Efrînî di nav şertên dorpêçiyê de berxwedana xwe didomînin

Jinên Efrînî ên ji ber êriş û dagirkeriya dewleta Tirk koçî kantona Şehbayê bûne rûxmê ambargoya hikûmeta Şamê jî jiyana xwe didomînin û dibêjin, “Li kêlek zehmetiyan em berxwedana xwe didomînin."

HESNA MIHEMED

Şehba – Li ser gelê Efrînê yên ji ber êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a 18’ê Adara 2018’an ji cih û warên xwe bûn û li Şehbayê bi cihbûn, ji aliyê hikûmeya Şamê ve polîtîkayên rêgirî û ambargoyê tê meşandin. Ev pênç sal in Efrîniyên koçber di nav şert û mercên koçberiyê de berxwedana xwe didomînin. Aliyek dorpêçiya hikumeta Şamê aliyek jî êrîşên dewleta tirk a dagirker. Di van du mehên dawî de hikumeta Şamê amorgoya li ser Efrîniyan zêdetir kiriye. Bi taybet bi hatina demsala zivistanê re nahêle pêdîviyên jiyanî û tendirustî derbasî herêmê bibe.

Jinên Efrînî yên koçber ji bo debara mala xwe bikin û zarokên xwe ji sermaya zivistanê biparêzin berê xwe didin nav erdan û êzingên biçûk kom dikin, her wiha li dijî dorpêçiya ser wan hatiye ferzkirin û êrîşên ku tên kirin berxwedana xwe bi her cureyê didomînin. Gel di wê baweriyê de ye ku yekane riya vegera Efrînek azad berxwedan e.

Li kêlek zehemetiyan berxwedana xwe didomînin

Zeyneb Îbo behsa zehmetiyên ku dijîn û berxwedana ku dimeşînin kir û got: "Ji ber dorpêçiya ku li ser me tê meşandin, em berê xwe didin nav erdan û êzingan ji erdê kom dikin. Hikumeta Şamê dorpêçî ser me ferzkiriye. Em bi temen mezin in divê di van demê serma de sobeyê me hebe, lê mixabin mazot tune ye. Em gelek zehmetiyan dikşînin lê rûxmê her tiştî berxwedana xwe didomînin û teslîmiyê qebûl nakin.”

Em debara xwe bi komkirina êzingan dikin

Cinet Dîko 65 salî ye û ji bo zarokên xwe ji sermayê biparêze berê xwe dayî nav erdan û êzingan kom dike wiha dibêje: "Ez jinek bi temen mezin im û nexweş im. Zarokên me biçûk hene û ji sermayê nexweş dibin. Ji ber vê min berê xwe da nav erdan û darên biçûk ji bo zarokên xwe kom dikim. Em daran qut nakin lê qurmikên biçûk ji nav zeviyan kom dikin. Dorpêçî li ser me hatiye ferzkirin û ji ber vê yekê em di nav zehmetiyan de dijîn. Dîsa dev ji berxwedana xwe li Şehbayê bernadin. Her wiha demê em nexweş dibin ji ber dorpêçiyê derman tune ye. Pêwîstiya milet bi derman û îlacê heye. Em bi hêviya vegera Efrînê dijîn û jiyana xwe didomînin. Ez rû bi rû derbasî nav erdan dibim û êzingên xwe kom dikim. Em xwerinê û pêdîviyên xwe li ser van êzingan dikin, di heman demê de li ber agir xwe germ dikin."