Divê ku civak bi wijdan nêzî kesên berasteng bibe

Eşwaq Merofî diyar dike ku li Tûnisê mirovên kor gelek zehmetî û êşê dikşînin, gelek caran rastî gotinên sar ên ku rûmeta mirov dişkînin tên û qanûnên ku wan biparêzin tune ne

ZİHÛR MEŞRİQÎ
Tûnis-Eşwaq Merofî li ser dîtinê dibêje ku dîtina asoyan û şahidiya ji kûrahiyan re, wekî çav û dil e, li gorî wê dîtina dil ji dîtina çav rastir e. Ew xwendekarek e ji çavên xwe kor e, di koleja tenduristiyê ya Tûnisê de beşa tendirustiyê dixwîne. Ji ber ku ew kesek tam bi tendirust nebû ji bo alîkariya kesên din bike vê beşê ki bo xwe hilbijart. 
Eşwaq Merofî ya 24 salî tevî ku ji çavên xwe kor e jî dîtina wê bi hêz e, tevî hemû êş û astengiyên ku tê re derbas bûye jî li ber xwe daye. Ji ber ku ew li bajarekî mafên kesên kor nas nake dixwîne..
Destpêkê min jiyana bi tena serê xwe qebûl nedikir lê dûre hîn bûm
Eşwaq Merofî ji ajansa me re dibêje; “Rast e mirovên kor nabînin lê hîs dikin, min di aliyê xwendin, fêmkirin û têgihîştina agahiyan de zehmetî nekişand, tenê dema ku ez heftsalî bûm, dûrî malbata xwe ketim, ji ber wê min zehmetî dît. Min jiyana bi tena serê xwe qebûl nedikir lê bi demê re ez fêr bûm. Min qonaxa seretayî û amadehî serkeftî derbas kir, niha jî ez koleja tenduristiyê dixwînim.”
Eşwaq dibêje; “Bi rojane bi tena xwe diçim û têm, ez bi çoyê xwe yê gewr ji taxa EL-Camiî ya herêma Bardo diçim zanîngehê. Hin caran alîkariyê dixwazim û bi rastî jî ez gelek kesên ku rewşa min fam dikin dibînim.
Li aliyê din tevî ku îtimadê dide ser xwe jî dîsa dema ku li kolanê be bêyî zanebûn li kesan dikeve, ew rastî gotinên nexweş tê. Jê re dibêjin malbata te li ku derê ye? Çima alîkariya te nakin? Korê… Çavên xwe veke… Wekî ku ez bê berpirsyar bim bi min re diaxivin.
Eşwaq bûyerek ku pê re rû bi rû maye bi van gotinan dibêje; “Dema ku ez ji kolejê vedigeriyam min ji ajokarê seyareyê xwest ku alîkariya min bike lê ez bi berteka wî ya derexlaqî matmayî mam. Bi dengekî bilind ji min re got, bo min ne girîng e tu bigihîjî cihê xwe yan na, di kêliya yekê de ez şoq mam lê piştre min derbas kir. Jiyan ev e. Ez bi xwe serbilind im.” 
Bi pirsên xwe me aciz dikin
Der barê pirsgirêkên ku rastî Eşwaq tên de wiha dibêje; “Pirsgirêka min bi civakê re heye lewre gelek kes bi çavekî çûk li astengdaran dinêrin û bi rêbazeke nexweş bi wan re diaxivin, mînak bibêjin ‘tu dikarî tenê bi tena xwe bi karên malê û çêkirina xwarinê re mijûl bî, tu dikarî bi tena xwe cilan li xwe bikî.’ Ev pirs gelekî me aciz dikin, ew nizanin ku pirsgirêka me fizîkî ye. Tevî van hemû gotinan ez tu carî lawaz nebûm, min her dem hêza xwe ji xwe digirt.”
Eşwaq Merofî ji nebûna qanûnên ku mafên mirovên kor misoger bike gilî û gazinan dike û dibêje ku ew di dojehê de dijîn lewre her tim mafên wan tê binpêkirin..
Eşwaq Merofî di dawiya axaftina xwe de peyamek ji jinên xwedan hewcedariyên taybet re şand û diyar kir ku dive bi xwe bawer bin û jiyana xwe bijîn. Baweriya bi xwe û hezkirina jiyanê riya serkeftinê ye.