Enoska Kota yekem rahênera pilingên spî ya li Rojhilata Navîn e

Enoska kota keçeke ku ji ber taybetmendiyên xwe û aramiya karakterê wê mîna model an lîstikvanek fîlman tê xuyakirin lê ew yekem rahênera pilingên spî ya li Rojhilata Navîn e. Piştî ku wê xelata hunermenda herî baş girt, di festîvala hunerî ya El-Mistir a Sîrkê ku li bajarê Sotşî yê Rûsyayê hat lidarxistin nûnertiya Misrê kir.

NÊRMÎN TARIQ 
Qahîre- Rahêner Enoska Kota ya ku ji lawirên dirinde hez dike ji ajansa me re axivî û behsa sedema hilbijartina jiyana xwe û zehmetiyên ku pê re rû bi rû dimîne kir.
Der barê destpêkirna xwe ya vî karî de Enoska kota dibêje: "Ez di malbatek ku ji perwerdekirina şêran hez dike de mezin bûm. Ji ber vê yekê ez nikarim faktora malbatê ya ku bi dapîra min Mehasin El-Hilû û bavê min kaptan Midhet Kota re tê temsîlkirin înkar bikim lê ev faktora malbatê tenê sedem nîn e û piraniya keçên malbatê di sîrkê de naxebitin. Min bi behremendiya xwe dikaribû lawirên dirinde û hov kontrol bikim û min yekem pêşandana xwe di temenê 18 salî de pêşkêş kir."
Der barê pirsgirêkên ku wekî rahênera lawiran di sîrkê de bi wan re rû bi rû dimîne de Enoska Kota dibêje: "Pirsgirêka herî mezin ew e ku ez rojane di sîrkê de bêyî ku temînatên darayî bên dayin pêşandanan dikim. Ez bi wezareta çandê ve negirêdayî me,û danûstandinên bi min re li ser esasê ku doplêra (bedîl) bavê xwe Midhet Kotayê kaptên têm dîtin û mafê min heye ku bigihîjim astên bilind ji ber ku teqdîr ji bo hunermendan pir girîng e." 
Xwendin ji faktora genetîk girîngtir e
Enoska Kota dibêje: "Sedema cîwaziya min ew e ku ez tenê xwe naspêrim tiştên ez ji malbatê fêr bûme, ez li ser pêşxistina pêşandanan li sîrkên neteweyî xebitîm da ku bi pêşandanên navneteweyî re gav bavêjim. Min li Rûsyayê xwend da ku ez bikaribim li Misrê hunera nû li hunera sîrkê zêde bikim. Her çendî ez ji malbata El Helû ya ku bi perwerdekirina lawirên hov û dirinde navdar e jî; tevî vê ez dibînim ku xwendin ji faktora genetîk girîngtir e. Pratîk û xwendinê hiştiye ku ez psîkolojiya melîkê daristanê (şêr û piling) fêm bikim û hişt ku ez tevgerên nû destnîşan bikim ku tu rahênerên Misrê berî niha pêşkêş nekirine, wekî ku piling tenê li ser du lingan bimeşe."
Der barê pêşandanên ku pêşkêş dike û rewşên bi wan re rû birû dimîne de Enoska kota dibêje: "Di yek ji pêşandanên ku min pêşkêş kiribûn de min şêrê ku serma girtibû ji pêşandanê dûr xist da ku şêrekî din were û tevger bike lê dema ku şêrê nexweş dît şêrekî din di rê de ye û wê bikeve tevgerê, ew aciz bû û israr kir ku hereketa xwe bike. Ev bûyer dide xuyakirin ku lawir jî aciz dibin û çavnebar in."
Divê ku ewlehiya me were dabînkirin
Enoska Kota ji bo rahênerên lawirên dirinde û hov daxwaza alîkaran dike da ku ewlehiya wan were dabînkirin û dibêje: "Dema ku rahêner rastî êrîşekê tên ji hêla lawirên talankar ve pêdivî bi alîkaran heye ku wî xelas bikin û ez daxwaza teqdîrî ya darayî dikim da ku hunermendê sîrkê berê xwe nede koçberiyê û koçber nebe. Wekî ku bi birayê min re çêbû, niha koçberî Rûsyayê bûye û li wir teqdîra madî û manewî girt û wêneyê wî li her derê hene. Ev jî ji ber kou di civaka Xerbî de hunera perwerdekirina lawirên dirinde û hov teqdîr dikin ew tenê hunera ku bi xeteriyan ve têkildar e û hewceyî bi ziman tune ye." 
Her wiha Enoska Kota di sîrka taybet de xebitiye û der barê tecrobeyên xwe de dibêje: "Sîrka taybet çavkaniyek e ji bo em pêdiviyên jiyana xwe pê bikin û dihêle ku em bi pêşandanên li sîrka neteweyî re rabin."