Ez naxwazim rola jinên qurbanî bilîzim

Ez bi hebûna jinan di medyaya dîtbarî de razî me û rola wan pir bingehîn e. Bawer dikim ku di hin rêxistinên çapemeniya dîtbarî de, ji sedî 80 xebatkarên wan jin in. Ji ber vê yekê jin berpirsyariya naveroka medyayê ya hilberîner digrin ser milên xwe.

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ
Tûnis - Rojnamegera Tûnisê Mebrûka Xizêr dest nîşankir ku şerê ji bo sepandina mafan ne hêsan e û riya wê dijwar e, pêdivî heye ku têkoşîn berdewam bike heya ku jin rabin, rabûna jinan wekî ronesansek gelêrî û serfiraziyek kolektîf e loma jî maf tên girtin
Mebrûka Xizêr rojnamegerek Tûnisê, akademîsyen û nûçegihanek navneteweyî ye û niha edîtora rojnameya "El-Sebah News" e. Di hevpeyvîneke ji Ajansa Nûçeyan a Jinan re, li ser gefên li ser destkeftiyên jinên Tûnisê û girîngiya jinan di navendên rêveberiyê de her wiha, mîsyona serkeftina projeya wekheviyê di mîrasê de axivî.
Tevî ku ji sedî 60 kesên li zanîngeha Tûnisê xwendekar in keç in, çima jin ji rêveberiya saziyên akademîk û zanîngehên jinan dûr mane?
Rêjeya xwendinê li Tûnisê li gorî jinên li welatên cur be cur ên Ereb zêde ye. Ev jî vedigere rêveberên siyasî ku piştî serxwebûnê Tûnis bi rêve dibirin. Bi nirxa xwendinê bawer bûn ku ew ji bo pêşketina civakê faktoreke bingehîn e û di dewleta serbixwe de mecbûrî ye. Tûnis dikaribû di perwerdeyê de berhem bide lê di rêveberiya jinan de ne xwedan berhem bû.
Em dibînin ku rêjeya jinên çavdêriya saziyên zanîngehê dikin li gorî mêran qels e û ev mixabin ji ber ku rola jinên Tûnisê ku di gelek waran de şarezatiya xwe îsbat kirine lê ji akademiyan hatiye dûrxistin.  Îro em qala jinên ku ji hêla jêhatîbûnê ve tên xwedî taybetmendî ne dikin. Ez bawer im ku gihîştiye qonaxeke afrîneriyê û qudreteke mezin a rêveberiyê ku dihêle ew karibe saziyên akademîk di çarçoveya pêşketina zanistî de birêve bibe.
Ji bo min cihê xemgîniyê ye ku ez bibînim, di guhertinên li pey hev ên hikûmetê yên bi salan de qutbûna sîstematîk a jinan bi hinceta "kêmasî û nebesiyên jinan" tê binavkirin. Hem jî ev yek di demeke ku hejmarek mezin a jinên afrîner heye û îsbat bûye de.
Li vê derê, ez bi daxuyaniyên hin karbidestên Tûnisê ku qabiliyeta jinan kêm dibînin ecêbmayî dimînim lê ez bawer im ku ew ê biafirînin û hebûna xwe isbat bikin.
Hûn dikarin behsa tecrubeya xwe ya akademîk bikin?
Ez li Enstîtuya Rojnamegerî û Zanistên Nûçeyan dixwînim, tecrubeya min piştî xebata qada min a rojnamegerî, wênekêşî û nûçegihaniyê çêbû. Ez bi giyana li qadan ku bi min re bû alîkar heta ku bûm akademîsyenek têr bûm. Dîtina akademîsyenek ku bikaribe di navbera giyanê qadê û xebata rojnamegerî ya teorîk de hevsengiyek çêbike tiştek hêja ye. Ev mînakek baş e ji bo xwendevanên ku dê zanîngehê biqedînin û bibin rojnemevanên li qadan. Li vir ez tecrubeya xwe wekî cerebeyeke dewlemend dibînim ku tê de aliyên teorîk û pratîkî hene. Ya ku alîkariya min kir ku ez dersa "spîkeriya televîzyonê" hîn bibim, rêveberiya Enstîtuya Rojnamegerî û Zanistên Nûçeyan a enstîtuya giştî ya tekane ya li Tûnisê bû.
Li gorî we, taybetmendiyên jinên ku di qada rojnamegeriyê de dixebitin çi ne?
Taybetmendî tune ne. Xebata jinan di beşa çapemeniyê de ji karê rojnamegeriyê ne cuda ye ji ber ku taybetmendiyên rojnamegeriyê li gorî her du zayendan in. Rojnameger teqez divê ku jinek be ku ji raya kesên din re vekirî be û berpirsyariya civakî hîs bike, zêdebarî ji bo ku ji bo pêşxistina jêhatiyên xwe bi berdewamî dixebite…
Jin bi tu awayî ji mêran cuda nabin û divê em ji vê prensîbê derkevin da ku em di xebata xwe ya rojnamegeriyê de bi ser kevin. rojnameger di têkiliya bi nûçe û naveroka medyayê re, ji dil dixwaze rastiyê eşkere bike. Her wiha divê bi exlaqê pêşeyî re girêdayî be da ku em bikaribin naveroka medyayê bikin xwedî qelîteyek bilind û hilbirîner bin. Divê rojnameger jinek be ku di mijûlbûna bi pîşeya pirsgirêkê de ji zîhniyeta karmendê giştî dûr bixebite, ji ber ku pîşeya me di sînorên demê de namîne û xebata rojane radiwestîne. Peyama şandina nûçeyê qet nesekine û divê em hay ji hemû geşedanan hebin da ku em bi ser kevin. Îro em qala medyaya nûjen a li ser bingeha wêne û vîdyoyê  ye dikin û ya ku ji rojnamegerek tê xwestin ev e ku bi hezkirineke mezin nêzî nûçeyan bibe û karibe agahiyên ku sûdê didin gel berhev bike û xalên girîng derxe pêş.
Mebrûka Xizêr, rojnameger û rexnegira naveroka medyayê ya piştî şoreşê. Hûn rola rojnamegerên jin di gihandina naverokek baş a hişyarkirinê de çawa dinirxînin û gelo hûn bi hebûna rojnamegerên jin di medyaya dîtbarî de razî ne?
Erê, ez bi hejmar, bi hebûna jinan di medya dîtbarî de razî me û rola wan pir bingehîn e. Bawer dikim ku di hin rêxistinên çapemeniya dîtbar de, ji sedî 80 karmendên wan ên çapemeniyê jin in. Ji ber vê yekê jin berpirsyariya naveroka medyayê ya hilberandî digrin ser milên xwe. Jixwe hin saziyên ragihandinê ji bo naveroka xebata xwe baş bikin û bi pêş bixin di nava hewldanan de ne lê berhênanê rojnamegerî li Tûnisê ne di asta wê azadiya ku me piştî şoreşê bi dest xistiye ye. Hebûna jinan li eniyên pêş û ji ber ku jin di refên pêşiyê de ne ew berpirsyariyê digirin ser xwe.
Tevî hebûna wê di tevna çapemeniya meydanî ya saziyên ragihandinê de, hebûna wê di navbera medya giştî û ya taybet de, bi taybetî di warê hebûna wê ya li pêş perdeyê de tê guhertin. Ez bawer dikim ku heke hilberîna me ya medyayê pir bi qelîte be, wê demê jin berpirsyariya wê digire ser xwe lê ger berevajî be na.
Bernameya we "Fî EL-Mewid" digel materyalên hêja yên we pêşkêş kiriye jî çima serfiraziya xwe bi dest nexist?
Bername di asta neteweyî de ezmûna min a yekem bû. Ji ber taybetmendiya wê, tecrube temam nebû û dirêj nedomiya. Ji ber ku di pêlên lêpirsînê û mijarên şewatê de bi nav bû, ji ber kêmbûna şiyanên hilberînê ya televîzyonê hat sekinandin. Ji hêla navdarên ku wê wekî beşek ji nûçegihaniya bi kalîte dihesibînin têkeliya hilberîneriya medyaya me tunebû..
Projeya wekheviya di mîratê de li Tûnisê bû sedema nîqaşan û di navbera redkirin, pejirandin û guhertinê de sekinî. Li gorî we, çarenûsa vê projeyê çi ye?
Piştî ku me li Tûnisê wekî destkeftiyek û şerekî nû qala wekheviya di mîratê de dikir, em vegeriyan ser destkeftiyên kevn û ji wekheviya mîratê dûr ketin.
Jin li kêleka mêr amade ne û di asta hilberînê de ne ku ji me re hewce dike em ji nû ve li ser wekheviya mîratê bifikirin. Jin derketin ser karê xwe û tevli afirandina dewlemendiyê bûn ku pêdivî bi liberçavgirtina wekheviya mîratî heye û gelek derî ji bo xîretê hene. Pir rewa ye ku mirov li ser wekheviya tevahî biaxive ji ber ku jin di jiyanê de bûne hevkarên aborî û civakî lê mixabin em nikarin bi van mijaran ve mijûl bibin, ji ber ku em şerê bê îstîqrariya siyasî û şerê parastina destkeftiyên kevn dikin
We diyar kir ku destkeftiyên jinan îro di bin xeter û tehdîtê de ne. Ji bo vê hûn dikarin çi bibêjin?
Şerê îro em ji bo mafên jinan dikin ne tenê şerekî qanûnî ye û ne girêdayî qanûnan e ji ber ku qanûnên pêşketî hene. Ev şerekî hişmendî ye ku hîn jî serdestiya civakê dike û rastî ev e ku ji aliyek din ve, jinên ji wekheviya tevahî ya mirovan bawer nakin hene. Bi vî rengî ew gefê li riya wekheviyê dixwin. Em êdî pêşketinê naxwazin. Tenê em dixwazin destkeftiyên kevn ên jinan di bin ronahiya rabûna rastgirên rast de biparêzin.
Pevçûna jihevxistin an rakirina mafan ne hêsan e û riya wê dijwar e lê ew peywirek e ku hewceyê fedakarî, têkoşîneke domdar û ramaneke vekirî û modernîst a hem jin û hem jî zilamê ku divê bi wê re rol bilîze ye...
Ez naxwazim di civakek zikorî de rola jinek qurbanî bilîzim ji ber ku ez bawer dikim maf wêran bûne û ji hêla desthilatdar û siyasetmedaran ve nayên dayîn.
Şerê me dê bi rojane be, ji ber ku divê jin cesaret bikin û da ku helwestên pêşengiyê û ramanên xwe bi pêş ve bibin. Ez ji bo pozîsyona xwe di çeperên pêşengiyê de hewl didim û pêdivî heye ku em ji xwe re bibin alternatîf û riya cudahî û serfiraziyê vekin.