Ebru Aydın: Xwişka min întîhar nekir!

Jineke din jî ji balkonê ‘ketine' jiyana xwe ji dest da. Malbata Ece Kiliçaslan ji mirina wê Erol Acar ê ku berê giliyê wî kiribû û pê re zewiciye, berpirsyar digre.

ELÎF AKGUL

Stenbol- Ece Kiliçaslan a 28 salî, şeva 16’ê Adarê saet 03.00’an de li Taxa Esenkent a Ûmraniyeyê ji balkona li qata 3’emîn a avahiyeke 4 qatî “ket" û bi awayekî birindar rakirin nexweşxanê. Tevî hemû mudaxeleyan Ece Kiliçaslan nehat rizgarkirin. Li midûriyetê wek gazindker îfadeya dayik û bavê Ece Kiliçaslan Acar hat girtin. Dayik û bav got ku ev ne xwekuştin an jî ketina ji bilindahiyê ye, difikirin ku ev cînayet e. Dayik û bavê Ece Kiliçaslan derbarê Erol Acar de gilî kirin. Li ser vê yekê bi biryara dozgeriyê Erol Acar ê ku Ece Kiliçaslan 10 sal in pê re zewicî ye, hat binçavkirin. Gumanbarê mêr ê ku piştî karên wî yên li midûriyeta polîsan bi dawî bû birin Qesra Edaletê ya Anadoluyê ya li Kartalê, bi şertê kontrola edlî hat berdan.

 

“Xwişka min cixare di destê wê de ser piştê ket”

 

Xwişka Ece Kiliçaslan Ebru Aydin dibêje: “Xwişka min întîhar nekiriye”; Erol Acar wek gumanbarê sereke nîşan dide. Ebru Aydin ji ajansa me re axivî û diyar kir ku xwişka wê berê jî rastî tundiya Erol Acar hatiye û Erol Acar ji ber gef li xwişka wê xwaribû ku zarokên wê bikuje, nekaribû têkiliya xwe bi dawî bike. Ebru Aydin roja mirina xwişka xwe wiha vedibêje:

 

“Ez qet nafikirim ku ev bûyer întîxar e. Ev bûyer cînayetek e. Piştî bûyerê dema em hatin nexweşxaneyê min jî Erol ê re dest bi qîrin kir. Dengek ji wir hat û got, 'Tu çi diqîrî, kurik li ser kar bû'. Îfadeya keça xwişka min ya 9 salî li emniyetê girtibûn. Keçik ji tirsa neçar ma wiha bibêje, 'Min li televîzyonê temaşe dikir, dayika min di bipîpik de xwarin çêkir, ji bo sar bibe bir balkone û ket. Ev bûyer di 3’ê şevê de çêdibe. Xwişka min ji saet 21.30’an şûnde wan zarokan dixist nav nivînan. Ez bawer nakim ku zarok li televîzyonê temaşe bike. Paşê tiştekî din gotin. Ji min re gotin ku Erol û xwişka min saet di 03.00’an de li metbexê cixare kişandine. Qehwe vedixwarin. Keça wan a biçûk a 2 salî giriya ye. Erol jî çû cem wê û dû re dengê ketine hatşiye. Xwişka min bi cixare ya di destê xwe de ser pişta xwe ketiye. Ma mirov bi cixareyê întîxar dike. Di wê malê de teqez alozî derket û heta barkonê jî alozî berdewam kir.”

Derbarê Erol Acar de biryara dûrxistinê derxistibû

 

Ece Kiliçaslan di 22'ê Gulana 2021'an de derbarê Erol Acar de gilî kiribû. Di îfadeya xwe ya li midûriyeta polîsan de diyar kir ku çeka hevserê wê yê ku pîşêya şuştina wesayîtan dike heye, di nav qutiyeke deterjan de veşartiye û Erol Acar jî bi gotina "Te deterjan li çeka min derbas kiriye" gef lê xwariye û ji rayedaran xwestibû ku biryara dûrxistinê derbikeve û xwestibû li stargehekê bê bicihkirin. Li ser vê yekê derbarê Erol Acar de ji bo 2 mehan biryara dûrxistinê derxistibû.

 

“Gefa kuştina zarokên xwe xwar”

 

Xwişk Ebru Aydin dibêje ku xwişka wê ji bo zarokên xwe nikarîbû jî Erol Acar qut bibe û wiha got: “Ev tundî ne nû ye, du sal in berdewam dike. Beriya mehekê bi berdeqê serê xwişka min xistibû û 5 kêl avêtin. Ji bo derbase daneyan nebê sinetker kêl an avêt. Beriya salek meha Mijdarê xwişka min xwest ji malê qut bibe. Erol Acar çeka xwe ya li malê datîne serê keça xwe ya 2 sal û nîv a ku di dergûşê de razayî ye û dibêje, "Ger tu heri ez ê van zarokan bikujim." Li ser ve Ece gilî kiribû. Piştî giliyê dest danîn ser çeka wî û biryara dûrxistinê hat derxistin. Lê piştî mehekê neçar ma dîsa vegere.”

 

"Mirov çawa dikare dema ku qehwe vedixwe xwe davêje?"

 

Dayika Ece Kiliçaslan Cemîle Ayfer Gursel jî dibêje: “Keça min tu carî ne mirovek wisa bû ku xwe ji balkonê bavêje. 3 zarokên wê hene. Ji bo wan her tim li ber xwe da. Mirovek çawa dikare dema di mitbaxê de qehwe vedixwe xwe bavêje” û axaftina xwe wiha berdewam dike:

 

“Şev saet di 03:00 de jintî ya wê Raziye Acar telefona min kir û got 'Xwişka min, te çima vê keçikê ji destê wan negirt? Wan ev keç ji balkonê avêtin. Ev keçik mef bû, te çima negirt û nebir? Xwişka min were'. Keça min tu carî ne mirovek wiha bû ku xwe ji balkonê bavêje.”

 

“Jin herî zêde bi ketina ji bilindahiyê dimirin”

 

Piştî mirina Ece Kiliçaslan Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin li ber mala ku bûyer lê qewimî daxuyaniyeke çapemeniyê da. Li ser navê Platformê parêzer Işik Îlayda Oner axivî û got, "Em îro ji bo Ece Kiliçaslan li vir in. Malbata mêr me li serê kolanê digire. Xwişka me li vir hat qetilkirin, ji balkonê ketine. Bi awayekî gumanbar hat qetilkirin. Yên ku nehiştin em werin li vir bila bizanibin ku jin li şûna ku biçin dewletê pêşî tên cem me."

 

Işik Îlayda Oner wiha berdewam kir: “Xwişka Ece ewil şev saet di 03.00’an de gihişte me. Jin herî zêde bi ketina ji bilindahiyê dimirin. Ma ev hemû tesaduf e?  Gel piraniya jinan hevjînê wê ya berê û hevalê wê mêr li cihê bûyerê tên ditîn. Û çi tesaduf e, di têkiliya hemûyan de dîrokek tundûtûjiyê heye. Em baş dizanin ku ev ne tesaduf in. Em li gel hemû jinan e. Dê tu mirin bi guman nemîne. Em ê her tim têkoşîna xwe bidomînin. Me nagrin. Malbata mêr nahêlin em li ber cihê ku Ece lê mir daxuyaniyê bidin. Lê bila zanibin ku em îro li vir in, sibe jî li vir in û em ê her tim li gel hemû jinan bin. Her wiha em ê nîşan bidin ku jin ne guldank in û ne jî hebûnen bê can in ku ji balkonan bikevin."

 

217 mirina jinan a bi guman

 

Li gorî daneyên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, ji bilî 280 jinên di sala 2021’an de hatine qetilkirin, 217 jin jî bi guman mirî hatine ditîn. Di van du salên dawî de hejmara kuştinên jinan ên bi guman nêzî hejmara cînayetên jinan bûye ku kiryarên wan hatine eşkerekirin.