Duaa Dehlan: Dive zewaca bi zorê suc were hesibandin

Pispora Xizmeta Civakî Doaa Dahlan amaje bi wê yekê kir ku jin û zarokên keç yên ku li Xezzeyê bi zorê hatine zewicandin bi gelek pirsgirêkan jiyan dikin û bi taybet tundûtûjiyê re rû bi rû ne.

NAGHAM KARAJEH

Xeza- Zewaca bi zorê yek ji binpêkirinên bi mafên mirovan e, yek ji kiryarên bi zirar bandorê li jinan dike, lewra dive siyaset û zagonên pêwîst hebin dijî vê diyardeyê.

Pispora Xizmeta Civakî Duaa Dehlan li ser zewacên bi zorê nirxandinan kir. Duaa Dehlan zewaca bi darê zorê weke ferzkirineke ku bêyî razîbûna kesane ya azad û eşkere ya yek an jî her du aliyan pêk tê û tê de mirov nikare bi temamî û bi azadî îradeya xwe îfade bike pênase kir. 

‘Malbat zarokên keç ji xwe re wek bar dibînin’

Duaa Dehlan destnîşan kir ku zewaca bi zorê encama zihniyeta baviksalarî ye û wiha got: “Rêjeya jinên ji ber xirabûna rewşa aborî hatine zewicandin ji sedî 58 e. Diyardeya zewaca bi darê zorê di mejiyê malbatan de çêdibe û jin berdêla wê didin. Malbat îdia dikin ku ew nikarin barê zarokên ku anîne serê xwe hilgirin û ji ber vê yekê bi keçên xwe re dizewicin. Malbatên ku xwezayê dibînin ku di temenê biçûk de bizewicin jî ditirsin ku keçên wan dema mezin bibin nikaribin bizewicin.”

'Nebûna zagonan rê li ber zewacên bi zorê vedike'

Duaa Dehlan bal kişand ku gelek malbatên Filistînî xwe dispêrin zîhniyeta desthilatdariyê û wiha got: “Bandora qebîleyê bandoreke girîng li ser jiyan û hilbijartina keçan dike. Piraniya malbatan jî piştgirî didin zewacên bi xizm û mirovan re. Nebûna zagonên zewacên bi darê zorê jî rê li ber vê rewşê vedike. Keç ji mafên xwe bêpar in, azadiya ramanê tê binpêkirin.”

'Divê zewacên bi zorê bên sûcdarkirin'

Duaa Daehlan diyar kir ku divê qanûn ji nû ve bên sererastkirin û zewacên bi darê zorê bên krîmînalîzekirin û got, "Li aliyê din jî divê li dijî tundiya ku jin û keç rastî tundiyê tên, cezayên astengkirinê werin sepandin û kontrola hiqûqî bê destpêkirin." Doaa Dahlan bal kişand ser bandorên derûnî yên zewaca zarokên keç û wiha got:

“Ji ber ku keç rastî tundiyê tên, nikarin li dijî ferzkirinên heyî derkevin. Hilbijartin nayê dayîn. Ev dibe sedema nexweşiyên kesayetiyê di pêşerojê de. Eger ez mînakekê bidim çend jinên ku bi darê zorê hatine zewicandin piştî zewacê nikarin hobiyên xwe bikin, nikarin kariyera xwe ya perwerdehiyê biqedînin, nikarin beşdarî bazara karî bibin, nikarin ramanên xwe eşkere bibêjin. Hemû jî diyar dikin ku piştî zewaca xwe heman êş dîtine.”

'Depresyon, fikar, serêş xuya dike'

Duaa Dehlan da zanîn ku zewacên bi darê zorê bandoreke neyînî li jinan dike di hemû astan de ji aliyê civakî, aborî û tenduristiyê ve û diyar kir ku zextên derûnî yên li ser jinan kom dibin, nikarin jiyanê qebûl bikin û ji civakê qut dibin. Duaa Dehlan bal kişand ser wê yekê ku civak bi efsaneyên derewîn ên wekî "Mala jinê li tenişta mêrê wê ye" berpirsyariyên giran li ser jinan ferz dike û wiha got: "Li gorî lêkolînan, nîşanên giran ên derûnî yên wekî depresyon, fikar û serêşiya giran di wan kesan de derdikevin. bi zorê zewicandin."

'Ji sedî 72'ê jinan pirsgirêkên psîkolojîk hene'

Doaa Dahlan li ser jinên ku bi darê zorê hatine zewicandin ev agahî parve kir: “Rêjeya jinên ku pirsgirêkên wan ên psîkolojîk gihiştiye ji sedî 72, ji sedî 47ê wan depresyon, ji sedî 39’ê wan nekarîne ji jiyanê kêf bikin, ji sedî 25’ê wan jî baweriya xwe winda kirine, ji sedî 39 difikrin ku mirin riya xilasiyê ye, ji sedî 21 ji sedî 21 difikirin ku xwe bikujin û ji sedî 7 jî hewl didin xwe bikujin, rêjeya jinên ku ji ber zewaca bi zorê digirîn ji sedî 82,6 e, rêjeya jinên ku xwe bêhêvî û bêçare hîs dikin ji sedî 79,6 e. Rêjeya jinên ku kêmasiya konseptê dîtine gihiştiye ji sedî 69, rêjeya jinên ku bi tirs û bêaramiyê dijîn jî gihiştiye ji sedî 54,4.”

'Divê plansaziyên awarte bên çêkirin'

Duaa Dehlan bal kişand ser pêwîstiya çêkirina planên awarte ji bo jinan ji bo xilasbûna ji bandorên nerênî yên zewacên bi darê zorê, ji bo çareseriya pirsgirêkê ev pêşniyar hatin kirin: “Divê qanûnên ku pêvajoya zewacê birêkûpêk dike û razîbûna herdu aliyan kontrol dike. were pêkanîn. Divê bingehek çandî û yasayî ya adil ji bo jinan were avakirin da ku rola xwe ya civakî û serokatiyê bi cih bînin û rêzek atolyeyên hişyarkirinê werin lidarxistin da ku dê û bav teşwîq bikin ku ji zewacên bi zorê yên zarokên xwe yê keç dûr bikevin. Divê Qanûna Parastina Malbatê ji Şîdetê bê erêkirin. Ji bo bandorên neyînî yên zewacên bi zorê jî divê di mufredatên perwerdeyê de plansaziyeke stratejîk bê çêkirin. Divê di nava dadgehan de odeyeke taybet ji bo şêwirmendiya malbatê bê avakirin.”