“Di zindana dewleta tirk de gelek binpêkirin der heqê girtiyan de tên kirin”

Dayika Sedîqe Reşo kurê wê Selîm Mehmûd di sala 1995’an de ji aliyê dewleta tirk ve hatiye girtin û cezayê 36 salan lê hatiye birîn dibêjê ku dewleta tirk gelek binpêkirinên dijmirovî der heqê girtiyan de dide meşandin û daxwaz kir ku di demek nêz de kurê wê serbest bê berdan.

 
SARA ŞÊX HESEN
Heleb- Dewleta tirk bi hemû rê û rêbazan êrîşên xwe li dijî gelê azadîxwaz pêk tîne û dixwaze desthilatdarî û dagirkeriya xwe bi awayekî berfireh li ser hemû civakan bide ferzkirin. Hewl dide îradeya siyasî û Tevgera Azadiyê têk bibe, rojane Kurdên têkoşer li dijî van êrîşan radibin serhildanê. Mirovên li dijî dewletê serî hildin û daxwaza mafê xwe yê çandî, siyasî û nasnameyê bikin, tên girtin, binçavkirin û çarenûsa wan ne diyar e. Girtiyên siyasî yên niha di zindanên dewleta tirk de ne, mafên wan tên binpêkirin. 
Dayika Sedîqe Reşo bi temenê xwe 90 salî ye û ji gundê Xalta ya grêdayî navçeya Cindirêsê li Herêma Efrîn- Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê ye her wiha dayika 5 zarokan e. Di sala 1989’an de kurê wê Selîm Mehmûd tevlî Tevgera Azadiya Kuridstanê dibe, piştî 5 salan ji xebatên têr û tijî têkoşîn ew ji aliyê dewleta tirk ve di sala 1995’an de tê girtin û cezeyê 39 sal lê tê birîn. Dayika Sedîqe di sala 1999’an de dema diçe serdana kurê xwe ji aliyê leşkerên dewleta tirk ve rastî îşkenceyê tê. Cara duyemîn jî di sala 2003’an diçe serdana wî û kurê xwe dibîne. Dayika Sedîqe der barê rewşa kurê xwe û girtiyên di zindanên dewleta tirk de ji me re nirxandin kir.
 “Ez çîroka berxwedaniya Selîmê xwe li vir didomînim”
Sedîqe bal kişand ser tevlibûn û taybetmendiyên kurê xwe Selîm û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Selîm ji zaroktiya xwe ve weke mezinan dihizirî, liv û tevgera wî cudayî xwîşk û birayên wî bû. Dixwest rastiye her tiştê bizanibe, pirsgirêkên wî di malê de û li derve jî tune bûn. Di 14 saliya xwe de fikir û felsefeya azad nas kir û em jî pê ve dan girêdan. Di sala 1989’an de Selîm berê xwe dide çiyayên Kuridstanê, bi derketina Selîm re min çîroka berxwedaniya wî li Helebê domand û xebat dida meşandin. Li hemû taxên Helebê me kar dikir û me hewl dida em fikrên azad bigihînin her kesê.” 
“36 sal ceza li kurê min hat birîn”
Sedîqe behsa girtina kurê xwe Selîm kir û wiha pêde çû: “Piştî tevlibûna Selîm ji Tevgera Azadiyê re, yekemîn name ji min re rê kir êdî bi navê Rêber dihat naskirin. Tê de behsa karê xwe dikir, hest û girêdana xwe bi rêxistin, fikir û felsefeya Rêber Apo re tê de nirxandibû. Hevalên wî yên pê re mane dihatin gel min û behsa qehremaniya wî ji min re dikirin. Selîm li çiyayên Kurdistanê bi komployeke plankirî di sala 1995’an de ji aliyê dewleta tirk ve dîl hat girtin, bi girtina wî re rastî îşkenceyê hatibû heya sal û nîvekê jî di girtîgehê de îşkençe didît. 36 sal ceza li Selîm hat birîn. Agahî ji me re hat ku di zindana Amedê de ye, em gihîştin Amedê li wir em li pêşiya deriyê zindanê rawestiyan. Leşkerên Tirkiyeyê pir îşkence li me kirin û her ji min re digotin kurê te terorîst e. Wisa nehiştin ez Selîm bibînim û berê min dan Sûriyeyê. Ez vegeriyam Sûriyeyê bêyî ku ez lawê xwe bibînim.” 
“Divê girtiyên me yên di zindanan de bên berdan”
Dayika Sedîqe piştî ewqas salan di sala 2003’an de careke din diçe serdana kurê xwe yê girtî. Têkildarî vê serdanê behsa binpêkirinên di zindanên dewleta tirk de kir û wiha anî ziman: “Di sala 2003’an de careke din min ez çûm serdana wî, bi hêviya ku vê carê Selîmê xwe bibînim. Gotin di zindana Dîlokê de ye, ji me re gotin xwe amade bikin îro em ê kurê te bînin. Em çûn cihê hevdîtinê dema ku hat , çavên min bi çavên lawê min ketin ez giriyam. Kurê min Selîm ji min re got dayê li pêşiya dijmin rondikên xwe nebarîne bila serê te bilind be. Bi qasî deh deqe min ew dît û çavên xwe ronî kir. Lawê min wisa îşkence kiribûn lingê wî yek qut bibû lê rûyê wî her dem bi ken bû moralê wî pir bilind bû. Ez dixwazim lawê min û hemû girtiyên di zindanê de bên berdan, ji ber wan tu sûc nekiriye. Êdî bes e kezeba me dayikan dişewite, ew bi van kiryaran nikarin îradeya me bişkînin, ji ber em xwedî doz û maf in û serkeftin dê para me be. ”
“Di zindanên dewleta tirk de gelek binpêkirin hene”
Sedîqe bal kişand ser binpêkirinên di zindanên dewleta tirk de û wiha bi dawî kir: “Di zindanên dijminan de helbet wê neheqî hebe lê ya girîng wê vîna me her zindî bimîne. Ev 26 sal in Selîm di zindanê de ye, bê sûc ev ceza lê birîne. Banga min ji dewletên navneteweyî re heye bila carekê çavên xwe li kiryarên dewleta tirk vekin û ceza bikin. Ez serkeftin û azadiyê ji hemû têkoşerên azadiyê re dixwazim.”