Diyardeya devjêberdana zarokên nûbûyî li Idlibê zêde bûye
Gelek malbatên xizan hene nikarin pêdiviyên sereke yên zarokên xwe peyda bikin. Li şûna ku li hemberî zehmetiyan bisekinin hinek ji wan dest ji zarokên xwe berdidin, bi hêviya ku di malbateke din de jiyana baştir bijîn.
HEDÎL EL-OMER
Idlib – Li kolanên Idlibê û gundewarên wê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin diyardeyeke xeternak belav bûye. Gelek kes dev ji zarokên xwe yên nûbûyî berdidin. Gelek çîrokên dîtina zarokan li ber mizgeftan, li pêşiya deriyên nexweşxaneyan û heta li cihên giştî tên vegotin.
Ji bo ku ev diyarde zêdetir were lêkolînkirin me hinek hevdîtin bi jinên ku vê yekê jiyane kir.
Selam El Mihemed dayikeke yek ji jinên zaroka xwe danîbû ber deriyê mizgefteke li bajarê Sermeda yê Bakurê Idlibê ye. Nexwest navê xwe yê rast eşkere bike beriya behsa mijarê bike dudilî bû lê belê piştî gelekî giriya got: "Çareyek din li pêşiya min tunebû."
‘Dema dengê girîna zarokan dibihîzim xwe di wê xewnereşkê de dibînim’
Selam El Mihemed wiha got: "Wisa ne hêsan bû. 3 zarokên min ên din hebûn. Dema ducanî bûm, hevjînê min li ser bendeke kontrolê ya rejîma Sûriyeyê ve hat girtin. Kesek tunebû debara min bike. Alîkariyên ku digihîjin me jî têr nakin ez zarokên xwe xwedî bikim. Dema zaroka min a dawî jidayik bû, min dît ku ez nikarim mercên guncawa ên jiyanê jê re peyda bikim. Şevên dirêj bi girîn û stresê derbas bûn lê belê di dawiyê de tu çareyek din li pêşiya min nemabû ji derveyê dest jê berdim. Ez bi hêvî bûm kesên ji min baştir wî bibînin û bikaribin bi baldarî lê mêze bikin. Ez heta niha jî dema dengê girîna zarokek dibihîzim, wê xewnereşkê dijîm. Zaroka min tê bîra min lê belê nema dikaribûm tehemul bikim."
‘Şer û krîza heyî bûye sedema rewşeke wiha’
Hiyam El Siwêd yek ji jinên ku zarokek li ser rê dîtiye ye. Li ser vê yekê dibêje: "Hevjînê min zarok li ser rê dît, hê çend rojî bû. Hevjînê min ew anî malê. Ez mîna zarokên xwe bi baldarî lê dinêrim û xwedî dikim. Bi rastî pirsgirêk ne ji malbatan e. Krîza ku em dijîn sedema sereke ya belavbûna malbatan, kuştin girtin an jî koçberiya dubare ye. Di encamê de dê û bav namînin û zarokên xwe li pey xwe dihêlin. Hinek jin ji ber ku bi tenê man nikaribûn barê zarokên nûbûyî rakin. Hejmara zarokên sêwî gelekî zêde bûye. Li milekî din rewşên tecawizê yan jî têkiliyên ne rewa ji ber zêdebûna hejmara mirovan û krîza heyî zêde bûye. Hinek jin dibînin ku ew neçar in dest ji zarokên xwe berdin ji ber ji civakê û gotinan ditirsin ji ber wê yekê bi dizî dest ji zarokên xwe berdidin."
‘Rojê 3-4 zarokan tînin ba me’
Emel El Rehmûn ku bi xwe dilxwaz e û bi zarokên ku bê dê û bav mane re re eleqedar dibe wiha got: "Roj bi roj hejmar zêde dibe û carna rojane em 3 heta 4 zarokan pêşwazî dikin. Piraniya wan li cihên giştî tên hiştin mîna mizgeft û nexweşxaneyan. Pirsgirêka li me jî ew e ku navendên wan pêşwazî dikin, nikarin hejmara zêde bigrin. Ji ber wê em dixebitin ku wan zarokan bidin malbatan. Xizanî sedema yekem e bi taybetî hinek malbat yekser berê xwe didin me ji bo ji me re bibêjin ew nikarin xwarinê bidin zarokên xwe û ji me dixwazin em wan bibin. Pêwîst e ji bo vê rewşê were famkirin mirov li rewşa derûnî û civakî binêre. Hinek jin hene di rewşeke derûnî ya xirab de ne û pêwîstiya wan bi piştgiriya derûnî heye. Gelek caran jî bar li ser dayikan e ji ber wê zexta derûnî li ser wan zêde dibe. Pêwîstiya me bi bernameyên hişyariyê heye ku parastina jinan bikin û berdêlan ji wan re pêşkêş bikin ji bo zarokên xwe biparêzin."
‘Destjêberdana zarokên nûbûyî rewşa heyî ya civakî xirabtir dike’
Emel El Rehmûn di dawiyê de wiha got: "Piştgiriya derûnî ne tenê ji dayikan re ye. Ji malbatan bi giştî re ye. Şer bandorên kûr li her kesê kiriye. Divê ji bo baweriya bi hev di navbera ferdên malbatê çêbibe, xebatên civakî werin kirin û ewlehî misoger bibe, ji bo ev mijar bê tirs werin nîqaşkirin. Destjêberdana zarokên nûbûyî azarên mezintir girêdayî xirabûna rewşa civakî û aborî li herêmê bi xwe re tîne. Divê civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan sedemên bingehîn çareser bikin û piştgiriya pêwîst bidin malbatên xizan. Hinek malbat hene alîkarî heta demekê digihîşt wan lê dû re ji nişka ve bê alîkarî man. Di encamê de jî ji neçarî dest ji zarokên xwe berdan ji ber ku nikaribûn berpirsyariya wan bigrin."