“Divê rewşa asayî ji bo girtîgehan jî derbasdar be”

Li girtîgehan binpêkirinên mafan roj bi roj zêde dibe, ji ber sedemên cuda cezayên hevdîtin û têkiliyê li girtiyan tê birîn. Serhat Ugur bertek nîşanî rewşê da û ev bang kir; "Tu sazî tune ye ku em pirsgirêkên xwe vebêjin. Divê demildest şert û mercên girtiyan bên sererastkirin û zextên heyî bi dawî bibin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Li girtîgehên ku ji dema destpêkirina pêvajoya pandemiyê û vir ve bi zordarî û tecrîdê di rojevê de ne, jiyan hê jî asayî nebûye. Pirsgirêkên li girtîgehan ku hevdîtinên vekirî nêzî du sal in nayên kirin, hem girtiyan û hem jî xizmên wan di rewşeke dijwar de dihêlin. Li girtîgehên ku pirsgirêkên xwarin, tenduristî, cih û paqijî, her dem tên tên rojevê, ji ber sedemên cuda cezayê têkilî û hevdîtina vekiri li girtiyan tê birîn. Hevjîna girtiyê bi navê Îhsan Ugur Serhat Ugur banga dawîkirina binpêkirinên mafan kir.
“Pêkanînên tecrîdê berdewam dikin”
Serhat Ugur a hevjîna Îhsan Ugur ê li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 1 a Amedê dimîne got ku hem girtî hem jî ew bi xwe di pêvajoya pandemiyê de rastî binpêkirinên mafan ên giran hatine. Serhat Ugur diyar kir tevî li derve her tişt êdî asayî bûye jî li girtîgehan pêkanînên tecrîd berdewam dike û wiha got: “Ji ber pandemiyê, em dikarin mehê tenê du caran biçin hevdîtina girtî. Heya niha jî qedexe hebûn niha jî pandemiyê dikin hincet. Qedexeyên ku li derve tune ne, li girtîgehan hene. Ger hevdîtina vekirî tunebe, qet nebe bila hevdîtina girtî hebe, em her hefte bi zarokên xwe re biçin. Mixabin, derfeteke me ya wiha jî tune ye. Du zarokên min hene, em bi zarokan re yek bi yek diçin û tên. Her hevdîtin tenê yek dikare were.”
"Bi hinceta greva birçîbûnê cezayê têkiliya bi derve re hatiye dayîn" 
Serhat Ugur diyar kir ku girtî bi hinceta greva birçîbûnê hatine cezakirin û wiha got: “Herî dawî dema ku ez bi hevjînê xwe re axivîm, min fam kir ku ji ber greva birçîbûnê ya beşdar bûye cezayê qedexekirina telefonê lê hatiye birîn. Wî îtîraz kiriye lê em difikirin ku îtiraz dê encam nede. Ew nahêlin em silavê bidin girtiyên din ên li girtîgehê. Malbatên ku silav didin girtiyên din cezayê hevdîtine didin wna. Şert û mercên girtiyan pir dijwar in. Tiştek wekî berê nîn e.”
"Bila girtiyên nexweş bên berdan"
Serhat Ugur anî ziman ku di dema dawî de girtiyên nexweş jî di girtîgehan de zehmetî dikşînin û diyar kir ku girtî ji ber piştî wegera nexweşxaneyê 14 rojan dikevin karantînayê nikarin tedawî bibin. Serhat Ugur diyar kir ku girtiyê nexweş ê bi navê Halîl Guneş ku bi hevjînê wî re di heman qawîşê de dimîne, tevî ku nikarê hewcedariyên xwe pêk bîne jî nayê berdan. 
"Em nikarin pirsgirêkên heyî ragihînin tu derê" 
Serhat Ugur bi gotinên “Wezareta Dadê ji pêvajoya pandemiyê vir ve çavên xwe ji girtîgehan û binpêkirina mafan re girtiye” bertek nîşanî pêvajoyê da û axaftina xwe wiha bi dawî kir; "Niha, tenê di destên me da CIMER heye." Em daxwaznameyan ji CIMER’ê re dinivîsin lê tu encam jê nagirin. Ez dikarim bêjim ku hemû girtiyên li girtîgehê nexweş in, di hemûyan de pirsgirêka mîde heye. Ev ji ber xwarina li girtîgehê ye, xwarin qet nebaş in. Min ev ji devê gardiyanan jî bihîst. Paqijî û dermankirin tune ye, her çend ew avahiyek nû be jî her dever qirêj e. Me dixwest em bi rêveberan re biaxivin lê nebû. Bi rastî em nizanin em ê wan pirsgirêkan çawa binin ziman û çawa çareser bikin. Divê demildest şert û mercên girtiyan bên sererastkirin û zextên heyî bi dawî bibin. Divê girtiyên nexweş bên berdan û dermankirin.”