Failên Bedriya Gumuş 29 sal in nehatine darizandin

Malbata Bedriya Gumuş a ku di sala 1992’an de li ber deriyê mala xwe li gundê Kuşkaya yê Nisêbîna Mêrdînê hatibû kuştin, 29 sal in li edaletê digere. Hayriya Dogan ji bo failên xwişka wê werin dîtin her roja Şemiyê wêneyê wê digre destê xwe û beşdarî çalakiya xizmên windayiyan dibe.

Malbata Bedriya Gumuş a ku di sala 1992’an de li ber deriyê mala xwe li gundê Kuşkaya yê Nisêbîna Mêrdînê hatibû kuştin, 29 sal in li edaletê digere. Hayriya Dogan ji bo  failên xwişka wê werin dîtin her roja Şemiyê wêneyê wê digre destê xwe û beşdarî çalakiya xizmên windayiyan dibe.
MEDİNE MAMEDOGLU
Amed - Bedriya Gumuş a ku li gundê xwe dima, her tim leşkeran bi ser mala wan de digirtin, gefa çetekariyê li gundiyan dikirin. Gundî ji bo ku van serdagirtinên malan protesto bikin di 17’ê Sibata sala 1992’an de ji gundê Kuşkaya heta gundê Yardere xwestin meşê li dar bixin. Dema gundiyan dest bi meşê kirin leşkeran xwestin pêşî li meşa wan bigrin. Di dema astengkirinê de gule li ser wan reşandin bi guleyan li cihê bûyerê 5 kesan jiyana xwe ji dest da, Bedriye Gumuş yek ji wan bû. Ji ber ku gelek gule li bedena wê ketibûn bi giranî birindar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.
Li gorî daxuyaniyên malbatê, dema ku Bedriya Gumuş rakirin nexweşxaneyê  leşkeran ji wan xwestin bêjin ji aliyê rêxistinê ve hatiye kirin. Bedriya Gumuş li gel hemû mudaxeleyan jî jiyana xwe ji dest da. Tevî ku di ser lêpirsîna der barê failên Bedriye Gumuş û her 5 kesên jiyana xwe ji dest dane bi dehan sal jî derbas  bûne jî heta niha tu bersivek nehatiye dayîn.
“Ji wê rojê heta niha tiştek nehatibe serê me nema”
Hayriye Doxan a ku xwedî du zarokan e dide diyarkirin ku ji bo failên xwişka wê Bedriya Gumuş werin dîtin û darizandin tenê xwesteka wê edalet e û got ku roja bûyer qewimî ye leşkeran gule bera wan dane û di encamê de xwişka wê jiyana xwe ji dest daye. Hayriye da zanîn ku ji wê rojê heta niha ji bo failên wê werin ditin û darizandin têdikoşin. 
Bi wêneyên di dest xwe de her hefte beşdarî çalakiya xizmên windayiyan dibe û dibêje: “Ez tenê azadî û edaletê dixwazim. Ji ber vê jî bi salan e ez têdikoşim. Du zarokên xwişka min bêxwedî man, tiştek nema ku nehat serê me. Gundê me hat şewitandin, em ji cih û warên xwe koç bûn, ji derveyî evqas tiştan tenê xwesteka min edalet e. Failên xwişka min û failên windayiyên din bila werin dîtin û darizandin.”
“Em bi wêneyên li destên xwe têdikoşin”
Hayriye Doxan bi bîr dixe ku heta nefesa xwe ya dawiyê wê têkoşîna edaletê bidin domandin û wiha pêde çû: “Bi salan e ez bi vê êşê dijîm. Bi hezaran kesî wekî min êş kişandine. Lê êdî bes e bila kes neyê kuştin, ji bo edaletê ez bi salan têkoşiyam û beşdarî hemû çalakiyên xizmên windayiyan bûm. Heta nefesa xwe ya dawiyê jî ez ê çalakiya xwe ya ji bo edalet û aştiyê bidomînim û ez ê her bêjim edalet û aştî. Em hê jî li benda edaletê ne. Heta ku ew edalet bi cihe were em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bi wêneyê di destên xwe de van rojan û ew êşên me kişandine, tu carî ji bîr nekin.”