‘Divê jin ji zarokatiyê ve li dijî tundiyê bên perwerdekirin’

Hin kes yekser piştî ku behsa tundiyê dikin, vê yekê bi çanda civakê ve girê didin. Hin kesên din jî rêjeya bilind a tundiyê wekî encama xirabbûna krîza aborî dibînin.

ASMAA FATHI

Qahîre – Di van demên dawî de şîdeta li dijî jinan zêde bûye. Hin kes yekser piştî ku behsa tundiyê dikin, vê yekê bi çanda civakê ve girê didin. Hin kesên din jî rêjeya bilind a tundiyê wekî encama xirabbûna krîza aborî dibînin.

Tundî çandek e û xebata li ser tundiyê dem û hewldanê dixwaze

Kordînatora projeya belavkirin û aktîvkirina mekanîzmayên navneteweyî li Weqfa Jina Nû Sara Beşir diyar kir ku tundî çandeke û wiha pê de çû: “Divê ji zaroktî de malbat jinan perwerde bikin ku qet tundiyê qebûl nekin. Ger bav li ber çavê zarokan tundiyê li diya wan yan xwişka wan bike, zarok jî dema mezin bibe ew ê jî tundiyê li zarokên xwe yên keç û hevjîna xwe bike. Tundî kar û xebatek mezin ji civaka sivîl di komên wê yên cuda de, bi hevkarîya sazî û dezgehên ragihandinê yên welat re, ji bo rawestandin wê hewce dike. Xwendin jî zarokan dûrî tundiyê dixe. Daxwaz ji her kesî dikim ku ji bo guhertina wê çandê bi hev re bixebitin. Xebata li ser tundiyê dem û heldanê dixwaze.”

Çanda tundiyê di hişmendiya civakê de ye

Sara Beşir wiha got: “Dema ku zarok dibîne ku diya wî yan xwişka wî tundiya ku li wan tê kirin qebûl dikin, ew zarok difikire ku tundî tiştekî normal e û ger zarok bibîne ku diya wî yan xwişka wî tundiyê qebûl nakin, wê ew zarok zanibe ku tundî tiştekî pir xerabe û ne normal e û wê ew ê jî tundiyê qebûl neke. Hin caran tundî li dibistanan jî di nav zarokan de belav dibe, ji ber vê yekê berpirsiyarên proseya perwerdeyê bi sazkirina mekanîzmayên ku li dijî tundiyê şer dikin, belavbûna wê bisînor dikin û bi rêgez û yasayan birêkûpêk dikin di rêgirtina li vê yekê de xwedî rol in. Civaka derdor bi asteke mezin beşdarî avakirina çandê dibe. Kolan jî di vê yekê de roleke mezin dilîze.”

‘Hin kes rêjeya bilind a tundiyê wekî encama xirabbûna krîza aborî dibînin’

Pispora di komeleya Mesir El-Cedîda de Wela Mucahid got ku hin kes rêjeya bilind a tundiyê wekî encama xirabbûna krîza aborî dibînin û wiha anî ziman: “Ger kesek ji malbata xwe re herêmek ewlekariya aborî nebîne, ev dibe ku wî bike nav krîz û stresek rastîn. Gelek caran dê û bav ji ber xerabûna rewşa aborî nikarin hemû pêdiviyên zaokên xwe bi cih bînin. Zarok gelek caran bi rewşa malbata xwe ya aborî bandor dibe. Zextê malbatê zarokan ber bi tundiyê ve dibin.”