"Dixwezin bi vekirina komeleya zewaca pir jinî sultantiya Osmaniyan nûjen bikin"

Berdevka Rêxstina Kongreya Star ya herêma Firatê Mizgîn Xelîl vekirina komeleya zewaca pir jinî ya li herêma Ezaz şermezar kir û got: "Vekirina vê komeleya hişmendiya dewleta tirk ku herêmên dagirkirî pê bi rêve dibe diyar dike. Em weke kongreya Star vê hişmendiya qebûl nakin û emê li hember wê têbikoşin."

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Li herêma Ezaz ya li bakurê bajarê Helebê ku ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wî ve hatiye dagirkirin, komeleya zewaca pir jinî hatiye vekirin. Piştî raghadnina vekirina komeleyê gelek çalakvan, aktîvîst, rêxistin û sazî li ser vê komeleyê nirxandin kirin û weke gaveke neynî ya li dijî azadî û mafê jinan bi nav kirin. Di vê çarçoveyê de berdevka Kongreya Star ya herêma Firatê Mizgîn Xelîl ji ajansa me re nirxandin li ser vê mijarê kir.
"Dixwezin bi vê gavê hişmendiya mêrê zayendperest mayîne bikin"
Mizgînê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser vekirina komeleyê û got: "Ev demeke ku komeleya zewaca pir jinî ku li Ezaz hatiye vekirin, ketiye rojevê. Em weke Kongreya Star vê komeleyê şermezar dikin. Hişmendiya ku li herêmên dagirkirî tê meşandin asta zayendperestiya li hember jin nîşan dide. Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk de jin weke mete û amûr tê bi kar anîn, mînaka vê yekê jî komeleya hatiye vekirin ku bazirganiya jin nîşan didin. Dewleta tirk dixweze li hember têkoşîna jinan ya li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişmendiya kolekirina jin bi kar bîne. Ji ber ku jinên Rojava ji tevahî jinên cîhanê re bûn modela têkoşên û azadiyê, dewleta tirk û çeteyên wî dixwezin van destkeftiyan têk bibin.
Dewleta tirk dixweze bi avakirin û rewa kirina vê komeleyê mêran teşwîqî zewaca pir jinî bike. Ew hewil dide li herêmên dibin serweriya xwe de hişmendiya mêrê serdest nûjen û mayînde bike."
"Ew bi kiryarên herî hov û derexlaqî re rû bi rû ne"
Mizgînê di domandina axaftina xwe de bal kişand ser rewşa jinên ku li herêmên dagirkirî dijîn û got: "Ev kiyarên ku me anîn ziman ne tenê li Ezazê tên kirin, her wiha li Serêkanî, Girê Spî, Efrîn, Bab û Cerablûsê jî. Mirov dikare bêje heman kiryarên hov û derexalqî li tevahî herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wî de tên kirin. Ji ber ku ew herêm ji aliyê dewleta tirk ve tên birêve birin, mirov bi rengekî eşkere hişmendiya wan dibîne. Ji aliyê nijadperestî, zayendperestî, faşîzim û hovîtî jî. Em rojane bûyerên ku dewleta tirk pêk tîne guhdar dikin, jinên wan herêman bi tevahî rêbazên tundiyê re rû bi rû dimînin. Me heta vê kêliyê tu destkeftiyên girêdayî jin nedîtine. Berovajî em tenê dibhîsin ku jinek hatiye revandin, qetilkirin, işkencekirin ango tecawiz kirin."
"Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin pêşengiya azadiya jin û civakê dikin"
Mizgîn Xelîl bal kişand ser asta pêşketin û têkoşîna jinên ku di bin sîwana Rêveberiya Xweser de dijîn û got: "Ji destpêka şoreşa 19`ê Tîrmehê û beriya wê jî, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo destxistina azadî, demokrasî, maf, hevsengî û wekheviyê di nava têkoşînê de ne. Her wiha li dijî zext, zordarî, tundî, qetilkirin, xwekûştin û tecawiza ser jin, her tim li ser piyanin. Me weke rêxstina Kongreya Star jî gelek zagonên parastina jin û sererastkirina civakê derxistin, yek ji wan jî qedexekirina zewaca pir jinî ye. Dewleta tirk jî li hember vê pergala ku me ava kir, dixweze zagonên me teşhîr bike û ew serdema sultantiya Osmaniyan ya ku bi dehan jinan re dizewicîn nûjen bikin."
Berdevka Kongreya Star ya herêma Firatê Mizgîn Xelîl bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Em weke Kongreya Star hişmendiyên bi vî rengî qebûl nakin. Ji lewra emê têkoşîna xwe ya rizgarkirina tevahî jinên ku di bin siya zihniyeta dewleta tirk ya faşîst de dijîn, bidomînin. Her wiha emê asta berxwedaniya xwe bilind bikin da ku em tevahî herêmên xwe yên dagirkirî û xakên Sûriyê rizgar û azad bikin. Em li ser vê bingehê bang li tevahî jinên azadîxwaz dikin ku em xwedî li hev derkevin û werin beşdarî têkoşîna me bibin."