'Divê nivîskar li dapîr û bapîrên me bigerin'

Merdiya Elî Ibrahîm a 61 salî ji navçeya Amûdê çîrokên ku dayik û dapîrên xwe girtibûn parve kir û wiha got: "Divê nivîskar li dapîr û bapîrên li gundan bigerin."

SORGUL ŞÊXO

Amûdê - Navçeya Amûdê yek ji warê Mîtaniyan e, warê kurdperwerî û dergûşa çand û hunera kurmancî ye. Amûdê navçeyeke Kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, li wê derê û gundewarên wê jin bi gelek karên hunerî, çandî, ahengdarî û xebatên cur be cur re mijûl dibin. Merdiya Elî Ibrahîm a 61 salî dayika 4 keçan e, li gundê Qere Tepe yê bi başûrî navçeyê dikeve, ligel keçên xwe yên xwendekarên zanîngehê dijî.

Merdiya ya ku çend çîrok ji dayik û bavê xwe girtine û ji zarokên xwe re dibêje, bi mêvanên xwe re parve dike, ji me re axivî.

‘Di serpêhatî û rastiyê de têkoşîna jinên Kurd li hemberî hişmendiya mêr li pêş bû’

Merdiya Ibrahîm got ku îro bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jinên Kurd dibin xwedî tv, ajans, gotin û wiha domand: "Îro jinên Kurd dibin mîrasek, êdî ajans û qenalên me dibin eynika me û em dibin xwedî gotin û ziman. Di zaroktiyê de me li dora dayikên xwe yê çîrokên cihêreng li ber çirayan ji mere digotin, civat digerand. Bi taybetî çîroka jineke Kurd ku ji me re gotin hê jî di hişê min de çandî ye.

Çîroka wê wiha bû: "Jineke Kurd di dema palahiyê de, ji ber karên wê yê zêde firavîna karkerên palehî bi das û qeynaxan dikirin, dereng çêkir. Ji ber sedema derengmayînê hevjînê wê pir aciz bû, dema ku xwarinê ji karkeran re datîne û karker tên ser sifreyê, hevjînê wê şaşika wê ji serê wê dixîne erdê. Jinik bêdeng şaşika xwe radike diçe hundir, piştî wê bi demek kurt hevjînê wê pê dihese ku hevjîna wî bi werîsê xwe darve kiriye. Xelkê gotin heyfa filankesê, hevjînê wê got dema min şaşika wê ji serê wê avêt hûn keniyan û we got ev mêraniya te ye." Rastiyeke dîrokî ya wiha heye ku jin neheqiyê li ser xwe qebûl nakin ji lewre serî li van rê û rêbazan didin. Niha jî jinên Kurd xwe ji ser çiya û zinaran diavêjin, ji bo ku nekevin destên dijmin, di nava civakê de jî têkoşîna li hemberî hişmendiya mêr jî didomînin."

'Parvekirina çîrokan felsefe û lêgerîna zarokan bihêz dike'

Merdiya Ibrahîm girîngiya parvekirina serpêhatiyan bi zarokan re wiha anî ziman: "Tv ji bo zarokan baş e lê belê gotina serpêhatiyên dîrokî û bûyîna pirek di navbera rabirdûyê û pêşerojê de pir girîng e. Parvekirina çîrokan felsefe, lêgerîn û teşwîqê di kesayeta zarokan de bihêz dike. Heman wextê di hişê zarokan de pirsnîşanan çêdike û rê li ber hezkirin û girêdanbûna ji dîrokê re vedike. Ez girîngiyê didim aliyên hûnerî û çandî, ji ber ku ev dibe mîrasê dayik û dapîrên me. Hûnermendên me yê niha ger di zaroktiyê de li civatan rûneniştibana û li dengê dapîr û bapîrên xwe guhdarnekiribana, wê îro kesên normal û nexwedî pîşe û hûner bana di nav gelê xwe yê herêmî û Kurdistanî de."

'Ji bo ku ji bîr nekin her şev bi hev re parve dikin'

Merdiya Ibrahîm da zanîn ku şevbihêrkên jinan li gundan girîng e û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Şevbihêrkên jinan li gundan girîng in lê belê ew civat zêde nayê gerandin, tenê dema ku ez û xwûşka xwe li hev rûdinên em behsa dîroka xwe ku em ji wir çawa û di çi merheleyan re derbasî roja îro bûne, dikin da ku em jibîr nekin. Niha wekî malbat em alavên kevn yê di çandiniyê, xwarin û hwd dihatin bikaranîn, li gund li cihekî taybet kom dikin. Me gelek caran ligel dayika xwe meşik bikaranî ye. Pir girîng e ku jin û mêr ên niha xwedî li mîrasê dapîrên xwe derkevin, ji ber amûr û alavên niha hemû jî sexte ne. Xwezî niha ez şêwekarbama, min ê gelek dayikên xwe yê bi cil û bergên gelêrî xêz kiriba û ji dîrokê re bihişta."

'Şoreşa me jî dê bikeve nav çîrokên Kurdî'

Merdiya Ibrahîm behsa girîngiya Şoreşa Rojava kir û wiha pêl da gotinên xwe: "Şoreşê rê vekir, her kesek têkoşer dîrokek û pirtûkeke ji tecrubeyan e. Ew dikarin dîroka me ya berê û niha bi nifşên nû bidin nasîn. Şoreşa me jî dê bibe çîrok. Ji ber her roj îro em di êrîşên qirkirina nijadî û çandî re derbas dibin. Girîng e ku em van xalan bi awayekî rast binivîsînin û bidin ber destên nifşên nû."

'Divê nivîskar li dapîr û bapîrên me bigerin'

Merdiya Ibrahîm bi vê daxwazê dawî li axaftina xwe anî: "Îro kesên ji me mezintir hene û gelek pêvajo derbas kirine, ji lewre divê ku ekîbek ji nivîskaran were avakirin ku li wan bigere û wan çîrokên berê binivîsîne. Hêvîdar im ku çi kesên di tûrikê wan de agahiyên girîng der barê dîrokê de hebin, bila bi nivîskaran re parve bikin, girîng e ku piştî ewqas sal dîrok û çîrokên me werin nivisîn. Ev ji ragihandina me ya azad jî tê xwestin ku bikin, ku ronahiyê bidin ser dîroka Gelê Kurd û wê ji helandinê biparêzin."