Efrînî ji ber dûrbûna ji warê xwe û koçberiyê zehmetiyên mezin dikşînin

Zêdetirî 4 sal in şêniyên Efrînê yên ku bi darê zorê ji warê xwe koçber bûn û li Kantona Şehbayê dimînin li dijî hemû zehmetî û astengiyên jiyana rojane bi vîn û biryardarî li ber xwe didin.

 ROBARÎN BEKIR

Şehba- Zêdetirî 4 sal in xelkê Efrînê yê bi darê zorê ji welatê xwe derketin û li kantona Şehbayê koçber in, li hember hemû zehmetî û astengiyên jiyana rojane û bêçaretiyê di nava dorpêçeke asê de ne û berdewamiya êrîşên Tirkiyeyê li ser kantona Şehbayê û navçeya Efrîn Şêrawayê li ber xwe didin. Şêniyên Efrînê piştrast dikin ku rojeke vegerê heye.

"Xizmetên Rêveberiya Xweser"

Endama Komîteya Karûbarên Civakî ya Meclisa Kantona Efrînê Şêrîn Ehmed got ku koçberên kantona şehbayê di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de girêdana xwe bi axa xwe re nîşan didin û wiha lê zêde kir: "Rêveberiya Xweser 4 sal in piştgiriya wan dike hem di nava kampê de hem jî li navçeyê û her kes dizane ku gelê Efrînê dema ku li warê xwe bûn jiyana wan pir xweş bû lê dema ku hatin vê derê destpêkê em rastî gelek zehmetiyan hatin lê Rêveberiya Xweser alîkariyê me kir. Kantona Şehbayê di dema kontrolkirina çekdarên DAIŞ'ê de gelek şer û pevçûn dîtin û Şehba devereke karestbar bû û mal jî lê kêm bûn li gorî hejmara şêniyan lê Rêveberiya Xweser gelek kamp li kantonê ava kirin ev 4 sal in, heta îro Rêveberiya Xweser li herêmê hemû karîn û xizmetguzariyên xwe ji bo piştgiriya xelkê pêşkêş kiriye. Di  nav wan de cereyan, nan û selikên xwarinê yên bêpere jî hene. Her wiha vekirina xalên pijîşkî ji bo Heyva Sor a Kurd û Nexweşxaneya Evrîn."

"Em destekê didin gelê xwe û çi ji destên me tê em dikin"

Şêrîn Ehmed amaje bi wê yekê kir ku Rêveberiya Xweser hejmarek malên ku di encama bombebaranê de wêran bûn ji nûve ava kiriye û wiha berdwam kir: “Li gel wê çêkirina kanalîzasyonê û gihandina avê ji bo gundan bi riya tank û sarincên avê yên gerok, alîkariya xelkê kir, herêm nîvçol e lê gel bi îradeya xwe dijî, di peydakirina gelek malzeme û pêwîstiyan  ji xelkê rastî zehmetiyan tên. Piştî dorpêça gemarî ya ku rejîma Sûriyeyê li ser kantonê ferz kir û li ser alîkariyên ku ji aliyê rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tên, pereyan dixwazin. Daxwaza wan bi vê yekê ew e ku gelê di nava kampê de tune bikin, çawa ku gelê Efrînê ji warê wan derxistin dixwazin wan ji vê derê jî derbixin lê ruxmî hemû zehmetiyan jî gelê me yê Efrînê berxwedêr e û destekê dide Rêveberiya Xweser. Her wiha dema ku em hatin Şehbayê wekî sehra bû lê me bi xwe şînayî lê çandin ji ber ku ev çandek ji çanda miletê me yê Efrînê ye her dem çandiniyê dikin û ji şînahiyê pir hez dikin. Gelek şehîdên me li Şehbayê hene hevalên me yên keç û yên xort li vê derê şehîd ketin û li ser wê esasî jî em ê her dem li ber xwe bidin û tu carî teslîmkariyê qebûl nakin. Em ê her dem li Şehbayê berxwedaniyê bikin heya vegerin welatê xwe Efrînê. Em destekê didin gelê xwe em piştgiriya wan dikin çi ji destên me tê em dikin û gel di wê ferqê de ye. Dizane ev dorçpêkirina ku çêdibe ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve ye. Gundên navçeya Şêrawa û Şehbayê her roj rastî êrîş û topebarana artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê tên lê gelê Efrînê li ber xwe dide."

"Bi dagirkeriya Efrînê re wêranî û xirabkirin çêbû"

   Yek ji jinên li kampan dimînin Ferîda Bekir got ku dema di 18’ê Adara 2018’an de koçber bûn, nikaribûn bi gel re derkevin derve ji ber wê jî bûye şahidê sûcên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê û wiha dibêje: “Piştî demeke kurt ez çûm û niha li kampa Şehbayê dijîm. Piştî kontrolkirina Tirkiyeyê û çeteyên wê em nikaribûn ji malên xwe derkevin. Em ji ber dengê topbaran û guleyan ku piştî Tirkiyeyê Efrîn dagir kir û pê ve nikaribûn razên. Her wiha di şevek de jiyana me veguherî dojehê. Efrîna ku bi ewlekarî û aramiya xwe dihat naskirin bû navenda komên çeteyan. Ji bilî ferzkirina standina pere malên koçberan hatin kontrolkirin û milk ketin destên wan û hatin talankirin. Erdê xelkê hatin wêrankirin û yên ku wekî wan nedikirin dihatin kuştin. Kampên Berxwedanê tenê ji konên ji naylon bin jî ji mayîna li Efrîna dagirkirî ewletir û rehettir in. Banga min ji hemû gelê Efrînê re heye ku bi çeteyan neyên xapandin û dagirkeriya tirk baş binasin."

"Ji bo em xaka xwe azad bikin em ê hemû zehmetî û astengiyan tehemul bikin"

Salwa Ebdo jî got ku ew li kampên Şehbayê rastî gelek zehmetî û karesatan tên û wiha domand: "Havîn konê me ji tava tûj naparêze, zivistanê jî em bi baran, bahoz û nexweşiyên zarokên xwe re têdikoşin. Di hemû zehmetî û astengiyan de em li ber xwe didin ji bo vegera Efrîna rizgarkirî. Heta ku rojek ji jiyana me mabe hêviya me ya vegerê heye."

Di dawiya axaftina xwe de Selwa Ebdo bang li hemû welatên ku daxwaza parastina mafên mirovan dikin û welatên garantor û destwerdanê di krîza Sûriyeyê de dikin kir û wiha bi dawî kir: "Ger ku ev dewlet ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê hewl didin tiştek bikin, destpêkê divê hesab ji Tirkiyeyê bipirsin û zextê lê bikin ku ji hemû qadên ku bi hovîtî dagir kiriye derkeve."