“Divê ku zarok ji tundiya malbatê werin parastin”

Diyardeya şîdeta li dijî zarokan li Lîbyayê zêde bûye. Hin ji zarokan jî ji ber şîdetê tên kuştin, wekî zaroka bi navê Rabiha ya ku bi destên bavê xwe hatibû kuştin.

ÎBTÎSAM AXFÎR
Binxazî – Di Gulana borî de zaroka bi navê Rabiha ya sêsalî ji aliyê bavê xwe ve hat kuştin. Bavê wê ava kelandî lê kir û bêtirî nîv demijmêr hişt, di encamê de ji sedî 90 laşê wê şewitî û ji ber şewata laşê xwe jiyana xwe ji dest da.
Şîdeta li dijî zarokan diyardeyeke cîhanî ye ne tenê li welatên Ereb heye
Ji bo ku em ji nêz ve li çareseriyên pêşniyazkirî yên parastina zarokan ji şîdeta malbatî binêrin, me bi parêzvana mafên mirovan Henîn Boşûşe re hevdîtin kir. Henîn Boşûşe diyar kir ku şîdeta malbatî diyardeyeke cîhanî ye û wiha got: "Diyardeya şîdeta malbatî diyardeyeke cîhanî ye, ne diyardeyeke li welaten Ereb an jî Lîbyayê ye. Di van demên dawî de ev diyarde zêde bûye, bi taybetî li welatên ku şer û pevçûn li wan diqewime. Her wiha ji ber koronayê û qedexeya çûnhatinê, asta şîdeta malbatî zêde bû."
Lîbyayê gelek peyman û destûrnameyan erê kiriye lê nayên bicihanîn
Der barê peymanên navdeweletî yên parastina zarokan ku ji hêla Lîbyayê ve hatine pejirandin, Henîn wiha got: "Lîbyayê gelek peymanan û destûrnameyan erê kiriye û qanûnek wê heye ku mafên xwedîkirina zarokan piştî hevberdanê dide dayikê lê pirsgirêk ne di zagonan de ye, pirsgirêk di bicihanîna wan de ye." 
Henan destnîşan dike ku Sektora Karûbarên Civakî, Daîreya Jinan, Malbat û Zarokan û her wiha Rêxistina Jinên Ereb rasterast bi vê pirsgirêkê re eleqedar dibin. Rêxistina Jinên Ereb stratejiyek ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, danî. Stratejî mîsogerkirina mafên jinan û parastina wan ji her cureyê tundiyê destnîşan dike.
Pêwîst e hejmara polîsên jin were zêdekirin
Henîn diyar kir ku pêdivî heye di warê zayendî û zanîna tundiya malbatî de, nemaze li dijî jin û zarokan, ekîbên polîsan bên avakirin û hejmara pêkhateya jinan di peywira polîsiyê de were zêdekirin. Henîn pêşniyarek kir ku li Lîbyayê were sepandin da ku şîdeta malbatî were kêmkirin. Ew jî ev e ku piştgiriyê bidin kesên ku ji şîdetê rizgar bûne, ne tenê jin di heman demê de zarok jî û dabînkirina saziyan ji bo piştevaniya zagonî û civakî. Pîvanên parastinê dikare bi riya konferansekê bi amadebûna saziyên pêwenîdar ên hukmî û taybetî, dest pê bike.
Divê qanûna parastina malbatê were eşkerekirin
Henîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Pêdivî heye ku dozgeriyek taybet ji bo parastina malbatê ji tundiyê hebe. Divê rola rêxistinên civaka sivîl di pêşkêşkirina karûbar û piştgiriya her însiyatîfa reforma qanûnî, nemaze Qanûna Parastina Malbatê, were eşkerekirin û aktîfkirina peymanên navneteweyî yên ku ji hêla Lîbyayê ve hene. Divê zarok werin parastin ji ber ku ew qurbaniyên ne yekser ên tundiya malbatî ne"