesayîda min bê hedefgirtin û ji ber wê yekê nikaribim zarokê xwe bibînim.”
Li Xezayê 3 goristan hatin hedefgirtin
Şeyma Nesar a 23 salî, bi riya belavbûna peyamek li ser malpera tora civakî, bombebarana Xezayê şermezar kir û bi peyamê komkujiyên li Xezayê çêdibin raxist ber çavan.
Tê zanîn ku balafirên Israîlê, li Xezayê sê goristan hedef girtin ku ew jî goristana Şeban, EL-Şêx Ridwan li rojavayê Xezayê û goristana giştî li rojhilatê Xezayê bû.
Rîma Lafî ya 22 salî dibêje; “Li Xezayê ewlehiya sivîlan tune ye. Piştî ku me dengê balafirên Israîlê bihîstin, bêyî ku em zanibin me çi li xwe kiriye em ji malê derketin piştî ku em hinekî dûrî malê ketin me dengê bombebaranek bihîst ku tevahî herêm hejand. Min bawer nedikir ku ez sax im heya ku dayika min piştî çend kêliyan li piyê min da û got em vegerin male.”
Tevahî herêma Xezayê di bin xeterê de ye
Rîma Lafî dibêje ku tevahî herêma Xezayê heya mal jî di bin xeterê de ne, ew wêraniya ku dagirkeriya Israîlê ji kuştin û şewtandinê li pey xwe hiştiye, ji aliyê derûnî ve wekî xewnereşkê ye û dibêje: “Ez hêvî dikim ku ev bûyer dubare nebe. Dagirkerî û dorpêça Israîlê ya jiyanî û aborî li ser Xezayê dirêj nebe.”
Hêjayî gotinê ye ku Peymana Çarem a Cenêv a Parastina Sivîlan di dema şer de ku di 12’ê Tebaxa 1949’an de hatibû îmzekirin, li gorî xala 3’yemîn a peymanê, hedefgirtina sivîlan, qedexe dike. Divê kesên ku rasterast beşdarî şeran nabin, di nav de kesên ku ji ber nexweşî, birîndarî, binçavkirin, an sedemek din, bi awayekî mirovî danûstandin bi wan re were kirin bêyî ku cudahî li ser bingeha nijad, reng, ol û zayend an bawerî li dijî wan were kirin.