‘Divê jin li hemberî tundîtûjiyê bêdeng nemînin’

Li herêma Kurdistanê qetilkirin û tundiya hemberî jinan her diçe zêde dibe, rêxistinên jinan jî li hemberî vê yekê bêdeng in. Endama Yekitiya Jinan Beyan Mihemed dibêje: “Serwernebûna zagonê wisa kiriye ku rêxistinên jinan bêdeng bibin.”

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî- Li herêma başûrê Kurdistanê roj bi roj jin tên qetilkirin an jî rastî tundiya mêr tên û tewanbar jî bê sûc dimînin. Rêjeya qetilkirin û tundiya li hemberî jinan her roja diçe zêde dibe. Ev jî bêhêvîbûnê di jinanê de ava dike. Li hemberî vê yekê bêdengiya rêxistinên jinan, serwernebûna zagonê û piştgirînedayîna jinan di dema pirsgirêkan de û serdestiya aqilê mêrsalarî, jinan ji civakê dûr xistiye û rewşa wan xirab kiriye.

‘Rêgiriya malbatê wisa kiriye ku jin nabin xwedî aboriya serbixwe’

Endama komîteya Serçinar a Yekitiya Jinên Kurdistanê Beyan Mihemed der barê qetilkirin û tundiya li hemberî jinan de da zanîn ku niha qetilkirin û tundî li gorî salên din zêde bûye û got: “Çend sedemên wê hene yek ji wan tênegihîştina di navbera jin û mêr de, hebûna kesê sêyem di nava malbatê de li şûna pirsgirêkê çareser bike, kûrtir dike. Her wiha pirsgirêka aborî yek ji pirsgirêkên sereke ye. Ger 10 malbat pirsgirêka wan hebe 8 ji wan li ser aboriyê ye. Ev jî tê wê wateyê ku hebûna aboriya serbixwe ji bo jinan girîng e. Lê belê li ruxmê pêşketina teknolojîk û aliyên jiyanê, hinek ji malbatan ji ber serdestiya aqilê mêrsalarî û kevneşopiyan, jinan ji aboriyê bêpar dihêlin.”

‘Di qada siyasetê de mafên jinê hatiye xwarin’

Beyan Mihemed diyar kir ku beşek ji rêxistinên jinan li hemberî qetilkirin û tundiya li ser jinan bêdeng in û wiha domand: “Sedemên wê jî ji ber tirsa rêxistinan û gefxwarina ji aliyê kesên di nava civakê de ye. Di demeke ku rêxistin divê ji bo mafên jinan têbikoşin ji ber serwernebûna zagonan, rê nadin erkên xwe bi cih bînîn. Ev bedengiya rêxistinan jî metirsiyê li ser xwe û ew jinên ku rastî tundiyê hatin çêdike. Niha jin di qada siyasete de mafê wan hatine xwarin, ji ber mêr dixwazin xwedî gotin bin û serkeftina jinan qebûl nakin. Hejmarek kêm jin di nava parlamentoyê de hene û wisa bûye ku nikarin behsa pirsgirêkên jinan bikin. Ev jî ji ber kêmxemiya hikumeta başûr e. Ger jinan di navenda desthilatdariyê de weke mêran cih bigirta, wê piraniya pirsgirêkan çareser bûbûna.”

‘Jin di qada siyasetê de kêm in’

Beyan Mihemed diyarkir ku beşdariya kêm a jinan di qada siyasetê de ji ber serdestiya aqilê mêrsalarî û nehişyariya beşek ji jinan e. Divê jin li hemberî binpêkirinan dengê xwe derbixin û daxwaza mafên xwe bikin û got: “Li herêma Kurdistanê zagon di lehiya jinan de nîn in û ev jî wisa dike ku mafên wan were xwarin. Divê malbat di destpêka perwerdekirina zarokan de cudahiyê nexe navbera zarokên keç û xort. Her wiha aqilê mêr di mejiyê xort de neçîne. Divê bi riya perwerde û semîneran hişyariyê belav bikin, ji bo ku dema jin rastî tundiyê bên bêdeng nemînin. Her wiha hişyarkirina mêran jî girîng e ji bo fêr bibin ku jin jî beşek vê civakê ne.”