‘Divê ji bo perwerdeya zarokan girîngî bê dayîn’

Ji bo avakirina kesayetiyek baş, pêwîstiya zarokan bi awayek taybet bi perwerdeyê heye lê belê ne perwerde, ne jî malbat vê rolê nalîzin. Divê mirov wisa nêzî zarokan bibe ku baweriya wan bi wan çêbibe.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Sîstema perwerdeyê û şêwazê xwedîkirina zarokan li Başûrê Kurdistanê têra avakirina kesayetek bi tendirust, ku baweriyê bi xwe bîne nekirine. Zarok ji aliyê malbatê ve dema ku xeletiyê dikin rastî bertekên hişk tên. Di dibistanê de jî heman şêwaz heye di navbera xwendekar û mamoste de hevaltî tune ye ev jî şêwazek nebaş e ji bo perwerdekirina zarokan.

‘Sîstema perwerdeyê bi rêbaza berê didomîne’

Mamosteya zimanê Îngilîzî Besoz Ehmed der barê rewşa perwerdeya li herêma Kurdistanê de diyar kir ku ew sîstema niha tê bikaranîn, ji bo fêrkirina xwendekar an jî şêwazê nêzikatiyên di nava polê de a berê ye û got: “Di vê sîstemê de xwendekar tenê guh didin, nikarin fikrên xwe bibêjin. Ev jî wisa dike ku tenê dikare ji mamoste hîn bibe, wekî din nikaribe bi serê xwe bibe xwedî zanîn.”

‘Hezkirin riya herî baş e ji bo nêzikatiya xwendekaran’

Besoz da zanîn ku nêzikatiya herî baş a li gel xwendekaran ew e ku di dema waneyan de hezkirinê bibînin, ev jî dibe sedem ku xwendekar ji dibistanê hez bikin. Ne weke şêwazê niha xwendekar li benda bi dawîbûna waneyê bin daku vegerin malê, hezkirina dibistanê di dilê wan de tunebe û got: “Nebûna hezkirina li hemberî xwendekaran dibe sedem ku girîngî nedin xwendinê, ji mamoste û waneyan hez nekin. Ji ber dema ku xwendekar ji mamosta hez bike bêguman ji waneyê jî dê hez  bikin û baştir fam bikin. Gotina wane tenê zanyariyên di nava pirtûkê de nîn in, bi dayîna waneyên din jî ji bo xwendekaran ango di warê kesayetiyê de axaftina bi xwendekar re gelek girîng e.”

‘Agahdarbûna ji derûniya xwendekaran waneyê baştir dike’

Besoz destnîşan kir ku nêzikatiyên hişk di nava polê de yek ji wan sedeman e ku xwendekar ji wane û mijarê hez nekin û her tim di hişê wan de wek xewnereşkê bimînin û wiha domand: “Girîng e mamoste girîngî bidin aliyê derûnî yê xwendekar, ji ber ku bi heman awayî di zarok de kesayetiyek xwedî pirsgirêk û nearamiya derûnî derdikeve holê.”

‘Divê malbat û mamoste bi hev re ji bo pêşxistina zarok hewl bidin’

Besoz zarokên ku asta têgihîştina wan xirab e bi bîr xist û got ku xwendekarên ku asta wan kêm e û nikarin pileyek baş bi dest bixin divê xwendekarên ku asta wan baş alîkariya wan bikin yan jî şêwazê koman di nava polê de çêkin û got: “Xwendekar ji jîngeh û perwerdeya cuda hatine, ji bo wê divê pêwendiyên mamosteyan li gel dayik û bavê zarokan hebe. Ger kêmkurtiyek li her aliyê hebe divê hewldana çareseriyê bidin. Dema ku zarokek xeletiyê dike divê bi awayekî nerm nêzî zarok bibin ne bi awayê hişk, hewar û lêdan. Ji ber ku bi van nêzîkatiyan mirov ditirse û bixwebawerî namîne.”