"Em dixwazin di sala 2022'yan de ji bo zarokan belgeyek derxin"

Nêvîn Ebû Karş bal kişand ser hedefgirtina komeleyê ji zarokên temênê 10 heta 15 salî, bi riya dewreyên piştgiriya psîkolojîk bi du rûniştinan û wiha domand: "Projeyek din wekî pêngavek bû ji bo danîna pêlîstokên behrê li parka deryayî li Xan Yûnisê ku ji aliyê Bernameya Neteweyên Yekbûyî û Tora Medyayî ya Watan ve tê fînansekirin ew di du qonaxan de bû.

NEXEM KARACA
Xeza- Komeleya Amwaj a Pêşketin û Pêşveçûna Civakê di warê geşedana çandî û civakî de kar dike. Armanc wê ew e ku bi riya pêşkêşkirina bernameyên çandî û civakî, civaka Filistînê beşdarî bernameyên çandî û civakî bike, zarok, jin û ciwan jî di nav de kesên kêmendam dike hedef ji bilî pêşkêşkirina bernameyên alîkariyê.
Der barê destkeftî û xizmetên Komeleya Amwaj a Pêşketin û Pêşveçûna Civakê ku di sala 2017'an de hatiye damezrandin, nûnera rêveberiya komeleyê Nevîn Ebû Karş ji ajansa me re wiha got: "Me ji bo komeleyê ji Wezareta Rewşenbîrî û sendîkaya çandî ya Filistînî dirav stand ji bo projeya xurtkirina hemwelatîbûna çalak bikaranîna şanoyê li Xezayê. Ew ji heşt pêşandanên şanoyê pêk dihat lê ji ber şerê vê dawiyê li ser Xezayê, tenê çar pêşandan hatin cîbicîkirin ku zarok, jin û komên din ên civakê dikirin armanc. Şanoyê behsa hemwelatîbûn, koçberî û pêşxistina nirxên beşdariya civakê di civaka Filistînê de dikir.”
Projeyek ji bo danîna pêlîstokên behrê li parka deryayî
Qonaxa yekem sazkirina pêlîstokên behrê bû ji bo çêkirina cihekî bi ewle ji zarokan re bi malbatên wan re. Qonaxa duyemîn jî avakirina atolyeyan e ku ji bo jinên li cihên giştî rastî tundiyê tên, çawaniya parastina xwe û pêşniyarên wan çi ne. Lê atolyeyên zarokan bi awayekî perwerde û rewşenbîrî bûn.” 
Wê di berdewamiya axaftina xwe de wiha behs kir: "Me hejmareke atolyeyên ku keç, xort û jinan dikin armanc li ser rêbernameya tundûtûjiya zayendî, bi hevkarî ligel Komeleya Ayşe ji bo Parastina Jin û Zarokan pêşkêş kirin. Li kêleka rêze perwerdeyên hişyarkirinê bi navgîniya saziya Alîkariya Bijîjkî ya Filistînî ku jin û keçên ciwan der barê tenduristiya zayînê û guhertinên fîzyolojîk ên ku ew di heyama mezinbûna xwe de pê re rû bi rû dimînin kir armanc. Her wiha rêze atolyeyên di çarçoveya projeya parastin û rêzgirtina mafên jin, keç, jinên kêmendam û yên ku ji tundiya zayendî rizgar bûne.”
Ji bo jinan atolyeyên civakî û hiqûqî hatin lidarxistin
Nêvîn Ebû Karş da zanîn ku bi hevkariya saziya karûbarên jinan, wan gelek atolye û rûniştin pêşkêş kirine, di nav wan de atolyeyên civakî û hiqûqî ji bo jinan û haydariya wan li ser rûbirûbûna tundûtûjiya zayendî, rêgezên qanûnî yên çawaniya bidestxistina wan danîngeha zarokan û danişînên piştevaniya civakî yên ku ji hêla pisporên di rêvebirina dozê de tên peydakirin û çalakiyên barkirinê û piştgiriya psîkolojîk dihewîne. Me projeyek li ser beşdarbûna jinan a siyasî û hilbijartinan û bilindkirina rola wan pêk anî. Me bi koordîne bi Xaça Sor a Navneteweyî re jin û zarokan di warê projeya bombeyên neteqandî de perwerde kirin. Me kampa "Me tîne cem hev" ji aliyê Rêxistina rizgariya pêşeroja ciwanan ku 5 rojan li pey hev bû li dar xist û zarokên 10 salî heta 16 salî kir hedef ku rêzeçalakiyên şano û hunerî digire nav xwe. Her wiha me du kamp ji bo zarokan ji aliyê Saziya Alîkariya Bizîşkî ya Filistînê ve li herêmên El-Nasr û Bîr El-Necah ava kirin. Bi rêjeya 100 zarok ji her kampê re me bi Navenda Ragihandinê ya Civakê re hevkarî kir û di komxebatekê de li ser ewlehiya dîjîtal û çawaniya parastina hesabên jinan ger rastî şantajên li ser hesabên xwe yên medyaya civakî werin û li ser riyên ewlehiyê em rawestiyan.”
Nêvîn Ebû Karş bal kişand ser kêmasiya aborî ku di her saziyê de heye û wiha domand: "Me bi qasî dikaribû xizmet û derfet pêşkêş dikirin û ger dirav tunebe em dozan vediguhezînin saziyên hevkar ku xizmeta jin, keç û zarokan dikin lê pandemiya koronayê çalakiyên ku em dikin kêm kiriye.
Ji bo zarokan projeyên wekî anîmasyon û perwerdeya zarokan amade dikin
Têkildarî plan û pêşniyarên komeleyê yên sala 2022'an jî Nêvîn Ebû Karş wiha got: "Em hewl didin li fînansorên din ên ku li gorî xwestekên komên ku em dikin hedef û armancên wan ên cihê hene, bigerin û em ê bixebitin ku di nav komeleyê de xizmetên komeleyê berfireh bikin da ku bigihîjin hemû parêzgehên Xezayê. Niha ji bo zarokan projeyên wek anîmasyon û perwerdekirina zarokan amade dikin û der barê jinan de jî em hewl didin derfetên kar biafirînin û hemahengiyê di navbera me û komeleyên wek Komeleya Xwendekarên Zanîngehê û Karûbarên Jinan de pêk bînin. Em dixebitin ku navên jinan ji projeyên fînansekirî re wekî çareseriyên alternatîf bişînin ger ku piştgiriya aborî peyda nebe û belgeya parastina zarokan bi hevkariya Navenda Filistînê ya Mafên Mirovan bi riya hesabê elektronîk ku me ji bo jin û zarokan çêkir amade bikin. Her wiha doz wê ji aliyê kesekî pispor ve ku di komeleyê de heye bê şopandin û ji saziyên şareza re bê şandin.”