Dilniya piştî 20 salan careke din dest bi xwendinê kir

Rewşa siyasî û aborî ya herêma Kurdistanê wisa kiriye ku gelek jin ji xwendinê bêpar bimînin. Lê belê Dilniya Mihemed yek ji wan jinan e ku hêviya xwe ya xwendinê winda nekir û piştî 20 salan careke dest bi xwendinê kir.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepçe - Dilniya Mihemed Emîn yek ji wan jinan e ku di sala 1997’an de dest jî xwendinê berda lê belê di sala 2018’an de biryar da ku careke din dest bi xwendinê bike û bibe mînakek ji bo hevriyên xwe.

Li Başûrê Kurdistanê rewşa siyasî, aborî, civakî ya heyî wisa kiriye ku gelek kes ji xwendina xwe bêpar mane. Dilniya yek ji wan jinan e ku ji ber rewşa aborî, hebûna malbat û zarokan dest ji xwendinê berdabû lê belê piştî 20 salan careke din dest bi xwendina xwe kir û niha jî pola 11’an a amadeyî dixwîne.

Dilniya der barê xwendina piştî 20 salan de ji ajansa me re axivî û got: “Ez xelkê Helepçeyê me û di sala 1980’an de ji dayik bûme. Piştî ku ez zewicîm û zarokên min çêbûn min dest ji xwendinê berda. Piştî ku zarokên min mezin bûn rewşa min baş bû, careke din fikra xwendinê ket serê min û di sala 2018’an de careke din min dest bi xwendinê kir.”

‘Tu car temenê mirov ji bo fêrbûnê nabe astengî’

Dilniya diyar kir ku di pola duyemîn a dibistana navîn de wê dest ji xwendinê berdaye û piştre careke din dest pê kiriye û wiha got: “Weke ku çawa temen tu caran nabe asteng, ji bo fêrbûn, zanîn û zanyariyan riyên dûr jî ji bo serkeftinê nabin astengî. Niha di pola 11’an a amadeyî de me û min pola 10 derbas nekir lê belê min dest jê berneda û hewl da derbas bikim.”

‘Beriya xwendinê nexweşiya min a derûnî hebû’

Dilniya dixwaze jiyana xwe bike mînak û wiha got: “Destpêkê bi min re nexweşiya derûnî hebû, li malê bûm lê belê niha ji ber ku min dest bi xwendinê kiriye û pirtûkan dixwînim, bûye dermanê min û dema ku bê taqet dibim dest bi xwendina pirtûkan dikim. Daxwaza min ji jinan ew e ku malbat û zarokan ji bo xwe nekin hincet, ji ber ku xwendin û dîploma di nava civakê de dibe derfet ji bo me. Ez gelek dixwazim zanîngeha Helepçeyê beşa Edebiyatê temam bikim û xizmetê ji bajarê xwe re bikim.”