Dorpêçiya ser Şehbayê zirarên jiyanî dighîne welatiyan
Dorpêç û ambargoya ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve li ser Şehbayê tê meşandin di hemu qadên jiyanê de bandorên neyînî li ser şêniyan dike. Ji ber êrîş û ambargoyê 15 hezar xwendekaran nikarin xwendinê bikin.
HESNA MIHEMED
Şehba – Ji 19'ê Mijdarê ve dewleta tirk a dagirker bi her awayî êrîşên xwe bi ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bir. Yek ji wan herêman Şehba ye ku tê de bi sad hezaran koçberên Efrînê yên ku warên wan ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve di 18'ê Adara 2018'an de hatiye dagirkirin, dijîn. Her wiha li kêlek êrîşên ku tên kirin Hikumeta Sûriyeyê dorpêçî li ser herêmê zêdetir kiriye û nahêle pêdîviyên gel ji bo demsala zivistanê wek mazot, xaz derman derbasî herêmê bibin.
Ji ber rewşa amborgu 72 dibistan deriyên xwe girtine û zêdetirî 15 hezar xwendevan û şagirtên ku li kantona Şehbayê û navçeya Şêrewa kantona Efrîna dagirkirî dimînin ji dibistanê bê par mane ji ber tunebûna madeya mazotê. Şêniyên heremê yên tên xwestin bi van êriş û dorpêçê bên koçberkirin, destnîşan dikin ku ruxmî dorpêçî, êrîş û zehmetiyên ku dibînin ew ji Şehbayê koçber nabin û wê tenê vegerin Efrînek rizgarkirî.
Jinên Efrînê yên koçberî kantona Şehbayê bûne û berdevka Desteya Perwerdeya Hîndekarî ya herêma Efrîn nêrîn û helwestên xwe derbarê rewşa ku tê de dijîn û zehmetiyên ku dibînin, parvekirin.
Aliyek dorpêçî aliyek êrîş
Efiyet Ekaş dest nîşanî rewşa ku tê re derbas dibin li kantona Şehbayê kir û got: "Em li Şehbayê aliyekî din av top û tivingên dewleta tirk û aliyekî din av dorpêçiya hikumeta Sûriyeyê de berxwedanan xwe bi îsrar dimeşînin. Em di rewşek zehmet û dijqwar re derbas dibin hikumeta sûrî mazot, xaz û pêdîviyên gel ên jiyanî ser me qutkiriye her wiha kelûpelan jî derbasî herêmê nake. Ji ber qutbûna mazotê gelek zirar dighîne sivîlan, di heman demê de zarok jî ji xwendinê mehrûm bûne. Bi tunebûna mazotê re elektrîk hate qutkirin, av qut bû, firin ji bo çêkirina nan rawestîn. Ev yek jî li pêşiya çavên dunyayê pêk tên û ji bêdengiya xwe jî dernakevin. Heger em li Şehbayê ji tunebûnê bimirin jî dîsa dev ji vegera Efrînê bernadin."
Bi ser koçberbûnê dorpêçî jî heye
Fatimê Osman qala zehmetiyên ku li Şehbayê dijîn kir û vegot: "Em ji Efrînê koçber bûn, şertê koçberbûnê ne bes bû êrîş û dorpêçî jî bi ser me de tên. Li derdor me rojane dewleta tirk êrîş me dike, her wiha hikûmeta Sûriyê jî amburgo li ser me ferzkiriye, zarok ji ber sermayê nexweş dibin û derman jî nayên peydakirin. Li Efrînê dar pir bûn me êzing ji bo zivistanê peyda dikirin. Lê li Şehbayê dar jî tune ne lewra em muhtacê mazotê ne, lê hikumeta sûriyeyê ew jî jêder jî li ser me qutkiriye. Her çiqas em zor û zehmetiya li Şehbayê bibînin jî ji vê deverê dernakevin ji ber mayîna me ya li Şehbayê kilîta rizgarkirina Efrînê ye."
Bi hezaran xwendevan ji dibistanê mehrûm mane
Berdevka Desteya Perwerdeya Hindekarî ya herêma Efrîn Mamoste Hena Kelo behsa sîstema xwendinê û dorpêçiya ku tê jiyîn kir û got: "Me îsal sîtemek nû ji bo xwendevanan rêxistin kir. Ji ber salên par gelek pirsgirêk di xwendinê de derket. Me sîstema nirxandina waneyan pêşxist ev jî di zihniyeta xwendevan de pêşketinan çêdike. Pirsgirêka ku em niha dijîn ew girtina dibistanê ye ji ber rewşa amborgoyê. Îsal dorpêçî ji salên derbasbuyî girantir bûye lewra em gihêştin biryarekê ku dibistan bên girtin ji ber tunebûna mazotê. Bi hezaran xwendevan ji dibistanê bê par man û ji sîstema xwendinê nêzî 15 rojin hatine qutkirin, her wiha 72 dibistan deriyên xwe girtine. Biryara girtina dibistanan wê heya peydakirina mazotê bidome. Em ê hewil bidin derfetan ji xwendekaran re vekin û bibin bersiv ji dijmin re."