"Em li Şêrewayê di rewşeke zehmet de dijîn"

Jinên navçeya Şêrewaya Efrînê ku rojane rastî topbaran û êrîşên dewleta tirk a dagirker tên teqez dikin ku her çend ew di rewşeke şer û dijwar de dijîn jî tu carî dê nehêlin xewnên dijmin pêk werin û dev ji malên xwe bernedin."

ŞÊRÎN ELÎ
Şehba- Piştî ku dewleta tirk a dagirker Kantona Efrîn Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dagir kir, gelê sivîl ji ber topbarana dewleta tirk a dagirker û çeteyên wî piştî berxwedana 58 rojan, neçar ma berê xwe bide herêmên bi ewle ew jî kantona Şehba û navçeya Şêrewaya Efrînê bû ku di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ye. Piştî koçberiyê jî gel ji êrîşên dagirkeriyê xilas nebû. Ev nêzî 4 salan e ku dewleta tirk rojane êrîşê navçeya Şêrewa û bajaroka Til Rifet a Şehbayê yên ku tê de koçberên sivîl bi cih bûne dike. Di van demên dawî de gef û êrîşên dewleta tirk li ser herêmên koçberan zêdetir bûn. Armanc ji vê yekê ew e ku carek din koçberan koç bike û wan herêman bixe bin serweriya xwe. Jinên ku li navçeya Şêrewaya Efrînê dimînin û yên ku rojane dibin şahidê êrîşên dewleta tirk ji ajansa me re behsa rewşa xwe ya jiyanî kirin.  
"Jiyan li Şêrewayê pir zor e"
Xezal Mihemed Ehmed a 60 salî ku ji gundê Basîfanê ye û niha li gundê Zernayîtê yê Şêrewayê dimîne jiyana li Şêrewayê anî ziman û wiha got: "Jiyana mirov li deverên Şêrawayê pir zor û zehmet e her kes nikare jiyana xwe li Şêrawayê berdewam bike. Em bi hesreta darekî yan şînahiyê ne. Ji ber êrîşên dewleta tirk em nikarin biçin nav zeviyên xwe. Derfetên kar û xebatê li deverên em lê dijîn kêm in lewma mirov nikare debara mala xwe bike. Ji ber dorpêça li ser herêma me em nikairin bi hêsanî derbasî cihekê din bibin ji ber vê gelek zehmetiyan dibînin. Lê dîsa jî peyama me ji dagirkeriyê re ew e ku em tu carî teslîmkariyê qebûl nakin û heya nefesa dawiyê em ê li ber xwe bidin."
"Em nikarin pêdiviyên zarokên xwe peyda bikin"
Nisrîn Mistafa Ferec ku diya 4 zarokan e ji gundê zerneyîtê ye diyar kir ku xwesteka wan ew e jiyana wan a berê vegere û dûrî dorpêçî û êrîşan bin û wiha pê da çû: "Li ser me dorpêçî ji aliyê rejîmê ve hatiye ferzkirin. Em nikarin bi rehetiya xwe bijîn aliyekî dorpêç û aliyê din jî topbaran û êrîşên dewleta tirk. Jiyana zarokan êdî bûye tirsb û xof. Li gundên me ji ber dorpêçê amûr û nuqteyên tendirustiyê kêm in loma dema kesek nexweş bikeve zehmetiyan dikşîne. Bihayê her tiştî zêde ye em nikarin pêdiviyên zarokên xwe ji wan re peyda bikin û  jiyana bi ewle ji wan re ava bikin."
"Em di rewşeke pir zehmet de ne"
Hevseroka komîna gundê Zerneyîtê Dunye Xelîl Cesêm dibêje: "Em pir di rewşeke zehmet de dijîn. Gelê li gundê Zerneyîtê ji aliyê kar û xebatê ve zehmetiyan dikşîne. Gelek kes bê kar li malê rûniştine tenê li bajaroka Nibilê kar peyda dibe lê ew jî ji me dûr e û ji milê veguhistinê ve gel astengiyan dibîne. Amûrên tendirustiyê li gundê Zerneyîtê tune ne. Mirovên ku xwedî pez in dikarin debara xwe û malên xwe hinekî bikin. Gundiyên Zerneyît û Meyasê pir zor û zehmetî ji aliyê jiyanî ve dikşînin, di heman demê de rojane êrîş bi ser me de tên."