Erdheja Mexrîbê gelek xwendekaran ji malbatên wan dûrxist

Li Mexrîbê piştî erhejê hema bêje hemû avahî hilweşiyan zarokên ku li parêzgeha Al Huz perwerde dibînin, neçar dimînin ku ji malbatên xwe dûr perwerdê bibînin.

RAJA KHAYRAT

Marakeş – Li Mexrîbê di erdheja 8’ê Îlonê de rû dayî 2 hezar û 946 kesan jiyana xwe ji dest da, 5 hezar û 674 kes jî birindar bûn. Li welat hê bi hezaran kes winda ye. Li Werkan a girêdayî herêma Asni ya parêzgeha Al Huz ji ber erdhejê gelek saziyên perwerdê hilweşiyan. Gelek zarokên keç ên li herêma Werkan ji ber restarasyona saziyên perwerdê weke çareseriya demkî li saziyên perwerdê yên Merekeşê dersê dibînin. Xwendekarên ku li saziyên perwerdê ya Merekeşê perwerde dibînin, bi taybet ji ji ber ji malbatên xwe dûr ketine di adabtebûna jiyana xwe ya nû de zehmetiyan dikêşin. Xwendekarên erdhejzede derbarê zehmetiyên ku dikêşin de ji ajansa re axivîn.

‘Me ev rewş protesto kir’

Xwendekara dibistana Navîn Hacer Ebû El- Esafîr got: “Piştî erdhejê malên me hilweşiyan, em li nêzî konên ku em lê diman kom bûn, piştre midûrê saziya ku me lê dixwendin hat gel me, em ê we bişînin Merakeş û li wê derê hûnê perwerdeyê bidomînin. Piraniya keçan ev red kir. Destpêkê dema em beşdarî enstituya Mohtar Al-Susi em ji aliyê hinek xwendekaran ve rastî her cûrê tundiyê hatin. Me ev rewş protesto kir.”

‘Em hertim di nava fikaran de ne’

Merwa Eyt El-Şêx da zanîn ku gelê ku di kona de jiyan dekin gelek zehmetiyan jiyan dikin û wiha got: “Ez û havalên xwe ji ber em li dûr perwerde dibînin em gelek zehmetiyan dikêşin. Her dawiya hefteyê ji bo serdanê em tên serdana malbata xwe, lê belê ji ber tirsa ku erdhejên nû çêbibe em di nava fikaran de dijîn.”

‘Em rastî tundiyê hatin’

Xwendekara dibîstana Navîn Salima Ait Taleb wiha got: “Me li dibistana Mohamed V perwerde berdewam kir, em ji dibîstana xwe memnun bûn, ji bo bicihbûnek baş hemû şert û merc hatin avakirin. Lê belê em transferî saziyek din kirin. Li vê derê em ji aliyê xwendekar û mamaosteyan ve rastî tundiyê hatin. Em ji malbata xwe cûda jiyan dikin ji ber wê erdhejek nû çêbibe em ditirsin.”

Xwendekara di dibistana navîn de perwerde dibîne Wefa Ed Elî destnîşan kir ku her du xwişkên xwe heta niha li tu saziyên perwerdê de bi cih nebûne.

‘Divê rayedar mudaxele bikin’

Dayika 2 zarokên keç ku yek di pola yekemîn a dibistana seretayî û ya din jî di pola pêncemîn a dibistana seretayî de dixwîne Îbtîsam Akray wiha got: “Em ji dûrbûna keçên xwe rehet nînin. Fikrê şandina Marakeşê ji nişka ve hat. Em ne li benda erdhejê bûn û em jê re ne amade bûn. Em rojên zor û zehmet jiyan dikin. Li qadên me ên bichbûnê  gihandina dibistanan tune ye. Cihê em lê dimînin ji saziyên perwerdê gelek dûr e û sibeha gihandina saziyên perwerdê gelek wext divê. Ji ber tiştên ku hatin jiyan kirin deruniya me têk çû. Em nikarin barê dûrbûna ji zarokên xwe ê keç hilgirin. Rewşek gelek zehmet e, lê ji derveyî teslîmbûna li beramber vê yekê tiştek din nabînin ku bikin. Ya rast ew e ku ji bo zarokên ku xwendina xwe di asta seretayî de didomînin jî rewş pir dijwar e. Konên ku ji bo xwendekaran hatî veqetandin rojê tenê du saetan di şert û mercên ne guncav de ders dixebitin. Rewşa li vê derê gelek zehmet e, em li benda çareseriyên alternatif in. Gelek malbatên ku biryardane perwerdeya zarokên xwe di nivê de bihêlin. Di destpêkê de ên di perwerdeya navîn de perwerdeyê berdewam dikin û ji bo gelê herêmê ku heta niha ji perwerdê bê par mayîn bi armanca dîtina çareseriyekê me ji rayedarên peywendîdar mudaxleya demildest xwest.”

‘Divê çareseriyên bi bandor were dîtin’

Parêzvana mafê mirovan ya herêma Wirkan Sanaa Boufos tekez kir ku hîna jî zarokên keç û xortên herêmê rastî gelek pirsgirêkan tên, mamostayên ku perwerdeyê didin xwendekaran her roj ji cihên dûr tên û neçar dimînin karê xwe bikin û wiha got: “Mamosta di bicihbûna li herêmê de zehmetiyan dikêşin û ew rewş di erke xwe bi cih anînê de zehmet dibe. Perwerdeya zarokên keç di konan de berdewam bike pêşniyara çareseriyê ji malbatên derdor hatin. Naxwazin ku zarokên wan li dûr perwerde bibinin. Di vê rewşê de hema bêje tûne ye. Divê rayedar ji bo ku ev zarok bi awayek baş perwerde bibînin çareseriyên bi bandor bibinin.”

‘Çarenûsa hinek xwendekaran nayê zanîn’

 Seroka Komeleya Jinan Zehraa Ed Elî ku li eyaleta El Hauzê çalak e, diyar kir ku keçên ku ji bo perwerdê şandine Marakeşê, rastî hin pirsgirêkan tên û ya herî girîng jî kêmbûna veguheztina dibistanê ye. Zehra Ed Elî anî ziman ku derbarê vê mijarê de hevdîtinên berfireh bi malbatan re kirine û got: “Min pêşniyar kir ku otobûsên ku ji bo sewqiyata dibistanan li herêmê hatibûn tayînkirin  îro parkkirî ne dê bên bikaranîn da ku ew dersên sibê ji dest nedin. Pêwîstiya piştevaniya derûnî ji bo zarokên keç ên ku di rewşên awarte de ji malbatên xwe hatine dûrxistin, bê pêkanîn. Heta roja me ya îro hîna çarenûsa xwendekarên ku nakevin dersan ne diyar e. Piştî dû mehan di vekirina dibîstanan de ji bo telafiya tiştên ku hatin jiyankirin divê dersên zêde werin dayîn.”