‘Em li vir in, li ber xwe didin’
Fatima El-Keno û hevjînê wê yê li taxa Rojava ya Zirganê ku bi êrişên dijwar ê dewleta Tirk re rû bi rû tê dimînin, bi gotina "Em li vir in, li ber xwe didin û dê mala xwe terk nekin" pêyama berxwedanê dan.
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Zirgan ji biçûktirîn navçeyên Kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Li vir çemê ku navê xwe dispêre navê navçeyê di perava navçeyê re derbas dibe. Li hemberî navçeyeke biçûk ku ji kolanekê dirêj pêk tê, duyemîn hêzeke mezin a NATO’yê bi hezaran çek û bombe bi ser de barandin û heta niha dibarîne. Lê encam ew e ku gel wekî daran hîn bêtir rehên xwe kûr berdidin wê axê. Her topek li ser navçeya ku bi sedan jin, zarok, mêr, kesên temenê wan mezin, astengdar, li hemberî hemû cureyên lawiran dide bikaranîn berovajî li dewleta Tirk vedigere.
Taxa Rojava ya navçeya Zirganê, taxeke ku ji ber dijwariya êrîşên dewleta Tirk dîwarek, deriyek û pencereyek nemaye ku derb nexwariye. Li wê taxê, malên bi zor û zehmetî û kevir bi kevir dabûn ser hev û tax ava kiribûn hatiye hilweşandin, ceyrana ku ji ber topbaranê hatiye qutkirin taxê di nava tarîtiyê de vê serma û seqema zivistanê dorpêç dike. Êdî ji dengê bayê û weşandina pelên daran, çipçipa baranê û zîzbûna dengê balafirên keşfê yên bê mirov ê biçek (SÎHA) tiştek din nayê bihîstin. Bêdengiyek xwe li wê taxê pêçandî ye ku gelek tiştan di bîra mirov de tîne, wekî kenê zarokan û lîstokên wan ên li taxê, civatên jinan û şevbuhêrkên dapîr û bapîran û hwd.
Lê di vir de di nav bêdengî, sermaya ku taxê dorpêç dike ronahiyek veşartî ye. Pîr û kalek du keç û 5 kurên xwe hemû zewicandine û bi tenê di binê xanî de dijîn. Fatima El-Keno li gorî ku dibêje ew 71 salî ye lê belê ji ber mezinbûna temenê wan êdî temenê xwe ji bîr kiriye, li gorî qermiçokên li ser rûyê wê dibe ku mezintir be.
Têdikoşin
Li gorî şêniyên taxê dapîra Fatima berî êrîşan jî wiha bihêztir bû, têkiliyên wê bi her kesê/î re baş bûn lê koçberiya ji taxê ya ku ji ber êrîşên dewleta Tirk çêbû bandor li tenduristî, psîkolojî û hişê wê kir. Fatima niha tenê ligel hevjînê xwe dijî, ne cîranek û ne jî zarokek heye ku pê re danûstandinan bike, ji lewre her sibeh ber bi bazarê ve dikevin rê, çend saetan rûdinên û çavên xwe bi yên diçin û tên kil dikin û dilê xwe tijî hêvî dikin û wiha careke din vedigerin hêlîna xwe.
Fatima ligel hevjînê xwe yê extiyar di bin topbarana dijwar de ya ku ne şev û ne rojê nas dike, ji bo jiyan û mirina bi rûmet li ser axa xwe têdikoşin.
Di taxeke vala de bêrîkirina civatên cîranan xwe lê dipêçin
Fatima El-Keno dibêje bi eslê xwe ji Minbicê ye, paşê li Serêkaniyê bi cih bûne û demeke dirêj e li Zirganê mal ava kirine û lê dijîn. Fatima der barê êrîşan de wiha dibêje: "Dema ku topbaran çêdibe, em dikevin hundir derî li xwe digrin. Ma em ê bi ku ve biçin, ên ku ditirsin xwe dide aliyekî lê em natirsin. Te di vê taxê de kesek dîtiye, ji bilî me? Na, di vê taxê de tenê em mane. Ji ber topbaranan tax vala bûye. Hez dikim cîranên min werin ba min, em civatan bigerînin lê belê kes li taxê tune ye." Her wiha Fatima da zanîn ku ew gelek ji deng û dîtina balafirên keşfê ditirse.
Nîşaneya serkeftinê peyameke zelal e ji dagirkeriyê re
Ked bi hezkirinê tê û hezkirina mirov ji cihekî re hebe bêguman ji bo wê dikare gelek tiştan bike. Fatima El-Keno jî dibêje: "Ger mala min, ji bo min ewqas bi nirx nebûya ma ez ê çima heta niha li vir bimama? Mal stargeh e, stargeha min nebûya wê rewşa min çi bûya. Ji bo wê ez dest ji mala xwe bernadim."
Di dawiyê de pîr û kalê temenê wan mezin bi bilindkirina nîşaneya serkeftinê peyama xwe dan û gotin: "Em li vir in, li ber xwe didin û dê mala xwe terk nekin."