Hêviyên koçberan a vegerê her sal ji nû ve şîn dibe

Jinên koçber ê hêviyên xwe yên ji bo sala 2023'an anîn ziman û gotin ku ew ruxmî hemû zor û zehmetiyan, ji bo vegera axa xwe têdikoşin.

Hesekê – Koçberên gundewarên Til Temirê, Serêkaniyê û Efrînê yên ku li gundê Til Nesrî yê Aşûriyan ê girêdayî navçeya Til Temir a Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, hêviyên xwe yên sala 2023'an anîn ziman.

Têkoşîna vegerê

Zemo El-Nasir a ji gundê Erîşa yê rojavayê navçeya Til Temirê dikeve û 3 sal û du meh in di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, êşa koçberiya xwe wiha pênase kir: "Piştî ku mirov ji axa xwe bi darê zorê tê koçberkirin, hemû kêliyên jiyanê bi êşê re rû bi rû dimînin. Ji gava destpêkê ya ku ji deriyê mala xwe derdikevî, derî kilît dikî û bi awirên dawî li mala xwe ya bi dehan salan lê jiyayî, dinêrî bigre heya piştî wê. Koçberî ne tiştekî wisa ji rêzê û hêsan e, ew dil û hinavên mirov tîne xwarê. Rast e em dîsa li welatê xwe ne lê em ne li war û malên xwe ne. Zehmetiyên me pir in, mînak em li ser axa xwe bûn hemû tiştên me ji keda me û bereketa axê bû ji çandiniyê bigre heya ava vexwarinê, xwarinên ku me çêdikir, nanê di tenûrê de û zebzeyên ku me ji baxçeyê xwe berhev dikir. Hemû hûrguliyan ji bo me jiyanê xweş dikirin. Lê niha em her tiştî neçar in bikirin. Di vê rewşê de mirov wê çi bikire û çi nekire."

‘Xezîneyên cîhanê tev pêşkêşî me bikin em ê axa xwe hilbijêrin’

Zemo El-Nasir da payîn ku xezîneyên tevahî cîhanê bidin wan jî ew naxwazin, daxwaza wan vegera gundê wan e û wiha pêl da gotinên xwe: "Malên temenê wan bi deh û sedsalan dirêj dikir di çend kêliyan de ji aliyê dagirkerên hov û xwînmijên tirk ve hatin hilweşandin. Heya xwarina ku em dixwin tama wê ne wekî berê ye. Bi rastî tu roniya çavên xwe jî pêşkêşî koçberan bikî wê her tim çavên wan li vegera mal û bajarên wan be. Eger xezîneyên cîhanê tev pêşkêşî me bikin, em naxwazin daxwaza me tenê vegera warê me ye. Ma heya kengî em ê di vê rewşê de bin gelo? Ma nebû wext ku em vegerin û çavên xwe ronî bikin. Em li vî gundî ne lê ne axek, ne jî malek me ya taybet heye û ne jî erdek me heye ku em biçînin, hebûna me li vir tenê ji bo vegera gundê me ye. Dagirkeran beştên mala min rakirin, milkê wê dizîn, dilê wan rehet nebû vê carê dîwarên wê hilweşandin. Niha jî bûye komek ji bermahiyên şer."

‘Xem nake bila komek ax jî be lê hêviya min a vegerê zindî ye’

Zemo El-Nahir bi vê peyamê ji bo sala 2023'an dawî li gotinên xwe anî: "Çete û dewleta tirk a dagirker gundê me talan kirin û xirab kirin, hatin ewlehî û aramiya me têk birin. Hêvî û daxwazên min di sala nû de ew in ku şer raweste, herêmên me yên dagirkirî rizgar bibin. Ger ku tenê komek ax ji mala min mabe jî ez ê li ser wê komê dîsa dest bi jiyanê bikim lê ya girîng ew e ku ez vegerim."

‘Em ji derveyî riya vegerê tu riyên din hilnabijêrin’

Rehîme Bozan a ji bajarê Serêkaniyê ya dagirkirî jî dibêje ku ew li hemberî hemû zor û zehmetiyan û polîtîkayên qirêj ên dagirkeran li ber xwe didin û wiha domand: "Koçber wê her dem bi zehmetiyan re rû bi rû bimînin lê belê bi wan zehmetiyan vîn û hêviya vegerê xurtir dibe. Rast e, bendewarî hinavan tîne xwarê, dil û rû diçilmisîne lê belê kêfxweşiya vegerê hêja ye ewqas westîn û bendewarî. Dewleta tirk a dagirker me koçber kir nebes bû, vê carê ava stasyona Elokê qut kiriye. Bi van êrîşên hewayî, bejahî, guhertina demografiyê û ava ku wekî çekê bi kar tîne, dixwaze berê me bide derveyî welat. Lê belê em dernakevin. Ji bo ku hemû nexweşiyên me û zarokên me derman bibin û birîn bikewin, veger dermanê me ye. Em ji derveyî riya vegerê tu riyên din hilnabijêrin."

’58 rojan dîrok hat nivîsandin’

Nîhal Şahîn jî ji Efrînê ye, nêzî 5 sal in dûrî bajarê xwe ye got ku wan li hemberî hemû zehmetiyan riya berxwedanê û girêdana bi axa xwe re hilbijartine û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Berxwedana 58 rojan ne hêsan û ji rêzê ye, di van rojan de dîrok û destan hatin nivisandin. Me kuştin û birîndarî û komkujî bi çavên xwe dîtin. Ya girîng ji bo me ew e ku em vegerin, rêxistinên mirovî alîkariyê didin nadin ew ji bo me ne xem e. Ya din jî welatê her kesê heye çima em ê bê welat û bê war bijîn? Çima em her dem bibin berxê ber kêran, çima em her dem qir bibin. Ez bêdengiya welatên derve jî şermezar dikim."

‘Sedsal jî derbas bibin veger pêkan e’

Nîhal Şahîn bi vê îsrarê dawî li gotinên xwe anî: "Erê, em zehmetiyan dikşînin lê ji ber ku di wê baweriyê de ne ku em ê careke din vegerin Efrînê. Sedsal jî derbas bibin em di wê hêviyê de ne ku em ê vegerin. Em hêviyên xwe her roj û sal nû dikin. Ger em Efrînê rizgarkirî nebînin teqez wê zarokên me bibînin û dê vê hesretê ji dilê me derxin."