"Dorpêç zehmetiyên jiyanê bi xwe re tîne"

Hikumeta Şamê ji destpêka koçberbûna gelê Efrînê ji cih û warên xwe û bicihbûna li kantona Şehbayê ve dorpêçê li ser kantona Şehbayê ferz kiriye û pêdiviyên jiyanî derbasî herêmê nake, ev jî aloziyên jiyanê li gel Efrîniyan derdixe holê di heman demê de buhayê her tiştî ji ber dorpêçê zêde bûye.

HESNA MIHEMED
Şehba - Piştî ku 18’ê Adara 2018’an Efrîn ket bin dagirkeriya dewleta tirk û komên çekdar ên girêdayî wê bi hezaran xelkê Efrînê ji ber bindestiya dewleta tirk koçber bûn û li kantona Şehbayê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bûn. Li Şehbayê jî rojane gelê koçber di bin dorpêça hikumeta Şamê de ye û zehmetiyan dijîn. Ev dorpêç dihêle ku buhayê pêdiviyên jiyanê gelek zêde bibin. Li gel dorpêça li ser Şehbayê jî dîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hewl dide li gorî derfetan bi gel re bibe alîkar û astengiya li ser wan sivik bike. Jinên Efrînê û endama komîteya Kar û Barên Civakî ya herêma Efrînê nêrînên xwe derbarê ferzkirina dorpêça li ser herêmê de bi ajansa me re parve kirin.
"Armanc bi vê dorpêçê ew e ku jiyana koçberan zehmetir bibe"
Endama Komîteya kar û barên civakî ya Meclisa Kantona Efrînê Arîn Bekir diyar kir ku li gorî şart û mercên heyî di kantona Şehbayê de gelên koçber di dorpêçek giran de derbas dibin û wiha pê de çû: “Gelên ku ji Kantona Efrînê koçberî Şehbayê bûne rû bi rû bi zehmetiyên dorpêçê re dimînin. Rejîma Sûriyeyê nahêle pêdiviyên jiyanî ji bo gelên koçber derbasî Şehbayê bibin. Weke mazot û derman, armanc ji vê yekê ew e ku jiyana koçberan zehmetir bibe. Rêxistin û Rêveberiya Xweser ên li Kantona Şehbayê, xwedî li gelên koçber derdikevin û pêdiviyên wan ji wan re tînin. Mehane li gelên koçber alîkarî tê belavkirin û ev alîkarî têra pêdiviyên mehekê dike. Bi riya berxwedana gelên koçber diyar dike ku em dikarin bê av û bê xwarin bimînin lê tu carî dev ji rêxistin, vîn, îrade û doza xwe bernadin ji bo ku vegera Efrînê bi serfirazî be.”
"Dorpêç zehmetiyên jiyanê bi xwe re tîne"
Nisrîn Elî Bekiro ji gundê Îsko yê navçeya Şêrewaya Efrînê ye bal kişand ser zehmetiyên jiyanê di dorpêça rejîma Sûriyeyê de û ev tişt got: “Piştî em ji Efrînê koçber bûn li wargehên koçberiyê bi cih bûn, me gelek zehmetiyên jiyanê dîtin di demsala zivistanê de ev zehmetî bêhtir tên jiyîn bi peydakirina derman û pêdiviyên jiyanê. Dilopên baranê dikevin nav konan ev jî dihêle zarok bi nexweşiyan re rû bi rû bimînin. Hikumeta Şamê jî nahêle pêdiviyê gel derbasî Şehbayê bibin. Em wek jinên Efrînê di wargehên xwe de gelek caran bi destên xwe dermanan peyda dikin ji bo zarokên xwe tedawî bikin û em nahêlin dorpêç li ser berxwedana me bandor bike. Îradeya me ji dorpêça wan xurtir e.”
"Divê hikumeta Şamê zorê nede jiyana koçberan"
Emîne Heyder a ku di wargeha Serdem de li ber xwe dide wiha dibêje: “Nêzî 4 salan e em bi zehmetiyên jiyanê re li kantona Şehbayê dijîn, ev zehmetî û astengiyên ku em dibînin jî ji bo vegera Efrînê ye. Hikumeta Sûriyeyê dixwaze bi riya ferzkirina dorpêçê li ser koçberên Efrînê berxwedan û îradeya wan bide şikestin. Pêwîstiyên tendirustî gelek kêm in bi taybetî bi hatina zivistanê re. Rejîm bi rêjeyên gelek buha pêdiviyan derbasî nava gel dike, ji ber wê gel di aloziyan re derbas dibe. Pêwîstiyên me bi derbaskirina amûran heye û divê hikumeta Şamê bikeve xizmeta gelê koçber û bi wan re bibe alîkar.”