"Ez naxwazim ji ber kêmendamiya xwe dev ji jiyanê berdim"

Di nava van çend salên şer de li Iraqê nexweşî û kêmendamiya fizîkî pir belav bûye, bi taybetî di zarokên ku di demên şer de dayik bûne. Amanî Mihemed jî yek ji wan zarokan e ku dema hatiye dinyayê kêmendam bûye û niha jî ew jineke ciwan a 23 salî ye. Amanî Mihemed bi hêvî, xweşbînî û îsrar li hemberî zehmetiyên jiyanê disekine.

 
XOFRAN AL-RADÎ
Bexda - Di nav van çend salên şer de li Iraqê nexweşiyên ku beriya niha pir kêm bûn zêdetir bûne, kêmendambûn pir belav bûye û herî zêde zarokan para xwe ji van nexweşiyan girtiye. Amanî Mihemed a 23 salî ya ji ber felca herdu lingên xwe, kêm hereketkirina dest û hin pirsgirêkên nefesê êşê dikşîne tevî van zehmetiyan û nêrînên civakê jî hewl dide jiyana xwe bi erênî bijî û biryar daye ku dest bi projeya xwe ya biçûk bike.
"Min hêza xwe ji malbata xwe girt"
Der barê teşwîqirina kesên derdora wê ya ji projeya wê re Amanî Mihemed wiha axivî: "Min hêza xwe ji malbata xwe girt, malbata min û hevalên min roleke mezin di teşwîqirina min a ji bo destpêkirina projeyê de lîstin û di demên ku hin daxwazên çêkirina şîraniyê çêbûn, min hîs kir ku ez di vê jiyanê de karekî dikim û heger ez bêtir ked bidim ez ê serkeftinê bi dest bixim."
"Tundiya devkî dê li pêşiya karên min nebe astengî"
Amanî Mihemed xemgîniya xwe ya ji ber berdewamnekirina xwendina xwe ya ji ber ketina bin bandora tundiyê anî ziman û wiha got: "Min di dibistana seretayî de dev ji dibistanê berda û ez di 6 saliya xwe de kêmendam bûm. Wê demê min tundiya devkî ya ji aliyên hevalên xwe yên dibistanê ve tehemul nedikir lê niha min pêvajoya bandorbûna bi gotin û nerînên neyînî derbas kiriye û vê carê ez ê serkeftinê bi dest bixim."
"Kêmendambûn ne di aliyê fizîkê de dema di hiş û fikir de be pirsgirêk e" 
Amanî Mihemed di hundir û derveyê malê de alîkariya malbata xwe dike, di hin karên malê de alîkariya dayika xwe dike her wiha serê sibê jî ji bo kirîna nan û hin hewcedariyên kîlerê bi kursiya xwe ya bi teker derdikeve derve û pêwîstiyên malê pêk tîne. Amanî Mihemed dibîne ku kêmendambûn ne di aliyê fizîkê de ye di hiş û fikir de ye û li hemberî astengiyên fizîkî wiha dibêje: "Ez bi xwe bawer bûm û her gav difikirîm ku hêza min heye ez li hemberî zehmetiyên jiyanê bisekinim û rola malbata min di bihêzbûna min de heye, ji ber ku wan hişt ez hîs bikim ku ez dikarim her karî bikim."
Amanî Mihemed bi malbat, heval û cîranan re bi bawerî tevdigere, hezkirina wê ji zarokên taxa ku lê de dijî re heye û wiha dibêje: "Girêdanek min bi zarokan re heye, dema ku ez bi wan re me, ez hîs dikim ku zarokatiya xwe ya min nikaribû bijiyama dijîm û ez bi zarokan re xwe baş hîs dikim. Ji ber ku tevger û ramanên wan pak in, hebûna wan min kêfxweş dike û hebûna min jî wan kêfxweş dike."
"Ez ji baldarbûna rojnameger û kesên bi karûbarên mirovî re aleqedar in hêzê digrim"
Der barê pêwendiya kesayetiyên civakê de, di nav de rojnameger û kesên ku bi karûbarên mirovî û jinan re eleqedar dibin, Amanî Mihemed wiha got: "Ez ji van serdanên rojnamegeran û kesên ku bi karûbarên mirovî re eleqedar dibin gelek kêfxweş im û gotinên wan min teşwîq dikin ku ez karê xwe bidomînim û bihêz bikim. Ez niha dixwazim dikanek min a taybet hebe ku ez şîranî tê de bifroşim."
"Malbata min bi min kêfxweş û serbilind e"
Amanî Mihemed destnîşan kir ku malbata wê bi wê serbilind in û wiha got: "Tişta ku min herî zêde kêfxweş dike, ew e ku ez kêfxweşiyê li ser rûyê dayika xwe dibînim û serbilindiya li ser rûyê bavê min di demên ku ew min baş, kêfxweş û serkeftî dibînin, ez spasiya wan dikim ji bo her tiştê ku wan ji bo min kirin."
Amanî Mihemed di dawiya axaftina xwe de bang li her kesê ku pirsgirêkên tenduristiyê dijî yan jî kêmendamanbûna wan heye kir ku ji nexweşiyê bi bandor nebin û ji hêza di kesayet û jiyana xwe de sûd bigrin, bi civakê re têkevin nava tevgerê û projeya xwe ava bikin.