‘Divê cîhan fermanên li ser me nas bike’

Endama TAJÊ Ferîde Şengalî ku beşdarî konferansa Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê bû spasiya xwe ji bo diyarîkirina konferansê ji bo jinên Êzidî û Efganistanê anî ziman.

TEWAR PÊNCEWANÎ

Beyrûd- Di 18-19’ê Tebaxê de li paytexta Lubnan Beyrûdê konferansa Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê bi pêşengiya Komeleya Jîn a Jinan, Komeleya Newroz a civakî û Însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat organîzekirin. Ji Tûnis, Urdun, Iraq, Lubnan, Sûdan, Tirkiye, Filistîn, Misir, Sûriye û Îranê her wiha ji Şengal, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 80 delegeyên nûnerên saziyên jinan beşdarî konferansê bûn. 

Di destpêka konferansê de hat destnîşankirin ku lidarxistin konferansê di meha Tebaxê de, dikeve çarçoveya pêngava KJK’ê ji bo piştgiriya jinên Êzidî û Efganistanê ku di vê mehê de rastî komkujiya herî girîng ya sedsala 21’ê hatine.

Komîteya amadekar a konferansê, li ser navê jinên ji 11 welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê, konferans diyarî jinên Êzidî û Efganistanê kir û soza hat dayîn ku heta serkeftin, azadî û mafê xwe bi dest bixin wê piştgiriya jinên Êzidî û Efganistanê bikin.

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ Ferîde Şengalî ku beşdarî konferansê bû wiha got: “Em gelek kêfxweş in ku ji 11 welatan jin beşdarî konferansê bûne û diyarî me jinên Êzidî û yên Efganistanê kirine. Di konferansê de gelek mijar der barê jinên Êzidî û Efganistanê de hatin nîqaşkirin. Êşên jinên Êzidî û Efganistanê yek in, dibe ku êşên jinên Êzidî zêdetir bin lê belê aqilê DAIŞ û Talîbanê yek e jin rastî heman komkujiyê hatine.”

‘Konferans derfeteke ji bo tecrubeya jinan’

Ferîde Şengalî da zanîn ku di wê baweriyê de ne piştî konferansê zêdetir piştigiriya jinên Êzidî dê were kirin û got: “Divê em balê bikşînin ku cîhan çawa Êzidiyan nas dike, ne weke ku em behs dikin, em di wê baweriyê de ne weke komkujî û fermanê nas bikin. Lê belê em behsa wê yekê dikin ku kê me kuşt, kê me firot û îxanet li me kir û kê me rizgar kir. Di konferansê de ji 11 welatan jin beşdar bûn. Piraniya wan nizanibûn ji ber çi sedemê ev ferman pêk hatiye. Ev derfetek bû jinên Êzidî beşdar bûn û jinên beşdar jî ji tecrubeyên jinên Êzidî sûd girtin.”

‘Li ser fikir û felsefeya birêz Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin dikin’

Ferîde Şengalî di dawiya axaftina xwe de silav ji jinên Efganistanê re şand û wiha got: “Em êşên jinên Efganistanê hîs dikin, ji ber ku em jinên Êzidî ji hemû kesan zêdetir rastî komkujiyê tên. Ez dibêjim bila têbikoşin da ku xwe ji vê zordariyê rizgar bikin. Bila li ser fikir û felsefeya birêz Abdullah Ocalan xwe nas bikin û bi rêxistin bikin, li dijî hêzên Talîbanê berxwedan û têkoşînê zêde bikin. Em jî weke jinên Êzidî çi bikeve ser milên me, em ê bikin. Em ê bi wan re di nava hevkarî û piştgiriyê de bin.”