“Em girîngiyê bidin paqijiyê û rê li ber nexweşiyan bigrin”

Her çiqas Şaredariya gel a bajarê Hesekê rojane karmendan û erebeyên paqijiyê li taxan belav dike jî kolanên Hesekê qirêj dimînin ev yek jî gelek sedemên wê hene. Di çarçoveya paqijkirina Bajar de Hevseroka Şaredariya Gel a a bajarê Hesekê Viyan Çaçan banga alîkarî û xwedîderketina paqijiya bajar li welatiyan kir.

RONÎDA HACΠ
Hesekê-Paqijî gelek girîng e rê li pêşiya belavbûna nexweşiyan digre û dihêle ku şaristaniya bajêr were parastin. Bajarê Hesekê-Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê bi mozayîka gelan tê nasîn, piştî aloziya Sûriyeyê û şerê qewimî gelek welatî ji bajarên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Hesekê bi cih bûne. Her çiqas şaredariya gel bi hemû derfetên xwe karmendan û erebeyên paqijiyê û hawiyên çopê li bajar belav dike jî pirsgirêka çopê heye. Sedem jî ew e ku hinek şênî rêbazên girêdayî paqijiyê û avêtina çopê bi cih naynin. Di çarçoveya paqijkirina bajarê Hesekê de, Hevseroka Şaredariya Gel a bajarê Hesekê Viyan Çaçan ji me re axivî. 
Hemleyên paqijiya Hesekê
Viyan bal kişand ser karê komîteyên paqijiyê tevgera wan ji bo paqijiya bajar û ev tişt got: “Komîteyên paqijiyê hawiyên çopê li tevahî kolan û bazarên sereke yên Hesekê belav kirine, cihê avêtina çopê li piraniya bajar û navçeyan ava kirine, li hindek deverên ku cihê avêtina çopê nêzî avahiyan e, ji wan dûr xistine. Li rex wê jî me gelek hemleyên paqijiyê li dar xistin wekî hemleya paqijiyê ji aliyê endam û hevserokê şaredariyan, hemleyên saziyên Rêveberiya Xweser her wiha hemleyên komîn û meclisan. Niha dîsa jî me tensîqeke xurt di navbera van saziyan de ava kiriye ji bo ku bajar were paqijkirin û rê li ber pirsgirêka paqijiyê were girtin. Bi giştî 118 karmend û 30 alavên paqijiyê hene, rojane di saet heftê sibehê de em dest bi karê xwe dikin heya saetên ber êvarê.”
‘Divê civak bi çanda paqijiyê bigihîje asteke pêşketî’
Viyan da zanîn ku dive her kes paqijiya kolan, tax û bajarê xwe biparêze divê civak bigihîje asteke pêşketî bi çanda paqijiyê re bijî û wiha pêde çû: ”karê herî girîng û pîroz karê paqijiyê ye. Dema em serdana komînan û taxan dikin şênî şaredariyan rexne dikin dibêjin ku bi erkên xwe, bi şêwaza ku tê xwestin ranabin. Dema ku me hemle ragihand şênî heta radeyekê bi me re nebûn alîkar. Armanca me îro ne ew e şaredarî tenê bi erkên xwe rabe, xizmeta bajêr erke hemû welatiyan e. Armanca me belavkirina çanda paqijiyê di nav şêniyan de û bedewiya bajêr e. Di heman demê de ajokar gemarên xwe bêyî ku girîngiyê bidin malan an jî şêniyên davêjin kolanê her wiha kesên ku avahiyan lêdikin kolanan qirêj dihêlin. Em hawiyên çopê datînin lê şênî çopa xwe li derdora hawiyê davêjin û karmend paqij dikin. Em dixwazin bajarê me xweşik bimîne dûrî nexweşiyan be, pêwîst e her kes li hemberî bajarê xwe berpirsyar be.”
Çop dibe sedema nexweşiyan
Viyan bal kişand ser encamên xirab ên avêtina çopê li kolanan û wiha nêrîna xwe anî ziman: “Li ku derê çop hebe nexweşî heye, her kes dizane em di rewşeke hesas a tenduristî re derbas dibin. Vîrusa koronayê careke din di nava gel de belav bûye, dema paqijî hebe jiyan jî bi tendurist dibe. Îro em paqijiyê wekî nan û avê girîng bibînin, parastina tenduristiya civakê tê wateya parastina tenduristiya her kesê û ev yek bi paqijiyê ve girêdayî ye. Dema mirov derbasî bajarekî dibe, çand û şaristaniya wî gelî bi paqijbûna bajar tê pênasekirin. Paqijî jî ji ber hişmendiya mirovan e, pêwistî bi guhertina hişmendiyê heye. Dema her kes xwe berpirsyar bibîne mal û taxa xwe paqij bike dê bajar paqij bimîne.”