'Li Xezayê kesên xwedî pêwistiyên taybet ji mafên xwe bêpar in'

Endamê Desteya Rêveber ya Federasyona Zarokên Xwedî Pêwistiyên Taybet a Filistinê Duaa Qaşlan ku ew bi xwe jî kesek xwedî pêwistiyê taybet e anî ziman ku li Xezayê xizmetek rast a ji bo kesên xwedî pêwistiyên taybet nîn e.

RAFIF ESLEEM

Xeza - Astengdarên Xeza di rewşeke jiyanî zehmet de dijîn, li gel nebûna xizmetguzariyên sereke weke riyên taybet bi wan, kursiyên bi kehrebê kar dikin, cov û nebûna dermanan ku gelek carana jiyana wan ji dest diçe.

Endamê Desteya Rêveber ya Federasyona Zarokên Xwedî Pêwistiyên Taybet a Filistinê Duaa Qaşlan ku ew bi xwe jî kesek xwedî pêwistiyê taybet e li ser serpêhatiya jiyana xwe zehmetiyên ku kesên xwedî pêwsitiyên taybet li Xezayê dijîn axivî, anî ziman ku ew ji bo başkirina rewş û xizmeta kesên xwedî pêwistiyên taybet têdikoşe.

Duaa Qaşlan a 30 salî ku li ser kursiye û di rêyek ax neçêkirî de hewil dide derbieke, mela wê li herêmek gundeware. Dema Duaa ji dayîk bûyî lingê tam negihiştiye û ji lingê xwe xwdî pêdawitiya taybete ji ber ku masulkeyên lingê wê mirine û bi vînek  xurt hewil dide li beramberî hemû zehmetiyan raweste û jiyana xwe berdewam bike û kesên weke xwe jî fêr bike. Ev 12 sale weke çalakvanek civakî kar dike û bûye endamê desteya rêveber a Federasyona Filistînî ya zarokên astengdar.

‘Berpirs bersîva daxwazên me nadin’

Duaa Qaşlan wiha got: “Kesên xwedî pêdawistiyên taybet  gelek zehmetiyan dikişînin, ji dema dibistanê bigre heta nirînên neyênî yên hevalên min ji bo min heta asta zanîngehê mi gelek astegî kişand. Ji ber rêyên neçêkirî û gelek pirsgirêkên din hişyariyek giştî nine, kesên civakê ên ku xwedî pêdawistiyên taybet ku nikarin bê alîkariya kesên din tevbigerin û berpirs jî bersiva daxwazên wan nadin.”

Beriya pênc salan Duaa Qaşlan dazanîn ku li ser malpera xwe a  facebookê derbarê rêya mala wê ya neçêkirî de daxwaza çareseriyê kiribû, rojvek ava kirbû, lê belê şaredariyê got ku pere nîne rêyan çêkin, ev pirsgirêk heta  roja îro berdewam dike bi taybet rojên zivistanê bi barîna baranê re ew rê hemû dibe hez.

Ji ber ku malbat nikare du kursiyan ji herdû zarokên xwe ên keç re bînin, Duaa û xwişka xwe kursiyek ê kehrebê bikartînin ji êvarê de nîqaş dikin ka wê sibe kî ji wan kursî bikarbîne, yek diçe karê xwe û yek li mal dimîne an bi teksiyek taybet karê xwe dike, ev bi xwe jî pirsgirêkek e ji ber ku xwediyên teksiyan pereyek zêde ji wan dixwaze.

Dema pirsgirêk di kursî de çêdibe kesek nine çareser bike

Duaa bi bîr xist ku astengiyên bi kursiya kehrebeyê re dikişîne jî hene, ji ber ji kursî re 8 seat şarj pêwîste û li Xeza kehrebe gelek tê birîn.  Ji ber wê jî gelek rojan Duaa û xwişka xwe di mal de dimînin. Her wiha dema pirsgirêkek di kursî de çêdibe kesên pispor nînin sererast bikin.

Duaa Qaşalan xwediyê du dîplomeyên zanîngehê di di beşên cuda deye, yek sekretere û yek jî di rêveberiya  karane, lê ew bejdarî qada karan nebûye. Her carê daxwaznameya wê kar tê redkirin tevî ku li gora zagoa Filistînê mafê wê ji sedan 5 heye  û dahatek din a wê ya jiyanê nîne.

Duaa Qaşalan diyar kir ku xwişka wê bêhtir bi şanse ji ber hertim kesên ku piştevaniya wê bikin hene. Lê ew bi tenê hemû pirsgirêkên xwe çareser dike. Niha jî hewil dide alîkariya kesên xwedî pêdawistiyên taybet bike û wan jî bejdarî civakê bike.