“Divê kesên berasteng ji xwe bawer bin”

Kejal Xelîl a çavên wê nabînin wiha behsa ezmûna jiyana xwe kir ku çawa hewl daye bi hêza xwe li hemberî astengiyan bisekine û bi ser bikeve.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî – Kejal Xelîl Seîd beşa zagonê ya zanîngeha Silêmaniyê temam kiriye, di rêveberiya diyaneta Silêmanî beşa zagonî de kar dike û xwedî pêwîstiyên taybet e. Kejal Xelîl Seîd a ji zarokatiyê ve çavên wê kêm dibînin, ava spî ji wan tê lê belê ji ber emeliyata xelet ji aliyê bijîjkan ve çavê ku dibîne jî bi temamî kor dibe û çavê din jî pir kêm dibîne, der barê ezmûna karê xwe de ji ajansa me re axivî.

“Ji zaroktatiyê ve ji xwendinê bêpar mam”

Kejal Xelîl wiha behsa hezkirin û xeyalên xwe yên zarokatiyê kir û got: “Hestek nexweş bû, di zarokatiyê de zarokên din diçûn dibistanê û min nikaribû, her dem di mal de bûm û tenê min guhê xwe dida radyo û bernameyan. Piştre min dest bi xwendina Quranê kir, bi riya rêxistina Rûşna ya ji bo aramiya dil ku ji bo kesên çavên wan nabîne derfet ava kiribû min dikaribû bi awayek serkeftî qonaxa seretayî bi xwendinek bi lez temam bikim.”

“Bi riya guhdarkirin deng ez di ezmûnan de bi ser ketim”

Kejal di berdewamiya axaftina xwe de wiha behsa xwendina xwe kir: “Ji bo ku ez xwendina xwe berdewam bikim, min li malê dixwend û min guhên xwe dida dengê ku hatine qeydkirin. Piştre ez beşdarî ezmûnên pola 9’an bûm lê belê ev ezmûn ne weke yên xwendekarên din bû, pirs ji bo me dixwend me jî ne bi nivîsîn bersiv dida bi axaftinê me bersiv dida û wan jî bersiv li ser defterê ji bo me dinîvisandin. Bi vî awayî ezmûnên kesên ku çavên wan nabîne dihat kirin.”

“Tu nabînî ji ber wê nikarî beşa zagonê bixwînî”

Kejal wiha behsa biryardana xwe ya xwendina beşa zagonê kir û got: “Dema ku wezareta diyanetê ji bo kesên xwedî pêwîstiyên taybet biryarek derxist ku wê bi fermî bibin, di sala 1998’an de min dikaribû dest bi kar bikim. Piştî temamkirina qonaxên xwendinê, di pola 12’an de min dereceyek bilind bi dest xist. Min li zanîgeha Silêmanî beşa zagonê ya danê êvaran qezenc kir. Her çendî ji min re gotin tu nikarî biçî beşa zagonê ji ber tı nabînî lê belê min guh neda wan gotinan û min xwend, li zanîngehê hevalên min gelek bi min re bûn alîkar û her dem wan ji bo min mijar şîrove dikirin û qeyd dikirin bi vî awayî ez dikaribûm bi ser bikevim.”

Kejal wiha behsa alîkariya malbata xwe kir: “Malbata min gelek bi min re dibû alîkar, ji ber wê min dikaribû xwendina xwe temam bikim, ji ber ku alîkariya malbatê ji bo kesên xwedî pêwîstiyên taybet gelek girîng e. Xwişka min di hemû aliyên jiyanê de gelek alîkariya min dikir. Ji destpêka xwendinê heta temamkirinê, piştre dema ku min xwest beşdarî dewreya kompîtorê bibim li navenda kompîtora kesên ku nabînin, her dem dihat gel min. Niha jî dema ku kar dikim tê gel min.”

“Jiyan ji bo kesên ku çavên wan nabînin girantir e û astengî zêde ne”

Kejal wiha behsa astengiyên li hemberî kesên ku çavên wan nabînin kir û got: “Gelek astengî tên pêşiya kesên ku nabînin li cihê kar, xwendin û heta karên rojane. Ji ber wê gelek caran divê her kes li gel hebe, jiyan ji bo kesên nabînin gelek girantire lê belê divê em bi hêz bin û li hemberî van astengiyan bisekinin. Ger em bi hêz nebin, em nikarin li hemberî jiyanê bisekinin, bi taybetî divê jin xwe li ser lingên xwe bigrin. Wan astengiyan wisa li min kirin ku hîn zêdetir di jiyanê de bi hêz bibim. Dema ku mirov tê jiyanê divê hewl bide jiyana xwe baştir bike, ji ber jiyan ji bo hemû kesan ne asan e. Mirov bi xwe dikare jiyana xwe xweş bike. Dema ku min dest bi kar kir ji min re gotin çawa dikarî kar bikî, bi hewldanan min îspat kir ku mirov çawa dikare kar bike.”

“Kesên ku çavên wan nabînin gelek zorî û zehmetiyan dikşînin”

Kejal wiha behsa daxwazên kesên ku nabînin kir û got: “Kesên ku nabînin pirsgirêkên çûyîn hatin, mal rêvebirin, malbatê dibînin, tenê nikarin rûnên ji ber rastî gelek pirsgirêkin din ên cuda tên. Ji ber ku dîtin tiştek gelek girîng û dema ku tu nebînî ji gelek waran ve astengdar dimînî. Em kesên xwedî pêwîstiyên taybet in, hikumet alîkariya me nake, tenê rêxistin alîkariya me dikin. Rêxistinên me “Rêxistina Rûşnayî dil ji bo xizmetê” alîkariyek zêde ji bo kesên çavên wan nabîne dike. Li welatên din ji gopal heta pêwîstiyên din ji bo kesên nabînin dabîn dikin. Lê belê dam û dezgehên hikumeta herêmê di dema hebûna pirsgirêkek de jî alîkarî nake. Daxwaza min ji bo kesên xwedî pêwîstiyên taybet û bi taybetî jinan jinan ew e ku divê destpêkê ji bo mal piştre ji bo dor û berên xwe têbikoşin û xebatê ji bo jiyan û xizmeta bajar û welatan bikin, bila wisa bikin ku tiştek li hemberî xwendin û karê wan nebe asteng.”