Fethiya Salim El-Şiblî: Yekitiya jinên Ecdabiya sîwanek e hemû komên jinan di nav xwe de dihewîne

Yekitiya jinan di hemû waran de û di warê siyasî de jî roleke sereke di bihêzkirin û piştgirîdayîna jinan de dilîze ji ber ku sîwanek e û bingehek ji wan re peyda dike ku zanyarî û hişyariyê dide wan û siyasetên giştî yên girêdayî jinan di civakê de pêk tîne. Her wiha yekitî ji ber ku rêxistin û saziyên jinan di nav xwe de dihewîne, bingehek mezin ji hewcedariyên jinan re ava dike.

 
ÎBTÎSAM AXFÎR
Bîngazî-Yekitiya jinan di hemû waran de roleke girîng dilîze û piştgiriye dide jinan, têkildarî girîngiya yekitiya jinan û avakirina wê de me bi seroka Yekitiya jinan a bajarê Ecdebiyê Fethiya Selîm El-Şiblî re hevdîtin kir.
"Armanc bi avakirina yekitiyê ew e ku piştgiriyê bide jinan"
Fethiya Selîm El-Şiblî ji ajansa me re axivî û wiha got: "Yekitî di nîvê sala 2021'ê de hat avakirin û di 1'ê Tîrmehê de ji komîsyona Civaka Sivîl ji bo tevli hilbijartinên Yekitiya Giştî ya jinan bibe qanûn bi dest xistin, armanc bi avakirina Yekitiyê ew e ku sîwaneke ku hemû komên jinan li bajêr di nav xwe de bihewîne û xurtkirina rola jinan û piştgirîkirina wan di hemû waran de çi aborî çi siyasî û çi civakî be."
Bi riya tora civakî rêxistinbûna xwe xurtir kirin
Der barê mekanîzmaya pêwendiya navbera yekitiyê û yekitiya jinan ên li bajarên din ên lLîbyayê û yekitiyên giştî jî Fethiya El-Şiblî wiha got: "Me li ser Whatsapê komek mecmûak ava kir û endamên yekitiyê bi riya wê hev nas kirin û gelek mijarên yekitiyê û rêxistina wê bi giştî gotûbêj kirin û anîn ziman. Her wiha yekitiya jinan a Ecdabiya di peywendiyê de ligel yekitiya jinan a Bingaziyê komxebatek li ser proseya hilbijartinan û rola jinan di wê de li dar xist."
Bi xebatên xwe zehmetî derbas kirin û serkeftin bi dest xistin
Wê anî ziman ku di dema damezrandina Yekitiyê de rastî hin zehmetiyan hatine, ji ber ku wek Yekitiya Jinan a Bingazî ye û wiha gotinên xwe domand: "Hinek jin li dijî avakirina bi lez nerazî bûn lê ev yek rewa ye ji ber ku biryar hebû Yekitiya Giştî ya Jinan civîna xwe di 7'ê Tîrmehê de li dar bixe, ji ber vê yekê pêwîst dikir ku em bi lez yekitiya jinan a Ecdabiya ava bikin da ku em bikaribin di nava yekitiya giştî de hilbijartinan bi dest bixin. Ji bo avakirina yekitiyê tevgerên jinan li bajêr di sala 2017'an de hebûn lê di wê demê de tu rêgezek zagonî ji bo hêsankirina proseya yekgirtinê tunebû lê em dikaribûn bi ser bikevin, astengiyan jî derbas bikin û tişta niha ji bo me girîng ew e ku me gavek avêt û em beşdarî yekitiya jinên giştî bûn û em bûn endamên fermî di navde."
Tenê komele û rêxistinên ku piştgiriyê didin jinan cihê xwe di nava yekitiyê de digrin
Der barê fikra avakirina yekitiyê de ku xwe dispêre rêxistin û saziyên jinan û girêdana jinan bi tenê nagire nav xwe, wê wiha got: "Ji bo avakirina yekitiya jinan şertên esasî û taybet hene, ku yên tevli bibin girêdayî rêxistinên jinan be ku kar dikin û xizmetê ji kategoriya jinan re dikin, wek ku jê re yekitî tê gotin, ji ber vê yekî pêwîst e komek rêxistin û sazî di nav wan de cih bigrin."
"Jinên xwedî pêdiviyên taybet jî cihê xwe di nava yekitiyê de digrin"
Fethiya El-Şiblî destnîşan kir ku jinên xwedî pêdiviyên taybet bi riya saziya Al-Hmm a bi xizmeta jinên astengdar re eleqedar e di yekitiyê de cih digrin û wiha got: "Em bi hemû hêz û cidiyet hewl didin vî beşî tevli nava yekitiyê bikin û piştgiriyê ji wan re pêşkêş bikin ji ber ku ew beşên herî girîng in di nava civakê de û tu carî çênabe em wan bi tenê bihêlin."
Li gorî derfetan yekîtî hewl dide bi hemû hêza xwe piştgiriyê pêşkêş bike
Li ser cewherê piştgiriya ku yekitî ji jinên bajêr re pêşkêş dike de jî wiha anî ziman: "Yekitî hê nû di damezrandina xwe de ye lewre me heta niha piştgiriyeke berbiçav ji jinan re nekiriye, bi taybetî ji aliyê aborî ve lê me di warê bilindkirina hişyarî û perwerdeyê, di warên civakî, çandî û siyasî de û amadekirina jinan ji bo rûbirûbûna civakê li hemberî wan guhertinên ku rû didin, piştgiriyeke mezin pêşkêş kiriye."
"Di semînera ku me pêşkêş kir de bal hat kişandin ser rola jinan"
Fethiya El-Şiblî li ser çawaniya piştgiriya jinan di proseya hilbijartinan de, çi namzed bin yan jî dengdêr in, wiha got: "Yekitî bi giştî beşdarî proseya siyasî dibe, di warê girîngiya dengdanê de hişmendiya jinan em zêde dikin û girîngiya dengê xwe dizanin û li gorî wê, ew dengên xwe didin kesê ku heq dikin, ji ber ku jin jî beşdarî proseya biryargirtinê dibin. Her wiha di heyama dawî de Yekitiyê semînerek hişyariyê li ser beşdarbûna jinan di proseya hilbijartinan de wek namzed an jî wek dengder li dar xist û komek ji Yekîtiya Jinên Bingazî tê de beşdar bûn û di vê çarçoveyê de semînareke baş bû û bal kişand ser rola jinan."