“Em ê bi hev re jinan ji şidet û kuştinê biparêzin”

Rêvbera Ofîsa Zagonî ya Rêxistina Sara ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan Arzu Temo li ser parastina jinan ji şidet û qetilkirinê got: “Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gelek sazî û dezgehên parastina jinê mina Rêxistina Sara, Mala Jinê û Asayişa Jinê avabûne. Herkes dikare xwe bighîne van rêxistinan da ku em bikaribin alîkariya jinên ku rastî tundiyê tên, bikin. Ger em van xalan pêk bînin, wê demê em mafê xwe û mafê derdor bidest dixin û diparêzin. Destek nikare tiştekê bike, pêwiste em hemû yekdest bin û civaka xwe ji tehlûkeyan biparêzin da ku bûyerên wiha neghêjin asta qetîlkirina jinan."

EBÎR MUHEMED
Qamişlo - Doza kuştina jina ciwan Ayat El-Rifayî ya 20 salî ya li bajarê Şamê yê Sûriyeyê ji aliyê hevjîn û malbata hevjînê xwe ve bi rengekî hov hat qetilkirin, tevli dozên jinên mîna Îda Seîdo, Îsrae Xerîb, Meryem Muhemed, Meryem Rikabî,  Necah Ubeyîd, Selwa Hinêdî  û gelek jinên ku bûn qurbaniyên hişmendiya mêrê serdestbûne. Ayat jineke ciwan ji neteweya Ereb zewicîbû, li Şamê jiyana xwe didomand. Ayat di 16 saliya xwe de hatibû zewicandin û dema ku hat qetilkirin 20 salî bû. Ayat bi kevneşopiyên civakî yên di civaka xwe de zordarî lê hatibû ferzkirin û li ser dihat ferzkirin ku li dijî wê zordariyê bêdeng bûya. Rojane hevjîn û malbata hevjînê Ayat lêdixistin û wê îşkence dikirin, wê jî ev zordarî li ser xwe qebûl dikir û dengê xwe nedikir. 
Di van rojên dawî de, heştaga “Heq-Ayat-Al-Rifai” di torên medya civakî de li Sûriyeyê hat belavkirin. Piştî ku nûçeya Ayat ji aliyê hevjînê xwe ve hatî qetilkirin li ser turên civakî belavbû û di nava civaka Sûriyê de bû sedema nerazîbûnan êdî lingê rejîma Sûriyeyê kir soleke teng û mecbûr ma vê yekê lêpirsîn bike. Wezareta Navxweyî ya rejîma Sûriyeyê encama lêkolînan belav kir û teqez kir ku Ayat El-Rîfaî ji aliyê hevjîn, bav û dayika hevjîne xwe ve rastî lêdaneke dijwar hatiye û paşê bi sedema dijwariya lêdanê jiyana xwe ji dest daye. Li gel ku her tişt diyar e lê heya niha kujer nehatine cezakirin. 
Hemû jinên ku hatine qetilkirin, beriya qetilkirina xwe ji aliyê kujerên xwe ve rastî rêzekiryarên îşkence, destdirêjiya fizîkî û derûnî tên. Kiryarên destdirêjiya li ser jinan serweriya dewletan li dijî azadî û mafên jinan teqez dike. Diyar e ku di mijara kolekirina jinan de lihevkirinek di aliyê zîhniyeta mêran de heye. Hemû beşên civakê ji qetilkirina jinan berpirsyar in, ji ber ku esasê bingehîn ê vê civakê ji holê tê rakirin ew jî jin e. Pêwîst e di vê mijarê de zêdetir civaka me xwe birêxistin bike û di mijara azadiya jinan de têgihiştî be, wê demê em dikarin bûyerên qetilkirina jinan di civakê de ji kokê ve rabikin. Her wiha di bûyerên qetilkirina jinan bi giştî de tê xwestin aliyên pêwendîdar berpirsyariyeke mezin bigrin ser milên xwe û cezayên giran li tawankaran bê birîn. Jin jiyan e û pêwîst e bi baldarî ev jiyan bê parastin. Mafê hemû jinan heye bi rûmet bijîn. 
“Em bi hişmendîkirina civakê hewildidin dawiyê li kuştinên jinan bînin”
Derbarê vê mijarê de Rêvbera Ofîsa Zagonî ya Rêxistina Sara ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan Arzu Temo got: “Em wekî Rêxistina Sara, bûyer û dozên qetilkirin û tundiya ser jinan dişopînin. Di sala 2021’an de li gorî belgeyên Rêxistina Sara, bûyerên qetilkirina jinên temen biçûk gelek bûn û bi taybet jî li herêmên pêkhateya ereb. Mînaka wan jî Îda Seîdo û di van demên dawî de jî Aya El-Rifayî ji aliyê malbata xwe hate qetilkirin. Mixabin ne tenê ev jin hatin qetikirin, lê belê dîmenên qetilkirina wan li ser destê malbatên wan ser tora civakî hatin belavkirin. Dema ku jin ji vî milî ve şiyar be, maf û zagonên xwe baş nasbike dê ev yek wê biparêze û alîkariya wê bike. Di sala 2015’an de ji hêla Rêveberiya Xweser ve, zagênên ku xizmeta jinan bikin û mafê wan biparêze hatin dayîn. Mijara tudniyê ne mijareke nû ye û dibe ku me ne dikarîbû ji kokê hilînin ji ber ku bi hezarê salan ev hişmendî di mejiyê civakê de hatiye rûniştandin. Em jî wekî Rêxistina Sara, hewldanên me ji dayîna sînoran ji bûyerên qetilkirin û tundiya li ser jinan hebûn û hîn jî berdewam in bi riya semîner û hişyariya civakê. Ji meha 12’an a sala 2021’an heta roja îro em dibînin ku gavên erênî û serkeftî tên derbaskirin û bûyerên qetilkirina jinan ji sala borî kêmtir bûye."
"Hewceye nifşên nû bi rengekî rast û bi tendurist bên perwerdekirin"
Arzu Temo diyar kir ku pêwiste nifşên pêşerojê bi rengekî saxlem werin perwerdekirin û wiha domand: "Ger em bixwazin civakek saxlem ku têde wekevî, bêtundî û her mirovek ku mafê wê heye ava bikin, pêwiste nifşê nû bi rengehî rast û tendurist werin perwerdekirin. Her wiha divê di meteryalan de li ser mijara tundiya li ser jinan û çawaniya guhertina wê ji hişmendiya tundiyê were dayîn da ku nivşekî saxlem, civakek azad û bi ewle were avakirin. Divê di dibistanan de mijara tundiya li ser jinan weke waneyek sereke bê girtin jib o ku zarok di temenek biçûk de fêr bibin. Di heman demê de divê hişmendiya tunekirin û kêmkirina rola jin di civakê de ku hatiye rûnişkandin ji milê bav û birayên wan de di mêjiyê wan de tune bibe. Dema ev gav bên avêtin û nifşên pêşerojê bi rengekî rast û saxlem were perwerdekirin, ev yek dê rê li ber bidestxistina civakek demokratîk û bêcudahî di navbera her du zaynedan de bê avakirin û wê tundî ji kokê were hilandin.  Qetîlkirina jinan sûc û tawaneke mezine û pêwiste bi çavekî biçûk lê neyê mêzekirin. Pêwiste cezayên herî giran ne kêmî 20 salan li ser tawankaran bên birîn da ku di pêşerojê de kesê bixwazibe sûcên tundiyê li dijî jinan bike, neyê motîvekirin. Pêdivî bi zagonên hişk heye  da ku mafê jinan were parastin."
"Divê jin xwe ji her cure tundiyê biparêze"
Arzu Temo da zanîn ku divê jin xwe ji her cure tundiyê biparêze û wiha bi dawî kir: "Divê her jinek xwe ji qetîlkirin ango tundiya li ser jinê, xwe berpirsiyar bibîne û xwe ji her cure tundiyê biparêze. Buyerên qetîlkirin û tundiyê li ber çav hatine dîtin, lê herkes bêdeng maye, ev yek rê li ber bûyerên din vedike. Ji bo vê yekê divê herkes xwe bepirsiyar bibîne û dema bûyerên wiha çêdibin, berê xwe bidin cihên peywendîdar. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gelek sazî û dezgehên parastina jinê mina Rêxistina Sara, Mala Jinê û Asayişa Jinê avabûne. Herkes dikarê xwe bighîne van rêxistinan da ku em bikaribin alîkariya jinên ku rastî tundiyê tên, bikin. Ger em van xalan pêk bînin, wê demê em mafê xwe û mafê derdor bidest dixin û diparêzin. Destek nikarê tiştek bike, pêwiste em hemû yekdest bin û civaka xwe ji tehlûkeyan biparêzin da ku bûyerên wiha neghêjin asta qetîlkirina jinan."