'Divê Talîban zanibe ku em ji fikrên wan wêrektir in'

Aişa Axagol a ku ji ber qedexeyên Talîbanê neçar ma dest ji dibistanê berde û li malê ders dide zarokên keç, wiha got: “Divê Talîban zanibe ku em ji fikrên wan wêrektir in. Ez ji jinên têkoşer û xwişkên xwe yên Îranî hîn bûm ku dest jê bernedim."

BAHARÎN LEHÎB

Kabul – Li Parwanê ku yek ji 34 parêzgehên Afganîstanê ye, gel debara xwe bi çandiniyê dike. Her wiha di warê xizmetguzariyên civakî, hejmara têra xwe dibistan û nexweşxaneyan de jî herêm xwedî tabloyek xerab e.

Dema ku min gelek jinên ciwan li zeviyê dîtin ku ez di gera xwe ya li Parwanê de rastî wan hatim, ez çûm cem wan û bi wan re sohbet kir û min pirsî ka ew çawa di bin desthilatdariya Talîban de dijîn. Aişa Axagol a ku li qadê dixebite diyar kir ku Talîbanê wekî jinên din çi ji destê wê girtiye û bertekên xwe yên li hemberî vê yekê jî vegot.

Her çiqas dibistan qedexe be jî hevdû perwerde dikin

Aişa Axagol ku di sala 2021’an de dema ku Talîbanê dest danî ser desthilatdariyê xwendekara pola 9’emîn bû, yek ji wan kesan e ku wek zarokên keçên din ên gundê xwe neçar ma dev ji dibistanê berde. Aişa Axagol a ku bi malbata xwe re li zeviyan dixebitî, ewil bal kişand ser vê mijarê û wiha got: "Talîbanê nehiştin em zarokên keç biçin dibistanê. Lê ez li malê dersê didim biraziyên xwe û pismamên xwe. Her tiştê ku ez dizanim ez fêrî wan dikim. Biraziya min a ku bi Îngilîzî dizane Îngîlîzî hînî me dike."

Ji jinên din re dibin mînak

Aişa Axagol û xwarziyên wê yên li malê hevdû perwerde dikin, ji jinên din re dibin mînak û li malên din jî perwerde tên destpêkirin. Aişa Axagol diyar kir ku ew dixwaze perwerdehiya xwe bidomîne, têkoşîna jinan a di vî warî de ji nêz ve dişopîne.  

'Ez fêr bûm ku divê dev jê bernedim'

“Gelek çalakî ji aliyê jinan ve hatin kirin. Aişa Axagol bi gotina “Talîban êrîşî jinan kir” pêvajo bi kurtasî wiha got: “Divê Talîban ji bîr neke ku em ji fikrên wan wêrektir in. Ez ji jinên têkoşer ên welatê xwe û xwişkên xwe yên Îranî fêr bûm ku divê ez dev jê bernedim. Vê yekê hişt ku ez tevî qedexeyan jî ji bo jiyana xwe rotayek diyar bikim."