“Ew çi bikin jî em dev ji Şengala xwe bernadin”

Piştî fermana 74’an a li ser civaka Êzidî rabû, Şengal li ser fikrên jiyana azad bi ziman û baweriya xwe, gav bi gav xweseriya xwe ava dike. Li hemberî vê di nav 8 salên piştî fermanê rastî gelek êrişan hat, yek ji wan jî nexweşxaneya Sikêniyê ye.

EVÎN ZENDA

Şengal - Şengal di nava 8 salan de rûxmê birînên xwe yên fermanê jî, ji warê fermanê veguherî warê jiyana azad. Mirov bi vekirî dikare di her navçe, gund û taxên Şengalê de bedewiya ku bi destê civaka Êzidî hatî avakirin bibîne. Yek ji van deveran jî Gundê Sikêniyê yê qibleta çiyayê Şengalê ye. Di vî gundî de 20 mal dijîn, qada tendirustiyê ji bo gundên deverê bikaribin pêdiviyên xwe pêşwazî bikin li navenda gund nexweşxaneyek ji gel re avakir û bi vî awayî pêdiviyên gel dihatin pêşwazî kirin.

Lê dewleta Tirk û PDK’ê ji bo ku civaka Êzidî Şengalê vala bike,  piştî fermanê jî her tim êrişê civakê kir. Di encama vê hevkariya qirêj de bi dehan caran Şengal rastî êrişên hewayî hat. Di meha tebaxê ku ev meh ji civaka Êzidî re weke meheke reş e, dewleta Tirk û hevkarên wî li ser hev êrişê Şengalê kir. Di 16’ê Tebaxa  2021’an de dewleta Tirk bi balefirê bê mirov êrişê yek ji pêşengên civaka Êzidî Seîd Hesen û Şervanên YBŞ’ê Îsa Xwedêda kir û di encamê de pêşeng û Şervanê civaka Êzidî jiyana xwe ji dest dan. Roja din jî tevahî civaka Êzidî  berê xwe dabûn bin konê sersaxiyê yê ji bo van lehengan hatî vedan. Lê careke din dewleta Tirk û xayînên vê civakê bi hovane êrişê Nexweşxaneya Sikêniyê kirin.

Di encama êrişa Nexweşxaneya Sikêniyê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan ji vana 4 kedkarên tendirustiyê, 4 şervanên YBŞ’ê yên ji pêkhateya Ereb û Êzidî bûn. Bi boneya salvegera Şehîdên nexweşxaneya Sikêniyê me berê xwe da gundê Sikêniyê.

“Me di fermanê de zehmetiya tevahî emrê xwe dît”

Em di nava gund de hinekî geriyan, em diçun nexweşxaneya wêrankirî. Ev tabloya bi êş me dibir dîroka 17’ê mehê. Me ji dur ve dayikek dît û em bi lez û bez ber bi wê dayikê ve çûn. Dayika ku navê wê Leyla Murad bû weke tevahî dayikan em bi dilgermî pêşwazî kirin, dema got gund bêdenge me serê xwe hejand û ew jî zanînû me çima qesta gund kiriye. Dayê Leyla Murad got ku gundê me gelek xweş bû dê me gelek ji bo wê dewleta Tirk êriş kir û bi van gotinana peyvên xwe domand: “Ji berê de li Sikêniye gundê me ye. Em berê li Siba Şêx Xidir diman lê beriya fermanê bi pênc salan em hatin gundê xwe ya li Sikêniyê. Gundê me gelek xweş bû. Bila Tawisê Melek heqê wan neyaran bide wan, ewqas keç û xortên me, dayik û kalên me bê suc û sebeb hatin qetil kirin û rezîlî dîtin. Bi sedema wan êrişan civaka me biryara terka çiyayê Şengalê dan, dema em reviyan bi 20 kesan re tasek av nebû. Heya em çûn serê diyara her yek ji me zehmetiya di tevahiya jiyana xwe de jiya. Lê şukur ji Tawusê Melek re piştî fermanê gelê me dest bi kar kir û Şengalê ji berê xweştir kirin.”

“Ji her deverê dihatin nexweşxaneya me”

Dema me ji dayê re got tu dikarî li ser nexweşxaneyê biaxivî, dayê got werin em bi hevra biçin û rûyê rast yê dewleta Tirk bi hev re bibînin. Leyla Murad xwedî ewqas hestên bi hêz bû ku bê ku em jêre pirsekê bikin xwe bi xwe yek bi yek qala avakirina nexweşxaneyê, ciwanên tê de kar dikirin û kesayetiya wan kir. Dayika Leyla Murad bi van gotinan dest bi vegotina nexweşxaneyê kir: “Piştî fermanê ciwanên me gelek ked dan xwe perwerde kirin û bi saya hevalan bûn leşker û bijîşk. Berê nexweşxaneya Sikêniyê dibistana zarokan bû, lê piştî fermanê hemû bi derekê ve çûn, dibistan vala ma û bi kedek mezin kirin nexweşxane. Dema em diçûn nexweşxaneyê me rêz û hurmeta wan didît, em pir pê bandor dibûn û kêyf û çoşa mirovan jî pir baş dibû. Dema me didît zarokên me ne, em rihet diçun û me tevahî nexweşiyên xwe ji wan re digot, ew jî bê berdêl xizmeta me dikirin. Ji xwe re bi keda xwe fêrî pîşeyê xwe dibûn.”

“Li pêş çavên cîhanê li nexweşxaneya me xistin”

Leyla Murad bi dileke şewat û xemgîn wiha got: “Me jî di got ferman li ser me xilas bûn, lê nazdar û delalên me yên mayîn jî jî vê fermanê çûn. Dayê Leylê yek bi yek behsa wê yekê kir ku ka şehît û birîndarên nexweşxaneyê çawa derxistine û qala wê rojê kir:  Me tu caran bawer nedikir ku êrişê nexweşxaneyan bikin, ji ber ku ev li tu devera cîhanê nîne. Lê li Şengalê li pêş çavê hemû cîhanê ev yek jî hate kirin. Çawa dengê lêdanê hat em tev ji malên xwe derketin me dît ku li nexweşxaneyê xistine. Hevjîn û lawê min bi hewara wan ve çûn. Rûxmê gel bi hewara birindaran ve çûn jî, bi giştî çar caran lêdan. Piştre ku dijmin dît ewqas gel li wir kombûn, dev ji lêdanê berda.”

Dayê Leyla Murad di berdewamiya gotinên xwe de wiha got: “Dema nexweşxane hebû ne tenê em ji gundên Ereban gelê Ereb, ji Musilê jî gelek caran gel dihatin pêdiviyên xwe yên tendirustî pêk dianîn. Dema nexweşxaneya me hebû em pir rihet bûn, ji me re ne têne weke saziyek bûn, hem heval, hem jî zarokên me bûn.”

“Naxwazin em xwe birêve bibin”

Dayê Leyla wiha got: “Di rastiyê de naxwaze gel ji bo xwe kar û xebat bike. Dixwazin Êzidî tune bibe. Her kes dizane ku gerîlayan piştî em jî tune bûnê rizgar kirin, cardin vegeriyan çiyayên xwe. Ev pêşengên ku hedef digrin, hemû zarokên me bûn. Ew dixwazin em şengalê vala bikin ku ew bikaribin van xakan hemû bixin bin serweriya xwe de.”

“Şengala me taca serê me ye”

Dayê Leyla bi van gotinan heskirina xwe ya ji Şengalê re pênase kir: “Em jî dibêjin cîhan hilweşe jî em dev jî Şengalê bernadin. Heta yek ji me hebe, heta çavên me vekirîne û heta zarokek li ber singa dayika xwe hebe, em dev jî Şengalê bernadin. Şengala me taca serê me ye, şengala me ji hertiştî şirîntir e.”

Dayê Leyla herî dawî çû pêşberî rojê û weke her car destên xwe bilid kir û bi van gotinan dûa ya xwe kir: “Ya Tawisê Melek reyîsê mir û Melekan zu ne derek tu heqê van zarokên me yên delal û ezî yên vê nexweşxaneyê de ji wan bibe. Ya Tawisê Melek tu dijminên me nacih neke, hemû Êzidiyan bi sitirine û mala Erdoxan xira bike.”