Gefên malbatên DAIŞ’ê li ser penaberên Kampa Holê

Penabera Îraqiya ku 6 salin li Kampa Holê dimîne Kemîla Îbrahîm Ceber da xuyakirin ku ji dema hatina malbatên çeteyên DAIŞ'ê ve xeteriya li ser jiyana wan pir bûye û daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kir ku wan veguhezîne warê wan.

SORGUL ŞÊXO
Hesekê - Yek ji xetertirîn kampên di cîhanê de Kampa Holê ye. Kampa Holê a ku bi 45 km Rojhilatî bajarê Hesekê a Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikeve. Li gorî daneyên dawî zêdetirî 31 hezar penaberên Iraqî, 21 hezar koçberên Sûrî û 8700 malbatên çeteyên DAIŞ'ê û biyanî, li kampa Holê dijîn. Piştî rizgarkirina Baxozê bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ'ê, yên ku xwe teslîmî hêzên QSD'ê kirin, li Kampa Holê hatin bi cih kirin. Piştî bi cih kirina malbatên çeteyan, rojane bûyerên qetîlkirina koçber û penaberên Sûrî û Iraqî rû didin. Ji destpêka sala 2021'an ve li Kampa Holê heya niha zêdetirî 47 penaberên ku piraniya wan Iraqî ne hatine qetilkirin. 
Li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ ku bûn sedema tevlehevî û ne aramiya koçberên di kampê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn Asayîş bi hevkariya YPJ/YPG'ê û QSD'ê operesyoneke berfireh  destpêkirin. Operesyona ku ji berbanga 28'ê Adarê ve dest pêkir, bi hezarn karmend û şervan tevlî bûne. Operesyon bi kontrolkirina fêza yekê ango beşê koçberên Iraqiyan dest pê kir û ber bi fêzên Mûracîratan ve didome.
Koçbera Îraqî ya bi navê Kemîla Îbrahîm Cebar a ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ sala 2014’an li ser Mûsilê re koçberî Sûriyê bûye û li Kampa Holê hatiye bi cih kirin, ji ajansa me re axivî. 
“6 sale di vê kampê de dimînim”
Di kêliya konê Kamîle dihat kontrolkirin de wiha axivî: "6 sal in, ji ber êrîşên DAIŞ'ê gelek malbat ji Mûsilê koçber bûn, yek ji wan malbatan em ne. Beriya demekê em çûn Mûsilê, lê mixabin Îranî li warê me bûn, min li wir aramî nedît. Ji lewra em dîsa ji Bexdad ber bi Enbar ve vegeriyan Kampa Holê, çiqasî zor be jî em li vir hinekî aramiyê hîs dikin. Hêzên Asayîşê gelekî bi me re alîkarin.” 
“Bi zorê çerçef li me û zarokên me kirin”
Kamîle da zanîn ku ji dema hatina malbatên çeteyên DAIŞ’ê ve wan ji ber tehdît û gefan xwe û zarokên xwe nixumandine û wiha pêde çu: “Ji dema bicihkirina malbatên çeteyên DAIŞ'ê yên ku ew ji Baxozê anîn kampê, êdî gelek pirsgirêkên kûr rû dan. Heya vê dawiyê jî gihişt asta qetilkirinê. Yên ku herî zêde tên qetilkirin jî penaberên Iraqî ne. Hebûn û hatina malbatên çeteyên DAIŞ'ê bi xwe, li ser me û li ser tevahî penaberan xeteriyeke pir mezin ava dike. Çarçefên ku aniha jî me da ye serê xwe û zarokên xwe jî bi darê zorê ye. Malbatên DAIŞ'ê gelek gefên kuştinê dikin û qetilkirinê pêk anîn, ji ber wê em neçar man ku em çarçef li xwe bikin."
“Li hemberî gef û tehdîdên wan jî bi îsrar im bijîm”
Kemîla da zanîn ku yên zirarê ji DAIŞ'iyan dibînin penaberên Iraqî ne û wiha dirêjî da gotina xwe: "DAIŞ tune nebûye, malbatên wan bi rêxistinbûyîna xwe ji nû ve xwe ava dikin û xeteriyeke pir cidî li ser jiyana me didin ava kirin. Bi vekirî ji min re digotin: ‘An em ê konê te bişewitînin, an em ê li gel we bijîn.’ Ez yek ji wan jinên ku konê wan bezîn lê kiriye, lê em bi şans bûn ku nehate şewitandin. Em di rewşeke ne aram de dijîn. Deriyê konê min heya serê sibehê piştî ku tav derdikeve ez vedikim. Di saetên êvarî de qetilkirin çêdibe, ez jî ji tirsa li ser zarokên xwe difikirim û heya ji min tê ez wan diparêzim."
“Rojane şerê me dikin”
Kemîla bilêv kir ku ji ber alîkariya çeteyan nakin rojane tên tehdîdkirin û wiha pêl da gotina xwe: "Em wekî malbatên Iraqî yên ku ev 6 sal in li Kampa Holê bi cih bûne, yên herî zêde rastî bûyerên qetilkirinê tên. Yek ji wan sedeman jî ew e ku dema DAIŞ hatine avakirin û li Dêra Zorê belav bû, em nebûn alîkar ango tevlî wan nebûn. DAIŞ'iyan ji me re digotin ku we çima bi me re şer nekiriye? Em ji ber şer koç bûne, em ê çawa dîsa şerê sivîlên bê guneh bikin û em bi xwe ji ber şer, bombebaran û zilmê reviyan e?. Ji ber wê em tu carî xwîşk û birayên xwe qetil nakin."
“Bila Hikûmeta Iraqê me veguhezîne cihê me”
Kemîla bal kişand ser operesyonên ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn dide meşandin û wiha nêrîna xwe anî ziman: "Em gelekî ji operesyonên ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn dide meşandin, razî ne û di heman wextê de jî em bi wan re alîkar in. Dema ku di saetên êvarî de em dewriyên wan di kolanê de dibînin, aramiyek di dilê me de çêdibe. Em daxwaz dikin ku Hikûmeta Iraqê me veguhezînin Mûsilê, ji ber ku li vir êdî bi hebûna malbatên DAIŞ'ê aramî tune ye. Di heman wextê de jî pêwîste ku çareseriyek ji Kampa Holê û bûyerên qetilkirinê re were dîtin."