“Ez bi hêza baweriya xwe li ser piyan disekinim”

Şemsa Berkel wekî bi hezaran kesên li Sûriyeyê dijîn, ji ber şerê bi dehan salan e didome gelek êş kişandiye. Tevî ku hevjînê wê jiyana xwe ji dest da, birîndar bû, pêwîstî bi gelek emeliyatan hebû û berpirsiyariya wê ya ji bo mezinkirina zarokên wê hebû jî wê hêza xwe ji baweriya xwe girt û dizanibû ku gelek kes weke wê van êşan dikşînin.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM
Minbic- Êş û zehmetiyên ku gel ji DAIŞ'ê dît û kişand pir in, bi taybetî zêdetir jinan para xwe ji vê belaya mezin girtine. Jina bi navê Şemsa Berkel a 29 salî piştî rizgarkirina bajarê Minbicê- Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ’ê, kêfxweşiya wê negihîşt serî. Bi vegera li bajarê Minbicê ji ber teqîna yek ji mayinên ku çeteyên DAIŞ’ê bi cih kiribûn, tevahî jiyana wê guherî. Ji ber vê yekê wê berpirsyariya keçika xwe ya ku bavê xwe nedît girt ser milên xwe.
Şemsa Berkel wek endama komîteya perwerdê ya Meclisa Xeta Rojava ya Minbicê kar dik, li Nivîsgeha Hînkirina Ziman xwendiye û qonaxa yekem a fêrbûna zimanê Kurdî bi bi dawî kiriye. Wê gelek kursên kompîturê derbas kirine, ew van karan bi giştî dike di heman demê de destê wê yê ku ji ber teqîna mayinê birîndar bibû û çend caran emeliyat bûbû hê jî baş nebûye û divê ku du carên din emeliyat bibe.
Pêngava rizgarkirina Minbicê tirs xistibû dilê DAIŞ’ê 
Kêfxweşî û xemgînî di bîranînên rizgarkirina Minbicê ya di 15'ê Tebaxa 2016'an de tevlihev hev dibin. Bîranînên êşa ku bi kontrolkirina bajêr a ji aliyê çeteyan ve nayên jibîrkirin... Têkildarî mijarê Şemsa Berkel dibêje: "Beriya 5 salan, çeteyan kampanyaya girtinê dan destpêkirin û wan kesên Kurd kirin hedef, di saetên nîvê şevê de bi rûpoş êrîşî malên me kirin û gelek ciwan girtin û jinan di hundirê malên wan de bi tenê hiştin."
Pêngava girtinê ya ji aliyê çeteyan ve hat destpêkirin, bi pêngava rizgarkirina Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk û YPG/YPJ’ê û gel re bû yek, di 1'ê Hezîrana 2016'an de ji bo rizgarkirina bajarê Minbicê. Şemsa Berkel wiha didomîne: "Bi vê operasyona girtinê çeteyên DAIŞ’ê hewl didan nehêlin ciwan tevli refên şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ji bo hemleya rizgarkirinê li dijî wan bibin."
Di nav girtiyan de hevjînê wê, du bira û bavê hevjînê wê jî hebûn. Şemsa Berkel dibêje: "Ez û dayika hevjînê xwe û du xwişkên wî li malê man her wiha bi dorpêçkirinê re bombebarana balafiran di destpêka Remezanê de zêde bû."
“Çend meh bi malbata xwe re mam”
Di dijwariya şer de û nehazirbûna hevjînê wê de dayika wê hat ku wê bibe gundewarê rojhilatê Helebê tekildarî vê mijarê şemsa berkel dibêje: "Malbata min li gundê El-Nuaimiya dijîn. Berê girêdayî bajarokê Meskena bû û di destên DAIŞ'ê de bû lê diya min xwest ku ez bi keça xwe re tenê nemînim, ji ber vê yekê ez sê mehan li gel wan mam."
Piştî ku Şemsa keça wê û du xwişkên hevjînê wê çûn mala malbata wê rewşa wan neguherî. Li ser vê yekê Şemsa Berkel wiha dibêje: "Kampanyaya girtinê bandor li rûniştevanên El-Nuaymiya jî kir. Tê bîra min ku wan di rojekê de nêzîkê 30 zilam girtin,  jin jî ji gund derxistin ji bo lêgerînê û navên wan girtin." 
Şemsa Berkel gotinên xwe wiha didomîne: "Çeteyên DAIŞ'ê sivîl wekî mertal bi kar anîn û derketina derve li me qedexe kirin û wan kesên ku li deverên ne di bin kontrola wan de ne bi kufir kesên ku li herêmên ne di destên wan de rûdiniştin tewanbar dikirin, digotin ku kafir in. Armanca wan ew bû ku nehêlin hêzên me wan azad bikin."
Niştecihên herêma Minbicê ji kampanyaya girtinê haydar nebûn 
Şemsa Berkel dibêje: "Wan nehişt em bi kesên derve re bi telefonê biaxivin û agahiyan bibihîzin lê ez bi dizî bi endamên malbata xwe re axivîm û der barê kampanyayê de agahdar bûm. Piştî em agahdar bûn tirsa me kêm nebû, ji ber ku ew dikaribûn di her kêliyê de bi êrîş û şîdetê me bikujin."
Kêfxweşî di nîvî de ma... 
Şemsa Berkel dide zanîn ku hevjînê wê di zindaneke li herêma Meskenê de 3 mehan maye piştre wan agahî girtine ku çeteyên DAIŞ'ê girtiyan îdam dikin. Di wê demê d hêvî ji vegera wan dibirin lê hevjînê wê bi bavê xwe re vedigere û du birayên wî di zindanê de dimînin ew jî piştre tên berdan. 
Lê ev kêfxweşiya wan nagihîje serî. Hefteyek piştî ku hevjînê wê ji zindanê derdikeve biryar didin ku vegerin bajarê Minbicê yê rizgarkirî. Şemsa Berkel li ser vê yekê wiha dibêje: "Di 24'ê Tebaxa 2016'an de me rêyeke bejayî girt ku ji derdora bajarê El-Bab derbas dibe. Dema ku em gihîştin cihê veqetînê li gundê Karbajli di navbera herêmên rizgarkirî û deverên di bin destên DAIŞ'ê de, şivanek ji me re got ku rê xeter e û ew deverek veqetandina leşkerî bû lê bavê hevjînê  min israr kir ku rê temam bike." 
Wesayîda wan pê li mayînê dike
Her wiha Şemsa gotinên xwe wiha domand: "Ji ber ku bi qasî sed metreyî, rê bi keviran girtibûn em neçar man bikevin riyeke axê. Di navbera baxçeyên zeytûnan de em hinekî pêşve çûn. Di wê demê de mayinek di erdê de dema derbasbûna wesayîda me de teqiya, ez ji destê xwe birîndar bûm û keça min ji dest û lingên xwe birîndar bû. Hevjînê min tu zirar nedît û qet birîndar nebû lê wî xwe ji wesayîdê avêt û pê li mayinek din kir. Ji ber teqîna mayinê hevjînê min jiyana xwe ji dest da. Her wiha bavê hevjînê min ji lingê xwe birîndar bû û herdu xwişkên hevjînê min bi sivikahî birîndar bûn. Ev bûyera ku hat serê me di demjimêrên piştî nîvroyê de di bin tîrêjê tavek dijwar de qewimî û hişê me ji serê me çû, em nizanibûn çi bikin. Xwişka hevjînê min çû ji bo ku alîkariyê bixwaze û piştî çend deqeyan ji çûyina keçikê, çeteyên DAIŞ'ê hatin û gule li ser me barandin û yek ji wan çeteyan berê çekê da keçikê da ku wê bikuje lê piştre fikra xwe guhert û em rakirin nexweşxaneyê."
Li nexweşxaneya ku bûbû kavil hatin dermankirin
 Nexweşxaneya ku wan biribûnê rewşên xeter qebûl nedikir û birînên wan giran bûn. Şemsa wiha pêl da gotinên xwe: "Destê min şikestibû ji bilî damara min a sereke hemû damarên biçûk birîndar bibûn. Ez ducanî bûm, ji ber bûyerê min, zarok ji ber min çû piştre min rakirin  Nexweşxaneya Cebel li bajarê Bab ê Helebê. Ev nexweşxane di encama şerê di navbera hêzên rejîmê û çeteyên DAIŞ'ê de bibû kavil tevî vê jî ez tê de dihatim dermankirin."
Şemse dibêje ku tirs û xofê ew dorpêç kiribû, ji ber ku wê heya wê kêliyê mirina hevjînê xwe nedizanî û wiha dibêje: "Ez tevî rewşa tenduristiya xwe ya xerab pênc rojan bê xwarin mam. Min ji hemşîreyan pirsa hevjînê xwe Abd Ellah Seîd kir, wan gotin ku zilam di beşa taybet de tên dermankirin."
Ew mabû ku destê Şemsa Berkel jêbikin ji ber wê qezayê û wiha dibêje: "Piştî vegerê, min dest bi dermankirina destê xwe kir. Gelek doktoran pêwîstî dîtin û gotin divê em destê te jêkin lê doktorê li bajarê Reqayê hêvî da min û destê min emeliyat kir. Emeliyata ku wê kir serkeftî bû û hewceyî jêkirina destê min nema lê ez hinek astengdar mam, kêfxweşiya min temam nebû ji ber ku min hevjînê xwe wind kir."
Vegera Minbica rizgarkirî
Meclisa Leşkerî ya Minbicê di 1'ê Hezîrana 2016'an de li dijî çeteyên DAIŞ ê pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê da destpêkirin û 73 rojan berdewam kir, bajar di 12'ê Tebaxa 2016'an de hat rizgarkirin û di 15'ê Tebaxa 2016'an de serkeftin hat ragihandin.
Şemsa Perkel got; "Me di bin kontrola DAIŞ ê de êş kişandin. Em bêhêz bûn, çeteyan piştî ku kesên sivîl dikuştin bi darve kirin. Vegera Minbicê piştî wê tirsê wekî ji nû ve jidayikbûnê bû ji me re.”
Şemsa Perkel got; "Îro ez dixebitim ku pêşerojek baş ji keça xwe re ava bikim. Dema ku dayikên zarokên xwe winda kirine û zarokên bê dê û bav dibînim, hêzê digrim. Ez dizanim ku bi tenê nîn im. Yên li dijî hemû êşan li ber xwe didin gelek in, ji ber ku tevahiya gelên li Sûriyeyê êşê dikişînin." 
Şemse bawer dike ku heya dewleta Tirkiyeyê wiha bike û axa wan terk neke DAIŞ namire û daxwaz kir ku çete li dadgehên navnetewiyî werin cezakirin.