Endazyara Filistînî Bayan Ebû Selama projeya satalayta bi navê Filîstîn 1 pêş xist

Endezyar Bayan Ebû Selama dest bi kampanyaya ji bo danasîna yekem satalayta Filistînî ya mînyatur bi navê ji Filistînê ber bi Fezayê ve kir

REFÎF ÎSLÎM
Xeza-Kampanyaya bi navê ji Filistînê ber bi Fezayê ve endezyar Bayan Ebû Selama hewl dide li qada navneteweyî yekemîn satalayta Filistînê ya mînyatur a ku wê afirandiye û nav lê kiriye Filîstîn 1 bide nasîn. 
Xeyala gihîştina fezayê ji bo Bayan Ebû Selama dûr bû, wê bi teza xwe ya masterê dikaribû vê yekê bike rastî û bi riya wê rêbazek nû ji bo çêkirina satalaytên mînyatur afirand. Bi riya bûrsa ku ji zanîngeha Queen Mary a li paytexta Îngilîitan Londonê girtibû, bi rûmet û îcadeke ku rê li ber Filistînê vedike ku mîna her welatekî serbixwe bikeve cîhana fezayê, ji zanîngehê derket. 
Endezyar Bayan Ebû Selama, ya 25 salî ku ji bajarê Jenînê ye da diyarkirin ku çend salên zarokatiya xwe li Erebistana Siûdî jiyaye û piştre vegeriyaye Filistînê, xwendina xwe ya navîn li dibistana navîn a keçan a Beitunia li Ramallah li Kenara Rojava qedandiye û xwendina xwe ya zanîngehê di sala 2018’an de, bi branşa endezyariya mekanîkî li zanîngeha Birezîtê  bi dawî kir.
“Baweriya min bi min û hêza min heye”
Endezyar Bayan Ebû Selama da zanîn ku zanîngeha Birezîtê ji ber nebûna şiyanên pêwîst ji bo xwendina wê zanistê, derfet neda ku zanista fezayê bixwîne û wiha got: “Ez li bûrsa masterê geriyam, min bursa Chefeng ji zanîngeha Queen Mary ya Brîtanya dît. Bi vî awayî ez tevli bûm û bi xewna xwe ber bi fezayê ve çûm û min Filistîn bi cîhanê re kir yek. Min guh neda gotegotên li derdora xwe yên der barê nekarînê de. Berovajî wê yekê her ku  pêlên çewisandin û tinazê li dijî min zêde bûn, ewqas li gel min hêzek ava bû da ku ji her kesê re îsbat bikim ku ez kesayetek xurt im. Baweriya min bi min û şiyanên min hebû. Ji bo bihêzkirina xwe ya di aliyê zanîsta fezayê de weke pirtûk, roman û hinek kovarên pispor ji hêla saziyên zanistî yên pêbawer ve tên derxistin yek ji sedemên sereke yên serkeftina min e.”
Li gorî Bayan Ebû Selama, modela satalayta mînyatur a ku wê afirandiye, çareseriyek alternatîf e ji bo satalayta Filistînê. Minî-satelîta Filistîn 1 wekî kevirê bingehîn e ji rêza satalayên biçûk ên ku dê paşê werin sêwirandin û destpêkirin.  
Bayan Ebû Selama, bi bîr xist ku pirsgirêkên ku minî-satalayt çareser bike, ew e mezinbûna bajaran û çavkaniyên avê yên li Rojhilata Navîn, çolbûn û başkirina qada zanista fezayê û mînî-satalaytan, dayîna agahiyên pêwîst ên der barê Rojhilata Navîn de ye. Plansaziya bajarvaniyê li devera navborî di heyama li pêş de dê li ser bingeha dane û zanyariya wê satalaytê bi riya wêneyên asîmanî bişîne ku cihên çavkaniyên avê lê kêm in nîşan bidin. 
“Min xwest lêçûna rastîn a satalaytan kêm bikim”
Ev 6 meh in ku Bayan Ebû Selama kar li ser veguhestina sêwirana mînî-satatayta Filistînê ji kaxezê ber bi laşekî amade ve dibe da ku bi erkên xwe rabe û diyar kir ku rabûna navê Filistînê ji bo fezayê beşek ji xeyalên wê ye, ji ber vê yekê wê bi navê kampanyaya ku ew niha li ser dixebitî bi hastaga Ji Filistînê ber bi Fezayê ve wê li qada navneteweyî bide nasîn û got: “ Lêçûna madî ya her yekîneya satalaytan di navbera 100,000 û 200,000 dolaran de ye. Lêçûna avêtina wê ji bo fezayê, di navbera 70,000 û 140,000 dolaran de ye ku lêçûna rastîn ya projeyê ye ku bi qasî 200 hezar dolar e. Ji ber vê yekê, di dema lêkolîna xwe de, min xwest ku lêçûna rastîn a satataytan kêm bike da ku bikaribe wan bi berdewamî bişîne fezayê û ji agahdariya ku ew didin sûd werbigire. Projeya min niha pêwîstiya wê bi piştevaniya manewî heye ji bo ku lêkolîn û xwendina wê berdewam bike. Her wiha bi hewceyî piştgiriyeke din a diravî ye da ku proje biqede û satalayt rabe fezayê. Niha tiştê ku min bi teza xwe ya doktorayê dest pê kiriye temam dikim ku dê rê bide pêşxistina mînî-satalaytê.” 
Bayan Ebû Selama destnîşan kir ku fikir ne îcadkirina mînî-satalaytê ye ji ber ku çend modelên wê hene lê belê di şêwaza avakirinê de ye ku dê karê wê hêsan bike. Vê yekê wisa kir ku wê patentek bistîne da ku di demek nêz de li dora Erdê bibîne. Modela dahênerî ji bo satalaytên mezin wekî çareseriyek alternatîf hat ji ber ku ew ê heman peywirê pêk bîne ku dibe çend mehan di lêgerîn û keşfê de bidome.
“Feza xeyala min a zarokatiyê ye” 
Bayan Ebû Selama niha di prosesa weşandina kaxezek lêkolînê de ye li ser satalayta ku wê îcad kiriye da ku mafên milkiyeta xwe tomar bike ligel danîna kevirê bingehîn ji bo bernameya fezayê li Filistînê, da ku bi endezyarên Filistînî re hevkarî hebe ku bi fermî dest bi hînkirina vê qadê bikin û hevkariyên navneteweyî pêk bînin û diyar kir ku ev destpêkirin dê bi riya NASA yan jî Sputnikê be ku ji bo destpêkirina satelayt rêgezek sabit peyda bike û der barê zehmetiyên ku kişandiye de dibêje: “Ez nikaribûm bi mamosteyan re têkiliyê daynim û ne jî wekî ku divê vegere laboratuarên zanîngehê, ji ber ku di heyama pandemiya koronayê û piştre girtin û qedexeyên tevgerê min dest bi kar kir. Piştî bidawîhatina krîza koronayê, bûyerên Şêx Cerrah û destdirêjiya li ser Xezayê derketin holê, vê yekê jî rewşek ji tengezarî ava kir û baldariya min a li ser xebata li ser temamkirina projeyê xirab kir. Ez bang li ciwanên Filistînî dikim ku xebatek mezin bikin ji bo ku bikarin bigihîjin xewnên xwe, bi taybetî karînên Filistîniyan hene. Mafê Filistîniyan e ku di pîşesaziya fezayê de cih bigrin. Feza ji zarokatiyê ve xeyala min e û kêliyek jî ji ber çavên min winda neçûye.”