Diyika giyanî ya kampa penaberan a Dêr Hesan: Mûna El-Qendeh

Mûna El-Qendeh ya ku li kampa penaberan a Dêr Hesan a Idlibê dimîne, tevî derfetên xwe yên kêm, destê alîkariyê dirêjî hewcedarên kampê dike û niştecihên kampê wê weke dayika giyanî ya belengaz û muxtara kampê binav dikin.

SUHÊR EL-İDLİBÎ
Idlib – Mûna El-Qendeh a 46 salî ku ji bajarê Maarat El-Numan koçber bûye û niha li kampa penaberan a Dêr Hesan a Idlibê dimîne. Daxwaza Mûna El-Qendeh a dayika deh zarokane û hevjînê wê jiyana xwe ji dest da ye ew e alîkariya jinên hevjînê wan jiyana xwe ji dest dane, sêwîyan û kesên astengdar bike. Hemû jinên kampê dema ji mercên xwe ên dijwar aciz dibin berê xwe didin Mûna El-Qendeh a weke xêrxwaz dibînin dikin û gazindên xwe bi wê re par dikin. Mûna El-Qendeh jî li gorî derfetên xwe alîkariya wan dike û şîretan li wan dike ku bi xwe bikarin pirsgirkên xwe çareser bikin.
Mûna El-Qendeh hewl dide pereyên alîkariyê ji niştecihên kampê kom bike da ku alîkariya haletên mirovî bike, tevî ku rewşa wê ji ya wan ne baştir e jî, serdana wan dike û bi pereyên alîkariyê xwarin, cil û dermanan ji wan re peyda dike. Ji ber vê yekê niştecihên kampê jê re nasnavên weke dayika belengazan, Mûxtara Kampê û Dayîka Ruhanî bikardînin. Gelek caran niştecihên kampê dibînin ku zarokên sêwî li derdora Mûna El-Qendeh kom bûne û ew jî ji wan re şêranî û balonan dikire da ku wan dilaşd bike.
"Bi dîtina jinên bê bêçare dêşim"
Mûna El-Qendeh têkildarî xebata li nava kampa penaberan dike wiha got: "Rewşa kampa me pir zehmete û nexweşî di nav me de belav bûne. Piraniya niştecihên kampê jinên ku hevjînê wan jiyana xwe ji dest dane. Di encama bombebarana bajarê me de kurekî min jiyana xwe ji dest da û yên mayî jî ji ber kêmderfetiyê dev ji xwendinê berdan û berê xwe dan kar. Li gel hemû bêderfetiyan jî ez hewildidim derdora xwe bi ser hev de bînim. Bi dîtina jinên bê semiyan pir dêşim û nikarin nan ji zarokên xwe re peyîdabikin. Dem bi dem hewl didim serdana wan bikim û gelek caran dibînim ku di konên wan de pariyek nan tune ye."
"Hewcedariya me bi kesên mîna Mûna El-Qendeh heye"
Jina ji du çavan kore Sibhiya El-Erebû ya 50 salî ku ligel xwişka xwe ya astengdar li kampa Dêr Hesan dijî diyar kir ku ew gelek caran berê xwe dide Mûna El-Qendeh dema ku ew xemgîn dibe û wiha pê de çû: "Ger ew nikaribe di warê aborî de alîkariya me bike, bes e ku ew piştgiriyek derunî dide me. Hewcedariya me pir bi kesên mîna Mûna El-Qendeh heye ku êşa me hîs dike di nav hemû îhmalkirina ku em li vir dijîn."
"Mûna El-Qendeh weke şêwirmenda derûnî ye ji bo min"
Dayika sê zarokan Sûad El-Berhûm a 28 ku hevjînê wê jiyana xwe ji dest da ye jî anî ziman ku Mûna El-Qendeh ji bo wê weke şêwirmenda derûnî ye û wiha berdewam kir: "Dema ez ji mercên dijwar ên koçberî, xizanî û nebûna derfetên kar pê re rû bi rû ne aciz dibim, ez hewce dibînim ku xemên xwe ji kesekî ku pê bawer im re bêjim û ew jî piştgiriyê bide min. Di wan rewşan de ez berê xwe didim cîrana xwe Mûna El-Qendeh a ku hêz û îradeyê dide me ku li min guhdar dike û şîretan li min dike. Bi şîretên wê ez pirsgirêkên xwe çareser dikim."
"Ew rûyê ronî yê kampê ye"
Sîham El-Hecî ya 30 salî jî got ku carekê kurê wê nexweş ket û wê nedikarî wî bibe dektor û derman bike ji ber rewşa wan a baorî û wiha pê de çû: "Min tiştek nedît ku bikim ji bilî ku ez serî li Mûna El-Qendeh bidim. Hin gîhayên derman da min û bi gîhayê wê kurê min rehet bû bêyî ku hewce bike ku biçim dektor. Ew rûyê ronî yê kampê ye û bi hebûna wê em hîs dikin ku cîhan hîn xweş e."