Felek Fîdan: Me zirarên ku şer li ser jinan çêkiribûn dît

Felek Fîdan diyar kir ku projeya TitulaARTS atolyeyên xwe yên ji bo jin û zarokên penaber didomîne, berdewam dike û got; “Me di atolyeyan de zirarên ku şer li ser jinan çêkirine baştir dît. Di esasê xwe de ji bo pêşîgirtina li van şeran divê xebat bên kirin” û da zanîn ku ew ê daneyên berhev kirine di dawiya salê de bi raya giştî re parve bikin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Komeleya Lêkolînên şopandina Koçberiya Mezopotamyayê li ser projeya bi navê TitulaARTS a li Amedê ku bi piştgiriya du saziyên sivîl ên li Barcelonayê hatibû destpêkirin, xebata xwe didomînin. Armanca projeyê ew e ku piştgiriya psîkolojîk û civakî bide jin û zarokên ku ji şerê li Sûriyeyê bi bandor bûne. Di çarçoveya projeyê de, di perwerde û komxebatên ku ev 8 meh in didomin de, xwegihandin 91 jinên penaber ên Ereb û Kurd hene.
“Bi atolyeyan jin guherîn û bi pêş ketin”
Aliyê projeya zarokan ku dê salekê bidome, ji aliyê Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn, komxebatên li ser tenduristî û hişmendiya jinan ji aliyê Komeleya şopandin û Lêkolînê ya Koçberiya Mezopotamyayê ve tên dayîn. Alîkara projeyê û hîndekara tenduristiya jinan Felek Fîdan, got ku xebatên atolyeyê ku bi mehan berdewam kirin, bi jinan re guhertinên fîzîkî û derûnî çêkir. Felek Fîdan diyar kir ku jinên di vê pêvajoyê de bi travmaya şer re rû bi rû mane dest bi hêsantir vegotina tiştên jiyîne kirine û da zanîn ku karê wan dê çar mehên din jî bidome.
"Me travmayên ku jinan jiyane yek bi yek dît" 
Felek Fîdan destnîşan kir ku projeya TitulaARTS di Sibata 2021’ê de dest pê kiriye û wiha got: “Heta niha me pêvajoyek 8 mehan li pey xwe hişt. Di vê pêvajoyê de, em bi tevahî bi 91 jinan re civiyan. Ev pirsgirêk û alozî bi tevahî di şeklê îfadekirina travmayên ji ber bandorên neyînî yên şer li ser jinan derketine holê. Carna vana mîna giriyên bedenê bûn, dixwestin ku bêtir biaxivin. Di heman demê de me rewşên hundurîn ên wekî jin xwe tenê û ne ewle hîs dikin, dijiya."
“Jin bi komxebatan civakî bûn” 
Felek Fîdan diyar kir ku jinên beşdarî komxebatan bûn bi civakîbûnê xwe baştir hîs kirine û wiha domand: “Me hewl da bi ronîkirina pirsgirêkên ku me dîtin, bi meşandina çalakiyên ragihandin û civakîbûnê jin bi me re têkiliyê bi pêş bixin. Piştî ku dewreyên du mehan bi dawî bûn, me careke din bi van jinan re hevdîtin kir. Me xwest em pêvajoyên rehabîlîtasyonê û dermankirinê dirêj bikin û bandora vê li ser jinan bibînin. Dema ku yekem car hatin atolyeyê û dawiyê, me pêşketina wan a di warê derûnî û civakî de dît.”
"Divê çareseriyên pêşîlêgirtinê bên afirandin" 
Felek Fîdan, anî ziman ku bi atolyeyan zirarên şer ên li ser jinan baştir dibînin û destnîşan kir ku divê xebatên ji bo pêşîgirtina van zirarên derûnî berdewam bikin. Felek Fîdan diyar kir ku ew armanc dikin di dawiya karê xwe yê salek de xwe bigihîjînin 96 jinan û got ku ew ê di dawiya projeyê de karê xwe ragihînin. Felek Fîdan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ev rewşek diyarkirî ye ku jin û zarok bi giranî ji şeran bi bandor dibin. Di bingehê de, ji bo pêşîlêgirtina wan şeran divê xebat werin meşandin. Li herêmên ku ev diqewimin, rêxistinên neteweyî û navneteweyî jî di nav de, pêwîst e li dijî van felaketan çareseriyên ku dikarin pêşî lê bigrin çêbikin. Di dawiya salê de, bi van jinan re xebatek me ya anketê çêbibe. Di encama vê xebatê de, em plan dikin ku daneyan biweşînin, raporek binivîsin û vê raporê bi çapameniyê re parve bikin.”