'Di roja Cejna Dayikê de min êşa windakirina keça xwe bihîst'

Koçbera Serêkaniyê Meryem Bigêr tevî mlbata xwe di dibistanên bajarê Hesekê de dimîne diyar kir ku ewê li hemberî hemû zehmetiyan qayîm bisekine.

NECAH MEÎŞ
Hesekê – Ji ber êrîşên dewleta tirk ên 9'ê Cotmeha 2019'an li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî yên Bakur Rojhilatê Sûriyê-Rojava bi hezaran malbat koçber bûn. Yek ji wan jî Malbata Meryem a nişteciha Serêkaniyê ye, ji ber êrîşan ji cih û warên xwe koçber bûye û tevî malbata xwe di dibistanên Kantona Hesekê de dimîn e. Meryem Ehmed Bigêr di temenê 23 de bi mêrek zewicî û hevjîna wî heyî re tê zewicandin. Haya hevjîna mêrik û du keçikên wê ji zewacê nîne û li mala xwe ne, dema Meryem diçe ser malê bi şaşwazî lê dinêrin û napejirînin. Dawiyê dayika du keçikan vê yekê napejirîne, her du keçikên xwe dihêle û diçe. Meryem êdî dibe dayika her du keçikan û wan xwedî dike.  
'Min kurê xwe li Serêkaniyê veşart'
Meryemê anî ziman ku di sala 2012'an de ji ber sedema êrîşan ew koçîberî Tirkiyê bûn û wiha berdewam kir: "Sala 2012'an dema Artêşa Azad êrîşî me kir, em ji cih û warê xwe derketin û koçberbûn. Em çun aliyê din ê sînor û li bajarê Rihayê bicîhbûn. Me ji xwe re kar kir û debara xwe bi keda destê xwe dikir. Keçên min di nava fêkiyan de dixebitîn. Em çar meh man me gelek êş kişand. Êşa koçberiyê ne bes bû, erebeyek tirka li kurê min qelibî û kuştin. Ji bo ez wî ser axa welat veşêrim, em vegeriyan Serêkaniyê. Ser de agir bi keça min ket me wê rakir nexweşxaneyên Şamê û derdora 13-14 rojan di nexwşxaneyê de ma, lê rewşa wê qet baş nedibû. Keça min di roja Cejna Dayikê de jiyana xwe ji dest da."
Meryem a tevî zarokên xwe li dibistanên bajarê Hesekê dimîne wiha qala jiyana xwe kir: "Em di bin banê hêzên QSD'ê de bi wekhevî û aramî dijiyan. Lê ev tişt ne li gorî pilanê dewleta Tirkiyê bû, êrîşî bajarê me kir mal û milkê me dizîn û talan kirin. Bi hezaran jin û zarok qetilkirin. Ermanca Erdogan ne tenê diziye, ermanca wî tunekirina her kesî ye. Keça min şewitî, kurê min leşgerê tirkan kuşt û hevjînê min nexweş di nav cihan de ye. Ji bo ku tiştek bi zarokê me neyê em koçberî Hesekê bûn. Niha jî ez û zarokên xwe di odeyeke dibistanê de dimînin. Zivistane jiyana di hindirê dibistanan de pir zore. Ma qey ne bese xweda, hîn wê çi bê serê min?."