"Divê civaka sivîl ber bi profesyoneliyê ve biçe û ciwanan tevlî jiyana siyasî bike"

Civaka sivîl vê dawiyê bi çalakî û projeyên hevkariyê di çarçoveya gihîştina mebestên domdar de tevgereke mezin li hundir û derveyî Cezayîrê tomar kir. Ji ber vê sedemê jina ciwan, Saada Berdjouh ji eyaleta Batna, tercîh kir ku bi dilwazî bikeve nava xebatan di komeleyek ciwanên neteweyî de ku di jiyana giştî de girîngiyê dide hêzdarkirina ciwanan

NECWA RAHIM
Cezayîr- Jêhatîbûna wê ya di zimanê Îngilîzî de, şarezabûna wê bi zimanê Erebî û rêbaza axaftina wê bi hemî kesên ku dixwazin xwe zana bikin vê yekê hişt ku ew di rêbaza karê xwe de cuda be. 
Saada Berdjouh, tu dikarî xwe bidî naskirin? 
Sadaa Bardjouh çalakvaneke civaka sivîl e, seroka Komeleya Pêşerojê ya Pêşketinê ya li Wilayat Batna ye. Mamosteya zimanê Îngilîzî ye di asta navîn de û xwediya şehadeya navneteweyî ye ji zanîngeha Havînê ya Beyrûdê di beşê Mafên Mirovan de.  
Destpêkirina min di xebata dilxwaziyê de ji dema ku ez di sala 2010'an de digel çend komeleyên herêmî û neteweyî xwendekar bûm, beşdarî gelek çalakî û xebata dilxwazî ya ji bo zarok û ciwanan bûm, ew jî ji bo dersdayîna wan bû ji bo ku ez wan fêrî zimanê Îngilîzî li Mexrib û Tirkiyeyê bikim. Ji bilî beşdariyên navneteweyî li zêdetirî 11 welatên cîhanê.
Tu karê bi dilxwazî (karê bê pere) di civaka sivîl de çawa pênase dikî?
Karê dilxwazî çandeke civakî ye ku mirov li ser wê di jîngeha xwe de saz dibe ew jî bi riya gelek çalakiyên ku mirov pêktîne ji malabat bigre heya kolanê, li aliyekî din karê dilxwazî taybetmendiyek civaka sivîl a pêşkeftî ye, lê em vê taybetmendiyê di nav ciwanên ku tevlî komele û rêxistinan dibin kêm dibînin.
Zêdebariyên ku karê dilxwazî di civaka sivîl de pêşkêş dike çi ne?
Karê dilxwazî ji ciwanan re derfetan peyda dike ku di qonaxek pir zû de ezmûnên pratîkî bikin û ji bo kesên tevli komele û rêxistinên civaka sivîl dibin ked û xebatê peyda dike, ev  yek jî cudahiyan di navbera civakan de çêdike. Mînak  li Cezayîrê piraniya ciwanan zanîngeh qedandine lê ew xwediyên tu derfetên gihîştina karê ku ew dixwazin bikin nîn in. Berevajî hin tecrubeyên din ên welatên Ereb û welatên Rojava ku ji bo xwendekar demek ji bo xebata dilxwazî destnîşan dikin da ku ew karekî peyda bike.
Tu di sala 2014'an de beşdarî Komeleya Pêşerojê ya Pêşketinê bûyî, tu dikarî behsa armancên komeleyê bikî?
Komeleya Pêşerojê ya ji bo Pêşketinê ew komeleyek civakî û akademîk e, hemwelatiya çalak û erênî, yekbûna civakî û pîşeyî ya ciwanan armanc dike her wiha parastina mafên zarokan û bilindbûna hişyariya wan dike armanc, ji girîngtirîn armancên xwe amadakirina bernameyên perwerdeyê  û piştgirîkirina damezrandina saziyan e. 
Ciwan çawa tevli jiyana giştî dibin bi riya civaka sivîl? 
Civaka  sivîl yek ji piştgirên bingehîn di dewletê de ye û ew di jiyana giştî de partiyek çalak û hevkariyeke rastîn e, ji ber vê ev bûye saleke ku em di çarçoveya projeya Cisûr de ku drava xwe ji Yekitiya Ewropayê digre, derfetên kar ên rastîn ji ciwanan re peyda bikin da ku tevlî pêşketin û hemwelatîbûyîna erênî ya çalak bibin.  
Astengiyên ku tu pê re rû bi rû mayî di civaka sivîl de çi ne?
Civaka sivîl li Cezayîrê wekî hemûyan rastî gelek zehmetiyan tê û di heman demê destkeftiyan jî qezenc dike. Zehmetiya yekem qanûna komeleyan a 06-12 ku rêjeya drava piştgiriya projeyan dike tengav dike. Her wiha kêmasiya çavkaniyên dravî ji hêla dewletê ve  û damezrînerên komele û rêxistinan ji bo sazkirina komeleyan gelek astengiyan dikşînin.
Der barê destkeftiyan de, ez wekî dijwarî dinirxînim ji ber ku civaka sivîl divê di pêkanîna geşedana aborî, siyasî û çandî de di civaka Cezayîrê de pispor û jêhatî be.
Di dawiyê de wekî çalakvanek di karê komeleyê de, ez hêvî dikim ku saziyên dewletê civaka    sivîl wekî aktorek rastîn tevli avakirina çanda civakî li Cezayîrê bikin