"Divê jin şîdeta li hemberî wan hatiye kirin eşkere bikin û tirsê bişkînin"

Pêvajoyên şopandinê di salên dawî de nîşan didin ku şîdeta nava malê pir zêde bûye her wiha şîdeta dîjîtal jî bûye diyardeyek xeternak û tirsnak ku jinan di warê derûnî û civakî de tehdîd dike.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis - Tundî li Tûnisê veguheriye pratîkek rojane ku bi xirabûna krîza aborî, civakî û siyasî ya li welat re her diçe zêdetir dibe. Pêvajoyên şopandinê di salên dawî de nîşan didin ku şîdeta nava malê pir zêde bûye her wiha şîdeta dîjîtal jî bûye diyardeyek xeternak û tirsnak ku jinan di warê derûnî û civakî de tehdîd dike.

Parêzer û aktîvîsta femînîst Muneya Ben Qîrat di hevpeyvîna xwe ya bi ajansa me re diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye zêdebûna rêjeya tundiya li ser jinan ji ber zîhniyeteke navxweyî ye ku jinan weke heyîneke qels dibîne.

Şîdeta sîber a li dijî jinan di van demên dawî de bûye diyardeyeke tirsnak, tu dikarî ji me re bibêjî ka çend jin rastî wê hatine?

Şîdeta sîber metirsiyek cidî li ser jinan çêdike, çi ew bi karûbarên giştî re eleqedar bin, çi yên din. Di komeleyê de li ser vê yekê me kaxezek polîtîkaya giştî amade kir. Me xwest li ser şîdeta sîber û bandorên wê yên li ser tevlibûna jinan di karûbarên giştî de lêkolînan bikin. Em çûn cem meclisên şaredariyan da ku bi dagirtina formeke îstatîstîkan bikin. Me dît ku gelek jinên ku rastî tundiyê tên qebûl nakin vê yekê eşkere bikin. Ez piştrast dikim ku îstatîstîkên ku ji hêla navenda Lêkolîn, Belgekirin û Agahdariya li ser Jinan "CREDIF" ve hatine weşandin mezinahiya hejmarên rastîn nîşan nadin, ji ber ku jin bi taybetî ji ragihandina şîdetê dûr dikevin, amaran eşkere kir ku ji sedî 54 jin li ser malpera tora dijîtal a Facebookê rastî tundiya devkî û ji sedî 26 jin rastî tacîzê hatine, ev hejmarên xeternak in ji ber ku ji sedî 80 jin li ser medyaya dijîtal rastî şîdetê tên.

Sedema zêdebûna rêjeya tundiya li ser jinan çi ye? Qanûna hejmar 58 li hemberî vê belayê bi ser neket?

Di civakê de diyardeya şîdetê bi hemû şêweyên wê pir zêde bûye û para herî mezin li ser jinan hatiye ferzkirin di encama mîrateya çandî ya ku jinê weke heyîneke bêhêz dibîne. Komeleyên femînîst û sivîl hewl dane ku vê zîhniyeta reaksiyonê bişkînin lê ji bo rûbirûbûna vê rastiyê pêwîstî bi hewldanên hevpar heye. Li gorî amarên fermî rêjeya tundiyê bi awayekî metirsîdar zêde bûye. Me wek komeleyên femînîst qanûna jimare 58'an pêşwazî kir û me ev zagona qanûnên ku bi dehan sal berê jinên Tûnisî bi têkoşîna xwe ya bê westan bi dest xistine, wek pêvekeke taybet nirxand, vê qanûnê her curê tundiyê li ber çavan girtiye lê ne bê kêmasî ye. Ya herî girîng ew e ku meriv li ser guhertina zîhniyeta serdest bixebite. Divê zarok bên perwerdekirin da ku ji zarokatî ve haya wan ji metirsiya tundiyê û metirsiya şîdeta li ser jinan hebe, ev yek qonaxa yekem a têkoşîna li dijî tundiyê ye û gaveke bingehîn e û divê saziyên perwerdeyê, bernameyên perwerdeyê û medyayê jî beşdarî pêkanîna vê yekê bibin û ev xal di qanûnê de cih digirin lê hêj nehatine cîbicîkirin.

Diyardeya şîdetê bi hin civakan ve sînordar e?

Tundiya li dijî jinan li hemû civakan heye û ew diyardeyek giştî ye û bi taybetî tundiya sîber bûye metirsiyek ku gelek rêxistinên herêmî û navdewletî li dijî wê kar dikin. Li Tûnisê, lêkolînên ku ji hêla çend aliyan ve hatine kirin, nîşan didin ku hemû komên jinan ên civakê, çi xwenda çi nexwende, çi li gund û çi li bajaran, rastî yek an çend cureyên şîdetê hatine. Li gorî îstatîstîkan gelek jinên ku di peywirên girîng û saziyên fermî de rastî tundiyê hatine û şerm dikin ku vê yekê eşkere bikin hene.

Sedemên vê tundiyê çi ne, tevî kampanyayên hişyariyê yên civaka sivîl û hebûna zagonên li dijî tundiyê?

Axaftina li ser şîdetê gava yekem e ji bo rûbirûbûna wê di civakê de. Jin dizanin ku ger tundiya li wan tê kirin eşkere nekin dê tundî zêdetir bibe. Divê jin bi cesaret bin û li dijî kesê ku tundiyê li wan dikin gilî bikin.